Orhan Kotan |
| Ji bo
bibîranîna Orhan Kotan Nivîs: Girêdan: |
Ji bo bibîranîna Orhan Kotan
20.5.1944 – 09.7.1998
Orhan Kotan zarokê duyem yê malbeteke memûr, ku mohra "komunîst-kurdçî" li ser, di sala 1944ê de hat dinyayê. Piþtî li Kurdistanê xwendina dibistana serete û ya navîn, wî li Enqereyê, li Fakulteya Ziman-Dîrokê dest bi xwendina xwe ya unîwersiteyê kir. Ew bi aktîvî beþdarî tevgera ciwanan ya 68ê bû û ji ber vê yekê mecbûr ma ku dev ji xwendina xwe berde. Ji xwe dilê wî ji bo Kurdistanê diavêt û dawîya dawî vegeriya Kurdistanê û li Melezgirê bi cih bû. Gava Destana Dîroka Kurdistanê li ser erdê Kurdistanê nivîsand hîn 24 salî bû… Belkî jî vegera li Kurdistanê di jiyana wî ya rengîn û pirxebat de qonaxeke bingehîn e. Di destpêkê de tevî tevgera Dr. Þivan bû û heta sekreteriya herêmê xebata xwe domand. Di dema DDKOyê û piþtî (sala) 74ê, di nav gruba "Komuna Çileya Paþîn” ya ku li girtigeha Seyrantepeyê, li Diyarbekrê serî hildabû, cîhê xwe girt û bi hevalên xwe re li Bakurê Kurdistanê cara yekem navenda zanist û kulturê "Weþanxaneya Komal” damezirand û karê wê birêve bir. Ew qehremanê bênav yê ronahîdîtina bi dehan belgeyên dîrokî bû. Dema ku di 76ê de kovara Rizgarî derket, yek ji endamên komîteya nivîsaran bû. Di gel ku Orhan Kotan xwîna dilê kovarê jî bû, wî wek dilbûçikiya xwe ya her car navê xwe di bin nivîsên xwe de, bi kar neanî. Piþtî înqilaba eskerî ya 1980yî, salên pir bi xem yên surgomê dest pê kirin. Her çend surgom ji bo wî "xemên bi hezar salên li esmanê rengxwelî û tenhatiya li kolanên biyanî" bû jî, rika têkoþînê bi dehan car hate sûyîn. Piþtî qonaxa “Dengê Komal", organîzeya Organa Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê, "Yekîtî" da ser milên xwe… Dema "Kurdistan Press", destpêka qonaxeke nû ya çapemeniya kurdî a modern, derket, cara pêþî Orhan Kotan li jêr nivîsan navê xwe danî. Sala 1991ê biryara bi serê xwe parastina perspektifên xwe yên îdeolojîk da, dest ji pêyvendiyên rêxistinê vekiþand û wek ronakbîrekî kurd daket meydana têkoþînê... Piþtî salên surgomê Orhan Kotan vegeriya Stembolê û weþana rojnameya “Realite Press” organîze kir. Di nivîsarên bêhijmar û programên TV de her tim hîn bêtir demokrasî dixwest û ji bo wî pirsgirêk ne tenha pirsgirêka Kurdî, lê pirsgirêka Kurdistanê jî bû. Helbestvan, nivîskar û rojnamevan Orhan Kotan yê ku gencîneyeke dewlemend, sê pirtûkên helbestan, bêhijmar gotar û lêkolîn û lêgerîn li pey xwe hiþtiye, di 9ê Tîrmeha 1998ê, li odeyeke tenha ya nexweþxaneya Karolinska (Stockholm)ê, bi dilbûçikiya xwe ya ku hemû jîna wî ya xebatê xemilandibû, ji nav me bar kir… Serdar Kotan |
| Kürt Kütüphanesi |