PLATFORM

Daxuyanî 26.08.2002


Dilê me li baþûrê Kurdistanê lê dixe !

 

Doza gelê me ya rewa îroj ketiye qonaxeke pirî dijwar. Di vê demê de ji alîyekî ve gefên ku bi armanca tarîkirina pêþeroja me û nehistina destkevtîyên me yên dîrokî li me kurdan tên xwarin û ji alîyê din ve jî îmkanên ji bo çareserkirina pirsa me ya kevnare derketine ortê, bi hevdu re xuya dibin. Di tu demên dîrokê de, ne xetereke weha mezin peyda bûye û ne jî firsendeke weha baþ ketiye destên kurdan.

Tevî hemû kêmanîyên xwe jî gavên li baþûrê welatê me tên avêtin û avakirina her ku diçe di jîyana me kurdan de bêtir bi cîh dibe, pêþeroja gelekî mezlûm misogertir dikin û ji bo paraztin û pêþdebirina dozeke rewa îmkanên bêhempa pêþkês dikin. Lê dewleta Tirkîyeyê ya ku raya dinyayê ya giþtî li hin guhartinên wê yên vê dawîyê -bêyî ku navê gelê me û hebûna wî telafûz bike-  yên bi zora Ewrûpayê ve li ser kaxezê çêbûne bi þik mêze dike, bi xeta xwe ya li Rohilata Navîn dîyar dike ku ew ê li dijî her mafekî kurdan raweste û li kîjan devera dinyayê dibe bila bibe, dê nehêle ku kurd bigîhêjin tu mafan. Rejîma ku li ser bingehê înkarkirina ziman, çand û hebûna me kurdan hatiye avakirin, îroj di vê dema me ya nazik de, tehdîda herî mezin pêk tîne. Ew qîma xwe bi tehdîdan bi tenê naîne, herweha hevalbendên xwe dixwaze bi dewletên herêmê yên din re jî vê tehdîdê dijwartir bike.

Rejîma dagîrker ji 1991ê vir de bi her awayî xwestiye ku destkevtîyên baþûrê Kurdistanê yên sîyasî ji holê rake. Ji bo vê armanca xwe her metod bi kar anîye. Helwêsta Tirkîyeyê ya êrîþkar di van demên dawîyê de baþûrê welatê me bêtir tehdîd dike. Lê dewleta baþûrê welatê me ya federal jî bi helwêsteke zelaltir û mêrxastir li dijî êrîþ û planên Tirkîyeyê yên qirêj radiweste. Ev helwêsta birêvebirên dewleta me ya federal bawerîya me xurttir dike û di nav kurdan de dibe sedema xweþbînîyeke mezin.

Ev helwêsta ku li ser bingehê paraztina hêjayî û deskevtîyên neteweyî bilind dibe, divê ji me hemûyan re bibe rehber. Nemaze axavtina birêz Mesûd Berzanî ya li Parlamentoya Kurdistanê û bersivên wî yên li hember êrîþên Tirkîyeyê yên vê dawîyê û herweha daxuyanîyên wî yên li ser çareserkirina pirsa kurd û êrîþa Emerîkayê ya muhtemel hêvîyên me kurdên bakur xurttir dike.

Hemû partîyên Tirkîyeyê yên sîyasî tevî ku nakokîyên xwe yên hindurîn jî hêzên xwe kirine yek û di þexsîyeta PDK-Iraqê de êrîþî kurdên Basûr û dewleta wan dike. Tirkîye Kerkûk û Mûsilê mîna bajarên tirkmenan nîþan dide û di vî warî de gefan li Dewleta Federal dixwe. Em, Platforma Kurdên Ewrûpayê dê bi her awayî li dijî van planên Tirkîyeyê derkevin, tehdîdên wê yên li ser baþûrê Kurdistanê bi tundî rûreþ bikin û zilm û çavsorîya wê mehkûm bikin.

Gelê Kurdistanê her roj bi hêjayîya destkevtîyên xwe yên neteweyî bêtir dizane û ew ê tu caran destûrê nede ku zerareke herî piçûk jî bigîhêje wan.

Em bangî raya gelê Kurdistanê ya giþtî dikin ku li dijî êrîþên Tirkîyeya dagîrker bi tundî rawestin.

26-8-2002

 

Platforma Kurdên Ewrûpayê
PLATFORM
(Platforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur -PNK-Bakur, Însîyatîfa Kurdên Ewrûpayê-Însiyatîf,  Koordînasyona Demokratîk a Kurdên Ewrûpayê - DEM-KURD)


Navniþana Pêywendiyê:

FKKS - Kurdiska Riksförbundet
Box 5013, 131 05 Nacka - SWEDEN
Telefon: 0046-8-644 66 22, Fax: 0046-8-6502120
info@kurdiskarf.org