|
Partiya
Sosyalist a Kurdistan
Sosyalist
Party of Kurdistan
Ji
raya giþtî ra
Himber
êrîþgerîya dewleta Tirk
divê hemû Kurd Yekbin!
Bi
bûyerên dawî xuya dike ku li Rojhilata Navîn þer nêzîk dibe. Amêrîka
û Îngîlîz ji bo êrîþa ser Iraqê xwe hazir dikin, leþkerê xwe li
mintiqê kom dikin. Ger Saddam û hevalên xwe terkî hukum û welat nekin,
êhtimal e heya mehkî þer dest pê bike.
Dewlet
û hukumeta Tirk jî, herçiqas di destpêkê da nîþan da ku dijî vî
þerî ye û çareserîyeke aþitîxwaz dixwaze, lê ev helwest ne ji dil
bû. Nuha hazirî dike him rê bide eskerê Amêrîkê ji bo vekirina
cepha bakûr, him jî bi xwe êrîþ bike Kurdistana Baþûr dagre.
Derd
û tirsa dewleta Tirk Kurd in. Ew ji hukumet û parlamena Kurd ku ev 11
sal e li Baþûr avabûye û ji azadîya Kurdên vî parçeyî gelek aciz
e. Tirsa xwe ya mezin, pêkhatina statûyeke baþtir e ji bo Kurdên baþûr
piþtî þer, çi bi þiklê serxwebûnê çi federalî. Dixwaze rê nede
guhartineke han, heya di vê firsandê da dawîya xumuxtarîya Kurdan bîne.
Her
usa jî çavê Tirkan li nifta Mûsil û Kerkûkê ye.
Dewlet
û hukumeta Tirk, heya muxalefeta li parlamenê hemû bi hevra hazirîya
êrîþekê dikin. Leþkerê Tirk li ser sînor kom dibe; ji xwe beþek ji
zû va ketîye Kurdistana Baþûr.
Eva
xetereke mezin e him ji bo Kurdistana Baþûr him jî bo hemû milletê
Kurd.
Himber
vê yekê divê milletê Kurd, partî û serokên wî gelek hiþyar bin,
dest bidin hev pêþî li vê erîþgerîyê bigrin.
Divê
himber êrîþgerîya Dewleta Tirk helwesta Kurdên Baþûr yek be, ew rê
nedin lîstik û planên dijmin, erda xwe û destkevtîyên xwe biparêzin.
Divê
Kurdên parçên dinê, bi taybetî Kurdên Bakûr himber êrîþa dewleta
Tirk bin, li hundur welat û li der welat çi ji dest tê bikin, vê rejîma
mîlîtarîst û dagirker, har û hov rûreþ bikin, piþtgirîya Kurdên
Baþûr bikin.
Li
rojhilata navîn bûyerên mezin diqewimin, kevir ji cîyê xwe dilivin û
ewê tesîreke mezin li ser qedera me Kurdan jî bike. Di rojeke hanê da
divê hemû hêz û rêxistinên Kurd, hemû welatparêzên Kurd dest
bidin hev, mafên xwe û heqên xwe biparêzin, bo vê yekê çi lazime
bikin.
Kemal
Burkay
Sekriterê Giþtî
Partîya Sosyalîst a Kurdistan
4
Sibat, 2003
e-mail:
psk@kurdistan.nu
www.kurdistan.nu |