Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov
DÎBAÇE
Herwekî
nasina weqara ku bi hemû endamên malbata mirovî re heye û mafên wan ên wekhev ûn
sabit bingehê azadî, dad û aþitiya cihanê pêk tîne,
Herwekî
nenasîn û piçûkdîtina mafên mirov rê dan kirinên barbar ku wijdana mirovahiyê
didin isyanê û avakirina cihaneke ku tê de ewê heyinên mirovî, di peyivîn û
bawerkirinê de serbest bin, ji xof û belengaziyê rizgar bin wek xweziya bilindtirîn a
mirov hate îlan kirin,
Herwekî
bingehî ye ku mafên mirov ji alî rejîmeke hiqûqî ve bên parastin ji bo ku mirov
mecbûr nemîne, wek çara dawîn, li dijî zorkari û zulmê rabe,
Herwekî
teþwîqa pêþvebirina peywendiyên dostaniyê di navbera neteweyan de bingehî ye,
Herwekî
gelên Neteweyên Yekbûyî di Destûrê de ji nû ve baweriya xwe ya bi mafên bingehî
yên mirov, di nav weqar û rûmeta kesê mirovî de û di wekheviya mafên mêr û jinan
de, dane zanîn û diyar kirine ku ew biryardar in ku arîkari bidin pêsveçûna civakî
û bicihkirina mecalên çêtir ên jiyanê di nav serbestiyeke mestir de,
Herwekî
dewletên endam qewl dane, ku bi hevkariya Teþkîlata Neteweyên Yekbûyî, riayeta
gerdûnî û fiîlî ya mafên mirovî û azadiyên bingehî ewle bikin,
Herwekî
têgihiþtineke hevbeþ a van maf û azadiyan ji bo bi temamî bicîhanîna vê teahudê
ji giringiya bilindtirîn e,
Civîna
Gelemperi vê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirov
wekî îdeala hevbeþ a ku hemû gel û hemû netewe dixwazin bighênê ji bo ku
hemû kes û hemû organên civakê, ev Danezan timî di bîr de, bi hînkirin û
hêvotinê bixebitin ku riayeta van maf û azadiyan pêþve bibin û bi tedbîrên
berebereyî yên neteweyî û navneteweyî, nasîn û bicihanîna gerdûnî û fiîlî
yên wan him di nav gelên dewletên endam bi xwe him di nav yên erdên ku li jêr hukmê
wan de ne ewle bikin.
Bend 1
Hemû mirov azad
û di weqar û mafan de wekhev tên dinyayê. Ew xwedî hiþ û þuûr in û divê li
hember hev bi zihniyeteke bratiyê bilivin.
Bend 2
- Heryek, bê tu
cihêyî, nemaze ya nijad, reng, zayend (cisn), ziman, ol, ramana siyasi an her ramana
din, eslê neteweyî an civakî, serwet, zayîn an her rewþeke din, xwediyê hemû maf û
hemû azadiyên ku di vê Danezanê de hatina daxuyankirî ye.
- Bi serde, ewê tu
cihêyî neyê kirin ji ber statuya siyasî, hiqûqî an navneteweyi ya welat an erdê ku
kesek jê tê, heke ev welat an erd serbixwe, li jêr dest, ne xweser (otonom) an li jêr
her tahdîda din a serweriyê be an na.
Bend 3
Herkes xwedî
mafê jiyan, azadî û ewleyiya þexsê xwe ye.
Bend 4
Ewê tukes di
koletî an bindestiyê de neyê girtin; koletî û bazirganiya koleyan bi hemû teþeyên
xwe ve qedexe ne.
Bend 5
Ewê tukes nebe
tabiê þkence an ceza û muameleyên hov, namirovî an xirabker.
Bend 6
Herkes xwediyê
mafê nasîna li hemû ciyan a þexsiyeta xwe ya hiqûyî ye.
Bend 7
Hemû mirov li
ber qanûnan wekhev in û bê cihêyî xwediyê mafê parastineke wekhev a qanûn in.
Hemû mirov li hemberî her cihêtiya ku vê Danezanê ihlal dike û li hemberî her
navtêdana cihêtiyeke wilo xwediyê mafê parastineke wekhev in.
Bend 8
Herkes maf heye
ku li hemberî kirinên ku mafên bingehî yên ku qanûna bingehî an qanûn jê re
dinasin ihlal dikin, serî li mehkemeyên neteweyî yên selahiyetdar bixe.
Bend 9
Tukes nikare bi
awayekî kêfî bê girtin, hebs an sirgûn kirin.
Bend 10
Herkes, di
wekheviyeke temamî de, maf heye ku doza wî li ber mehkemeyeke serbixwe û bê alî bi
awayekî adil û eþkere bê bihîstin ji bo diyarkirina maf û wacibên wî û ya her
tawana curmî li dijî wî.
Bend 11
- Her kesê ku bi
kirineke curmî tê tawanbar kirin bêrî tê hesibîn ta ku sûcê wî di mehkemeyek
eþkere, ku hemû garantiyên ji bo parastina wî pêwist ewle kiribe, bi awayekî
qanûnî were îsbat kirin.
- Tukes nayê ceza
kirin ji ber kirin an nekirinên ku di gava pêkhatina xwe de li gora qanûna neteweyî an
navneteweyî ne sûc bûne.
Bend 12
Nabe ku tukes
bibe amanca têkilbûnên kêfî yên nav jiyana wî ya arizî, malbata wî, mala wî an
nameyên wî, an ziyangihandina þeref û þana wî. Herkes xwediyê mafê parastina
qanûn e li hemberî têkilbûn û ziyangihanên wilo.
Bend 13
- Mafê her kesi
heye ku di nav tixûbên dewletekê de bi serbestî hatûçûnê bike û cihê mayîna xwe
bibijêre.
- Herkes maf heye ku
ji her welatî, yê wî bi xwe jî tê de, derkeve û vegere welatê xwe.
Bend 14
- Herkes maf heye ji
ber zordestiyê li welatên din daxwaza penahê bike û bibe penabêr.
- Ev maf nikare bê
xwastin ji bo taqîbatên bi rastî ji ber sûceke adî an ji ber kirinên dijî amanc û
bingehên Neteweyên Yekbûyî.
Bend 15
- Herkes maf heye
bibe xwediyê netewahiyekê (miliyetekê).
- Tukes nikare bi
awayekî kêfi ne ji netewahiya xwe ne jî ji mafê netewahî guhartinê bête bêpar
kirin.
Bend 16
- Ji temenê (emrê)
balixiyê pê ve, mêr û jin, bê tu tahdîdên ji ber nijad, netewahî an olê, maf hene
ku hev mehr bikin û malbatek deynin. Li hemberî zewacê, di domahiyê zewacê û di dema
berdanê de ew xwedî mafên wekhev in.
- Mehr tenê bi
erêkirina serbest û temamî ya jin û mêr dikare bête birrîn.
- Malbat hêmana
xwezayî û bingehî ya civakê ye û xwedî maf e ku ji alî civak û dewletê ve bête
parastin.
Bend 17
- Herkes maf heye ku
bi serê xwe an tevî kesên din bibe xwedî mulk.
- Tukes nikare bi
awayekî kêfi ji mulkê xwe bête bêpar kirin.
Bend 18
Herkes mafê
azadiya fikr, wijdan û olê heye; azadiya ol an bawerî guhartin û azadiya ol û
baweriya xwe bi tenê an bi hev re him eþkere him arizî, bi hînkirin, emel, îbadet û
bicihanîna ayînan nîþandanê jî di nav vî mafî de ne.
Bend 19
Herkes mafê
azadiya fikr û îfade heye; mafê ji ber ramanên xwe nehatin êþandin û herweha mafê
bêî nasîna tu sînoran û bi her cure navgînan li agahdariyan û fikran gerîn, wan bi
dest xistin û îfade û belavkirin dikevin nav vî mafî.
Bend 20
- Herkes mafê
azadiya aramane civîn û komelê danînê heye.
- Tukes nikare bête
mecbûr kirin ku bibe endamê komeleyekê.
Bend 21
- Mafê her kesî
heye ku rasterast an jî bi riya nemînendeyên xwe yên bi serbestî helbijartî di
hukûmeta welatê xwe de beþdar bibe.
- Herkes maf heye ku
di mercên wekheviyê de ji xizmetên giþtî yên welatê xwe kelk (istifade) bigire.
- Viyana (îradeya)
gel bingehê otorîteya hukûmetê ye; divê ku ev viyan xwe di helbijartinên durust ên
ku di demên dewrî de, bi raya gerdûnî, wekhev û dengdana dijî an li gora awayeke
hevrûmet a ku azadiya dengdanê ewle bike, xwe diyar ke.
Bend 22
Herkes, wekî
endamê civakî, mafê ewleyiya sosyal heye; ew mafdar e ku bi riya xebata neteweyi û
hevkariya navneteweyi û li gora tenzîm û hatiniyên her dewletê, doza bidestxistina
mafên aborî, civakî û çandî yên ku ji bo weqara wî û geþbûna serbest a
þexsiyeta wî ferz in, bike.
Bend 23
- Herkes mafê
xebatê, serbest bijartina xebata xwe, þertên adil û musaîd ên xebatê û parastina
li dijî bêkariyê heye.
- Herkes, bêî tu
cihêyî, maf heye ku ji bo xebateke wekhev heqek wekhev bistîne.
- Herkesê ku
dixebite mafê meaþek adil û têrker ê ku dikaribe ji wî û ji malbata wî re jiyaneke
þayanê weqara mirovî ewle bike û heke pêwîst be bi îmkanên din ên parastina
sosyal bê temam kirin, heye.
- Herkes maf heye ku
ji bo parastina menfaetên xwe sendîka deyne û bikeve nav sendîkan.
Bend 24
Herkes mafê
bihndan (istirahet) û demên serbest û nemaze tahdîdeke maqûl a dema xebatê û
tatîlên dewri yên bi meaþ heye.
Bend 25
- Herkes mafê
sewiyeke jiyanê ku têra ewlekirina saxî û rehetiya wî û ya malbata wî bike heye,
nemaze ji bo xwarin, lixwekirin, mal, lênerîna tibbî, wisa jî ji bo xizmetên sosyal
ên pêwîst û mafê ewleyiyê di rewþa bêkarî, nexweþî, seqetî, bîtî, pîrî an
di rewþên din ên windakirina îmkanên xwe yên jiyanê ji ber sedemên dervayî viyana
wî.
- Dêyîtî û
zarotî mafên arikarî û lênêrîneke taybetî hene. Hemû zaro, çi yên di zewacê de
bûyi çi yên dervayî zewacê, xwediyên eynî parastineke civakî ne.
Bend 26
- Herkes mafê
hînbûnê heye. Divê ku hînbûn belaþ be qet nebe hînbûna destpêkî û bingehî.
Divê ku hînbûna teknîk û meslekî bi firehî belav be û xwendina bilind bi
wekhevîyeke temamî ji hemû kesan re, li gora þehrezayiya wan, vekirî be.
- Divê ku hînkirin
geþkirina temamî ya þexsiyeta mirovî û xurtkirina siyaseta mafên mirovi û azadiyên
bingehî amanc bigre. Divê ku ew arikarî bide têgihîþtin, musemeha û dostaniya nav
hemû netewe û hemû komên nijadî an olî, wisa jî pêþveçûna çalakiyên
Neteweyên Yekbûyî ji bo xwedîkirina aþîtiyê.
- Dê û bav
xwediyê mafê pêþîkî ê bijartina cureyê hînbûna zarokên xwe ne.
Bend 27
- Herkes mafê bi
serbestî beþdarbûna jiyana çandî ya civakê, ji huneran kelkgirtinê û beþdarbûna
pêþveçûna zanistî û encamên wê heye.
- Herkes mafê
parastina menfaetên manewi û maddî yên ku ji ber berhema zanistî, edebî û hunerî
ya ku ew bi xwe çêkerê wê ye heye.
Bend 28
Mafê her kesî
yê ji bo nîzameke civakî û navneteweyî ya wisan heye ku maf û azadiyên di vê
Danezanê de berpêþkirî bikaribin tê de bi temamî bêne cih.
Bend 29
- Herkes erk
(wezîfe) hene li hember civakê, ya ku tenê tê de geþbûna serbest û temamî ya
þexsiyeta wi mimkin e.
- Di bikaranîna maf
û azadiyên xwe de heryek tenê bi hukmên ku qanûn tenê ji bo ewlekirina nasîn û
qedrê maf û azadiyên kesên din û ji bo bicihanîna xwastiniyên rast ên exlaq,
pergala giþtî û refeha gelemper di civakeke demokratîk de daniye, tê tahdîd kirin.
- Ev maf û azadî,
di tu rewþê de, nikarin li dijî amanc û bingehên Neteweyên Yekbûyî bên bi kar
anîn.
Bend 30
Tu hukmekî vê
Danezanê nikare bê tefsîr kirin wekî ku tu maf dide dewletekê, komekê û kesekî ji
bo kirina karekî an pêkanîna kirinekî ku rakirina maf û azadiyên ku tê de hatine
berpêþ kirin amanc bigre.
Ji Danezana
Gerdûnî ya Mafên Mirov, Institut Kurde de Paris, 1989, 96 r.
|