RAPOR
LI TIRKIYEYÊ PÊÞNÝYARÊN JI BO DEMOKRASIYÊ Û
ÇARESERKIRINA PIRSA KURDî
DI PÊVAJOYA
YEKITIYA EWRÛPAYÊ DE PÊÞNIYARÊN JI BO DEMOKRASî Û ÇARESERKIRINA
PIRSA KURDî
Wek tê zanîn di 11yê Çileya Paþîn sala 1999an de di Zîrveya
Helsînkiyê de Yekîtiya Ewrupayê, statuya“ Dewletta Namzet” da
Tirkiyeyê. Bi vî awayî; di zîrveya meha Çileya Paþîn ya 2004an de
Qonseya Ewrûpayê bi T irkiyeyê re di warê destpêkirina beþdarbûna
muzakeran de îhtîmala biryardayînê zêde ye.
Em wek Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR), nirxandina pêvajoya
endametiya YEyê ya Tirkiyeyê, ji bo tespîtkirina daxwaz û helwêsta
Gelê Kurd ya pêwajoya endametiya YEyê ya Tirkiyeyê , me di serî de
li Diyarbekirê ,li gellek cî û bajarên Tirkiyeyê bi babeta “Di
pêvajoya YEyê de Kurd û Tirkiye” sempozyûman pêk anî. (Çi heyf e
civîna ku 11ê Nîsana 2004an de ku me yê li Diyarbekirê pêk bianya,
ji aliyê Waliyê Diyarbekirê ve hat qedexekirin. Ev kiryar, bi
rastiya vê pêvajoyê nakeve û rewþeke bedbext e.)
Ev civînên ku me pêk anîne, bi beþtarbûna bi sedan mirovên ku ji
her aliyên civaka Kurdan; ji rewþenbîr, hûqûqnas, nivîskar,
sendîqakar, hunermend, nûnerên saziyên sivîl û siyasetmedar pêk
hatin. Pirraniya beþdaran, bi nivîskî û bi devkî ramanên xwe yên
derbarê daxwazên Kurdan yên pêvajoya YEyê eþkere kirin. Di encama
hemû ev civîn û gengeþiyan de fikir û pêþniyarên ku derketin rastê,
em dixwazin wan bi her awayî bi we re parvekin.
Kurd, Yek Ji Ew Gelên Kevnare Yên Rojhilata Navîn E û Divê Wek
Her Gelî, Hemû Mafê Xwe Yên Neteweyî û Demokratîk Bi Serbestî
Bikarbîne.
Ku her tim tê dîyarkirin, Kurd ne kêmnetew in. Ew di Rojhilata
Navîn de gelê herî kevn û mezin yê dêmatî ye. Kurd, zimanekî wan ê
bi xwe ku ji malbata Hînd û Ewrûpa tê, bi navê Kurdî zimanekî wan,
çandeke wan a dewlemend û dîrokeke wan a kevnare heye. Ji vî gelî,
nêzikî 20 milyon kes di nav tixûbê Tirkiyeyê de dijîn.
Di dema Þerê Rizgariyê de sozên ku ji aliyên rayedarên wê demê ve
ji Kurdan re hatine dayin, bi damezrandina komarê re û bi imzekirina
Peymana Lozanê re hatine jibîrkirin. Di ciyê wê de polîtîkayên
yekalî ku hebûna Kurdan înkar dike dest pê dikirine. Heçî Kurd in
kîngê ji bo daxwazên mafên demokratîk yên neteweyî serî hildabin jî
bi tevkuþtin û bi awayekî hovane hatine fetisandin, bi milyonan Kurd
ji cih û warên xwe hatine bidûrxistin. Di nav van serîldanan de
serîldana 1925an ya Þêx Seîd, di sala 1930an serîhildana Agiriyê û
di sala 1937an de serîhildana Dêrsimê serîhildanên Kurdan yên sereke
ne ku di heman demê de bi xwîn û tevkuþtin hatine fetisandin in.
Piþtî damezrandina komarê wek hebûna gelê Kurd, ziman û çanda wan
jî hatiye înkarkirin û bi kampanyayekî mezin yên asîmîlasyonê
xwestine ku Kurdan Tirkîze bikin.
Herêma ku Kurd lê dijîn di warên aborî û civakî de paþ ve
hîþtine, li van deran hebûna saziyên kevneperest bi zanebûn hatine
parastin û li ser piyan hîþtine.
Bi kurtasî Kurd di pêvajoya dîroka Komara Tirkiyeyê de, di warên
aborî, siyasî û çandî û di aliyan de hatine qewirandin.
Piþtî derbeya leþkerî ya di sala 1980ê de polîtîkayên înkar û
zilmê yên ku li himberê Kurdan hatine bidarxistin bêtir hovane bûne.
Þerê çekdarî ya PKKê ku di sala 1984an dest pê kiribû jî ji bo
bicihanîna polîtîkayên înkar û zilmê ji wan re bûye firsendeke
mezin.
Di pêvojova vî 15-20 salên dawîn de Kurd û herêma ku lê dijîn bi
her awayî bûye hedefa polîtîkayên heloþkirin û wêrankirinê.
Bi polîtîkayên koçkirinê yên ku bi darê zorê hatine kirin,
demografiya herêma Kurdan hatiye guhartin. Bi dehan hezar gund û
navçe þewitandine û vala kirine. 3 milyon Kurd ku li van deran
dijiyan bi darê zorê hatine koçkirin. Di encama di vî þerê 15 salê
dawîn de qewimiye li gor çavkaniyên fermî 35 hezar kes, di rastiyê
de jî 50 hezarî zêdetir kes jiyana xwe ji dest daye, her ewqas jî
birîndar bûne. Di vê demê de jî bi hezaran mirov jî bi cinayetên
qisas nediyar hatine qetilkirin.
Bi avakirina Sîstema Cerdevanên Gundan, di nav civata Kurdan de
hesûdî û dijminahî pêk anîne. Di herêmê de bi pêkanîna saziyên wek
Walitiya Herêma Awarte (OHAL), Tîmên Taybetî û Jîtem jiyana civakî
dijwar kirine.
Di van demên dawîn de di çarçoweya YEyê de hinek guhartin hatibin
kirin jî polîtîkayên înkarina pirsa Kurdî di rastiyê de nehatiye
guhartin. Hebûna gelê Kurd hê jî bi awayekî fermî nehatiye
pejirandin.
Ji aliyê din ve rayedarên Tirkiyeyê bi salan e pirsa Kurdî wek
pirseke ewlekariyê dane xwuyakirin, çareseriya vê pirsê jî spartine
hêzên ewlekariyê û serî li riya zordariyê dane. Di 20 salê dawîn de
jî pirsa Kurdî wek pirsa PKKê nîþan dane, vê pirsê di raya giþtî de
li hundur û li derve wek pirsa “terorê” dane nîþandan. Bi vî awayî
bi polîtîkayên xwe yên zordar li himberê gelê Kurd xwestine ku ev
kiryarên xwe meþrû nîþan bidin.
Lê bi rastî pirsa Kurdî pirseke neteweyî ye. Lê di heman demê de
xwedî aliyên aborî, siyasî, çandî, civakî, dîrokî û jeopolîtîk e.
Digel vê yekê di nav çend welatî (wek Tirkiye, Iraq, îran û
Sûriyeyê) de xwedî hebûneke komplîke ye. Ji ber vî aliyê wî hewldana
çareserkirina vê pirsê gelek girîng e.
“Teksta Tevlêbûna Þirîkayiyê” û “Bernameya Neteweyî” Dûrê
Nasandina Mafên Gelê Kurd e.
Armanceke damezrandina YEyê jî dewamiya jîngeha aþtiyê ye. Di
þertên Tirkiyeyê de bicihanîna armanceke weha ya herî girîng
çareserkirina Kurdî bi awayekî demokratîk û di bingeheke wekhev de
ye. Lê çi heye “Teksta Tevlêbûna Þirîkayiyê” “Bernameya Neteweyî” ya
ku hukumetê ew amade kiriye û ji aliyê wan ve ji nû ve hatine
sererastkirin û ji vê mantiq û ferasetê gelek dûr e.
Her wek din di rapor û Teksta Tevlêbûna Þirîkayiyê ku ji aliyê
YEyê hatine amadekirin, çareserkirina pirsa Kurdî û Kurdan ku tevlî
vê çarçoweyê nekirine, di nav gelê Kurd de bûye sedema nexweþî û
fikareyên rasteqîn. Lê Perlementoya Ewrûpa di sala 1992an de biryara
naskirina Mafê Tayinkirina Çarenûsiya Xwe ya Gelê Kurd daye.
Ger di Teksta Tevlêbûna Þirîkayiyê de û ger di Bernameya Neteweyî
ya Tirkiyeyê de di hin deman de Pirsa Kurdî ji nedîtinê hatine û
pirrî çaran jî daxistine fêza mafên kesayetiyê. YEyê çawa ku ji bo
pirsa Qibrisê behsa çareseriya wekhevî û edaletê dike, di mesela
Kurdî de jî qîma xwe bi tenê daxwaza mafên biçûk aniye û ev yek bi
rikn û prensîbên edaleta vê yekitiyê nakeve.
Amadekirina Bernama Neteweyî ya Tirkiyeyê, bi felsefe, krîterên
demokratîk û mantiqa Yekîtiya Ewrûpayê ve naedile. Ji aliyê din ve
di pêvajoya amadekirina Bernama Neteweyî de civak û di serî de jî
Kurdan beþdarê vê yekê nekirine û daxwazên wan nedane pêþ çavan.
Bernameyek weha eþkere ye ku wê têrî demokrasiyeke hevbeþ, piraliya
Tirkiyeyê û bi normên YEyê nakeve.
Partiya me di dema ku “Zagonên Entegrasyona YEyê” di parlementoya
Tirkiyeyê de dihat nîqaþkirin de, di rapora xwe ya 25ê Adara 2003an
de hatiye îlankirin de bi israr behsa kêmasî û xeletiyên vî alî de
kiribû. Lê çi heyf e ku nûnerên parlamento û hukumetê di yeka xwe de
israr kirin. Di encamê de li Tirkiyeyê dîmeneke dûrî daxwazên
demokatîzebûneke bi bingeh derket holê.
Gelo heta îro digel “Paketên Entegrasyonê” û yên guhartinê ku
hatine amadekirin, mafên mirovan, mafên birêxistiniyê, civîn û mafên
numayiþên girseyî, bi kurtahî rewþa normên ku nebe nabe yên
demokrasiyê di çi rewþê de ye?
Di Çarçoweya Entegrasyona YEyê de Yên Hatine Kirin û Nehatine
Kirin Çi Ne?
Heta tarîxa vê rapor hatiye amadekirin, di meclîsê de heþt
pakêtên ku bi gelek guhartinên zagon û Zagona Bingehîn çêbûye.
Pakêta nehemîn jî þandine parlamentoyê.
Guhartinên di zagon û Zagona Bingehîn de ku di sala 2002an de
çêbûne, ev guhartinên sereke weha tên rêzkirin:
Di nav vê demê de ;
Hebûna OHALê dawî lê anîn.
Xala 8. ya Zagona Bi Terorê re Tekoþîn (TMY) hat rakirin.
Cezayê îdamkirinê, di serî de li dervayî þertên þer, paþê jî bi
temamî ji Zagona Bingehîn hat derxistin.
Xalên derheqê qedexekirina Kurdî de ji Zagona Bingehîn hat
derxistin.
Girtina partiyan hat zehmetkirin.
Digel gellek þert û astengan ‘Bi zimanên din ên dervayî Tirkî
weþana televîzyon û vekirina qûrsan’ hat serbestkirin.
Çi heye ku ev guhatinên hatine çêkirin, hem di çareserkirina
pirsa Kurdî de hem jî li Tirkiyeyê di warê daxwazên
demokratîzekirineke bingehin de gelek gavên paþdemayî û nebes
in.
Beriya her tiþtî, Zagona Bingehîn ya 1982an ku dema sazûma
leþkerî de hatiye çêkirin li ciyê xwe sekinandiye. Di rewþa qada
îhlalkirina mafên mirovan de jî bi eþkereyî di raporên salane ya
Navenda Giþtî û Þaxên Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyeyê (TÝHV),
Komeleya Mafên Mirovan (ÝHD) û Mazlûm–Derê de xuya dike. Li gor
raporên van saziyan ku di sala 2003an de hatine weþandin; Di van
deman de jî eþkence û bûyarên kiryarên xerab dom dikin. Di encama
êrîþên cinayetên qisas nediyar û înfaz bêdaraz de mirov jiyana xwe
ji dest dane. Ji ber raman û çalakiyên wan li kedkarên dewletê
lêpirsîn vedibûne. Di wan raporan de her weha; ‘ji bo ku ramanên xwe
yên li dervayî ramanên fermî bilêvkirine li ser partîyên siyasî,
saziyên li dervayî hukumetê, rojnemevan, nivîskar û hunermendan
zordestî dewam e ’ diyar bûye.
Em wek HAK-PARê û birêvebirên wê, ji ber ku qala çareseriya pirsa
Kurdî kirine, partî û birêvebir bi dawayên cûrbecûr re rûberû man
e.
Tenê kirinên ne demokratîk yên li hember partiya me hatine kirin,
li Tirkiyeyê di aliyê astenkirina maf û azadiyan de gellek balkêþ e.
Derheqê HAK-PARê de di Adara 2002an de, ango di meha ku partiya
me hat damezrandin de Mahkemeya Zagona Bingehîn derheqê partiya me
de doza girtinê kir. Doza ku hat kirin bêyî dawîbûnê hatiye
sekinandin. Lewra, ji ber ku di komcivîna me ya 04.01.2004an de bi
Kurdî hat axaftin û vexwendinameyên komcivînê bi Kurdî-Tirkî hatin
çapkirin ji aliyê Serdozdarê Komarê yê Enqereyê ve lêpirsîn hat
kirin û ev lêpirsîn hê jî didome. Dîsa derheqê serokê giþtî yê
partiya me Abdulmelîk Firat û birêvebirên partiya me de ji ber ku
derbarê çareserkirina pirsên Tirkiyeyê de ray û ramanên xwe eþkere
kirine yan jî di civînan de bi Kurdî axifîne gelek doz tên kirin.
Digel ji hin van dozan bi dawî bûne hin doz jî her berdewam in.
Ne bi tenê ev in.
Sazûmana Cerdevaniya Gundan hebûna xwe hê jî dom dike.
Di 82. xala Zagona Partiyên Siyasî de hatiye diyarkirin ku ji
xeynî Tirkî divê tu ziman neyê bikaranîn. Ango zimanên din qedexe
ne. Ev jî pirsgirêkeke mezin e.
Digel xala 8. ya TMYê hatibe rakirin jî ji dêlve wê re xala 312.
ya Zagona Cezaya Tirk li ber raman û azadiya îfadekirina ramanan de
astengeke mezin e.
Xala 159. ya Zagona Ceza ya Tirk rexnegirtin û azadiya
îfadekirina ramanan dijwar kiriye.
Kiryarên derbarê weþana Kurdî ya bi riya Radyo û Telewizyonê û
qursên Kurdî ji dawxazên Kurdan gelek dûr în û li ber dilê me wek ku
tinazên xwe bi Kurdan dikin tê.
Digel ku di mevzûatê de ‘Weþana bi ziman û zaravayên herêmî yên
ku hemwelatiyên Tirk di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin’ hatiye
pejirandin jî bi bandornameyê ev ‘maf’ di nav hefteyê de bi çend
sietan hatiye sînorkirin. Di vê çarçoweyê de ji 09.06.2004an vî alî
de kanala radyoya TRTê û kanala TVya TRT3ê de heftê 35 deqîqe dest
bi weþana Kurdî kirin. Ev pêngav ji bikaranîna mafên weþana Kurdî
pirr dûr e.
Di warê perwerdeyê de jî di mevzûatê de ‘Ji bo hînkirina ziman û
zaravayên ku herêmî yên ku hemwelatiyên Tirk di jiyana xwe ya rojane
de bi kar tînin de hin guhartin hatin çêkirin. Lê him bi destê
dewletê tu qursek nehatiye vekirin him jî di warê perwerdeya zimanê
zikmakî de tu gavek nehatiye avêtin.
Li gor Partiya me divê zimanê Kurdî digel zimanê Tirkî li herêmên
ku Kurd tê de bi siftî dijîn de him di kar û barên gelemperî/dewletê
de wek zimanê fermî û him jî di saziyên perwerdeyê de wek zimanê
perwerdekariyê bê bikaranîn.
Ji ber ku ji 20 milyonî zêdetir Kurd bi vî zimanî diaxifin, divê
di hemû fêzên saziyên perwerdeyê de –di dibistan, xwendegehên
serate, zanîngehê de- divê ev ziman wek zimanê perwerdeyê bê
bikaranîn. Lewra ji krîterên Kopenhangê wêdetir mafeke hemwelatiyiyê
ye.
Dîsa divê sînorkirinên derbarê radyo û telewizyonê de hatine
kirin bên rakirin, TRT divê kanalek xwe ji bo weþana Kurdî bi rêk û
pêk bike.
Divê Normên Navneteweyî Rêzaniyê Ji Bo Çareserkirina Pirsa Kurdî
Bikin
Wek ku xwuya dibe digel li Tirkiyeyê ji bo endametiya YEyê hin
guhartin hatine çêkirin hê jî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî tu
polîtîkayên dilsoz nehatine kirin. Lewra him hebûna gelê Kurd
nehatiye naskirin, him jî di warên weþan û perwerdeya bi zimanê
Kurdî de tu gaveke ku tê daxwazkirin nehatiye avêtin.
Lê Kurd, wek gelên din yên dinyayê tevlî xwe îdarekirinê divê
xwedî hemû mafên demokratîk bin. Dixwazin vê yekê jî bêyî ku sînorên
Tirkiyeyê biguhurînin bikin.
Wek Tirkiyeyê gelek dewlet hene ku pirsgirêkên xwe yên navxweyî
yên neteweyî-etnîkî bi riyên aþtiyane çareser kirine. Îspanya,
Belçîka, Elmanya û Îngilîstan ku endamên YEyê ne ku pirsgirêkên xwe
yên bi vî rengî yên neteweyî-etnîkî bi riyên aþtiyane çareser
kirine. Di vî warî de Plana Çareserkirinê ji bo Qibrisê ku ji aliyê
Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin ji Tirkiyeyê re ji bo
çareserkirina vê pirsê wek modelek e.
Wekî din jî di tekst û biryarên lihevhatinên navneteweyî ku wek
tekstên huqûqa navneteweyî jî tên hesibandin û di heman demê de him
YEyê him jî Tirkiyeyê bi xwe ve girêdidin, daxwazên Kurdan meþrû tên
dîtin.
- Di Prensîbên Wîlson ku piþtî Þerê Cihanê yê Yekemîn de hatibûn
weþandin de “Qels yan jî xurt hemû gel bi awayekî wekhev, azad û di
nav ewlekariyê de xwedî mafê jiyînê ne” wek prensîbeke hatiye
qebûlkirin.
- Di Lihevhatina Sewrê de ku di sala 1920î de hatiye îmzekirin de
hemû aliyên lihevhatinê diyar kirine ku wê Dewleteke Kurdî ya
Serbixwe nas bikin.
- Di Konvansiyona Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya sala di 1966an
de prensîba “Hemû gel xwedî mafê xwe îdarekirinê –self
determinasyonê- ne.” cih girtiye.
- Li gor Daxwuyaniya derheqê Nasandina Gelên Kolonî ku di 14yê
Çileya Paþîn a 1960î de û hejmara wê 1514 e û ji aliyê Komîteya
Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye îlankirin de hemû netewe xwedî
mafê self-determînasyonê ne. Di encama vî mafê xwezayîde ew dikarin
statuya xwe ya polîtîk diyar bikin, pêþveçûnên aborî, çandî û civakî
bi serbestî taqîb bikin.
- Li gor Deklerasyona Koloniyan ya 1950yî ji hemû gelan re mafê
xwe îdarekirinê hatiye dayîn.
- Di Deklerasyona Pêywendiyên Biratiyê ku di sala 1970yî de ji
aliyê Komîteya Giþtî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin de ji
hemû gelan re mafê xwe îdarekirinê hatiye pejirandin.
Ji Bo Çareserkirina Pirsa Kurdî û Demokrasiyeke Li Gor Standartên
YEyê;
Tirkiye li gor avahiya xwe ya pirretnîk divê bi awayekî plûral û
beþdarî xwe ji nû ve bi rêk û pêk bike. Divê him ji bo demokrasiyê
him jî ji bo çareserkirina pirsa Kurdî dev ji helwêsta xwe ya
navendî, yekane û sist berde. Li gor normên YEyê sazûmaneke federal
bê avakirin. Sazûmaneke bi vî rengî divê hemû mafên Kurdan nas bike
û jiyaneke wekhev bi xwe re bîne. Tirkiye derbarê vê mijarê de
dikare ji yek van modelan yan jî li gor mercên xwe çend modelan
sentez bike û vê pirsê çareser bike.
Ji bo vana jî çend pêngavên sereke ev in:
- Ji dêlve Zagona Binhgehîn ya 12ê Îlonê ya ku bi darê zorê bi
civakê dane pejirandin Zagoneke Bingehîn a demokratîk, plûral, li
gor qaîdeyên hûquqa navneteweyî û wê hebûna Kurdan bipejirîne, maf û
azadiyên wan nas bike bê avakirin.
- Divê hemû qedexeyên ku li pêþiya azadiya birêkxistiniyê ye bên
hilanîn. Her ramaneke ku tundiyê naparêze di çarçoweya azadiya
birêkxistiniyê de bi zagonan bê pejirandin. Ji ber vê yekê divê ji
partiyên Kurdan re jîngeha xebatê bê amadekirin.
-li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de divê ji perwerdeya bingehîn
hetanî zanîgehê zimanê perwerdeyê bi Kurdî be û li herêmên din jî
Kurdî di xwendegehan de wek zimanê bijarte bê xwendin.
- Ji bo weþana Kurdî qedexe û sînorên di telewizyon û radyoyan de
hatine dayîn bên hilanîn. Digel vê yekê ji bo di seranserê rojê de
weþana Kurdî divê TRT kanalek xwe bi rêk pêk bike.
- Li herêmên ku Kurd tê de bi siftî dijîn de divê li saziyên
fermî û gelemperî digel zimanê Tirkî divê zimanê Kurdî jî bê
bikaranîn.
- Enstîtuyên ku wê derbarê ziman, çand, dîroka Kurdî de lêkolînan
bikin ji aliyê dewletê ve bên vekirin.
- Navên jîngehên jiyanê û cihên coxrafîk (çiya, çem, deþt, gol û
hwd.) ji paþ ve bên dayîn.
- Partiyên siyasî, komele, weqf, sendîka, kulûb, odeyên karan bên
serbestkirin û ji bona di çalakiyên xwe de bikaribin zimanê Kurdî
bikarbînin hemû astengên huqûqî bên hilanin.
- Li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de divê Parlementoyeke Herêmî
bê avakirin; ev parlemento bi karên wek perwerde, tendurustî,
ewlekarî û karên îdarî yên herêmê re mijûl bibe.
-Ji bo xeyd, pevçûn, suketinên di civakê de qewimîne bên hilanîn
efûyeke giþtî bê îlankirin.
- Sîstema Cerdevanên Gundan û saziyên Tîmên Taybetî divê bê
rakirin.
- Ji bo vegera yên bidarê zorê ji gundên xwe koçkirine, divê bi
her awayî þert û merc ji wan re bê naskirin.
- Divê qisasên cinayetên siyasî yên ku berê qewimîne derxin holê
û ceza bidine wan.
- Li herêmên ku Kurd bi siftî dijîn de û ku ji aliyê aborî û
civakî de ji paþ ve mane, divê mudahale lê bê kirin. Divê herêm, ji
aliyê aramiyê ve bê tekûzkirin, projeyên taybetî ji bo betal û
belengazan bên bicîanîn.
- Di serî de zagona partiyên siyasî, ya helbijartinê, ya Civînên
Girseyî, ya meþê, ya Zagona Cezayê û wek yaTMYê zagonên
antîdemokratîk, divê li gor standart û muktesebata YEyê bên
sererastkirin.
- Divê kiryar û zagonên ku laîkiya navnetewêyî û serbestiya
baweriyan pûç dike ji holê rabin. Ji dêl ve Serokatiya Karên
Diyanetê ve kar û barên bawermendiyê bi awayekî azad ji xwedî
bawermendaran re bihêlin.
Partiya me di hemû pêvojoyên çareserkirina ji bo pirsa Kurdî de
çi bikeve ser milê wê dike û amade ye ji bo xizmeta çareserkirina vê
pirsê.
Partiya me dema ku Tirkiyeyê pêngavan ji bo bicihanîna Krîterên
Kopenhangê avêt, daxwaz dike ku bi Tirkiyeyê re ji bo endametiyê
hevdîtin bên kirin.
Di vê çarçoweyê de em bang li hemû partiyên ku di parlementoya
Tirkiyeyê de cih girtine dikin ku bingeha qanûnî yên ji bo xalên ku
me li jor pêþniyar kirine tekûz bikin. Ev guhartinên wê bên kirin ji
bo me hemûyan; ji bo Tirkan, Kurdan û herkesî li Tirkiyeyê
dijiye.
HAK-PAR
26-27ê Hezîrana 2004an