Kurdish Library

Çalakîyên programî 1998

Çalakîyên programî 1998

bs01332_.gif (2435 bytes)

Armanca tevgerên programî yên Kitêbxaneya Kurdî ew e ku ji bo hilberînên hunerî û ji bo azadîya gotin û îfadekirinê mekaneka azad pêk bîne da ku însan û çandeyên cihê cihê li wê derê karibin bi hev re têkilî deynin.

Di 1998an de di bin navê Svenska fotografer i Kurdistan - Kurdistan bi çavên fotografên swêdî de çend pêþengehên fotoyan hatin amadekirin. Ev proje bi alîkariya Meclisa Wilayetê ya Stockholm Paytexta Kulturî ya Ewrûpayê '98 ve hat amadekririn.

Di roja imzekirinê de, ya ji bo danasîna pirtûka wê ya bi navê "Kurdistan - the shadow of history" (Kurdistan - Di siya dîrokê de), hunermenda wênekêþ î binavûdeng ji Amerîkayê Susan Meiselas li kitêbxaneyê amade bû.

Ji bo berhema nivîskarê kurd Mehmet Uzun ya bi swêdî Granatäppelblommor (Kulîlkên hinarê) li gel weþanxaneya swêdî Ordfront li Kitêbxaneyê civînek hat amade kirin, Uzun li gel gotûbêjên bi xwendevanan re her weha kitêba xwe jî îmze kir.

Di roja helbestan ya bi navê "Ez û nasnameya min" de, çar helbestkarên jin yên Kurd ji sê welatan, bi muzîka Adnan Kerîm re ji helbestên xwe nimûney raber kirin.

Peþangeha ku di salvegera yekemîn ya vekirina Kitêbxaneya Kurdî bi navê "Kulîlkên Qedexekirî" hatibû amadekirin û bi destê Wezîra Kulturê hatibû vekirin, ji bo têgihîþtina zordestîya ku li gelê Kurd tê kirinê bû nimûneyeka balkêþ.

George Kristiansen
Pêþangeha fotoyan
Ji bal Hans Göran Franck ve hate vekirin.
15'yê Çileya pêþîn - 14'yê sibatê 1998

Susanne Meiselas
Roja îmzekirinê
Kurdistan - Di sîya Dirokê de
4'ê Adarê 1998

Elin Clason
Pêþangeha fotoyan
Ji bal CH Hermansson hate vekirin.
28'ê Sibatê - 28'ê adarê 1998

Ann Eriksson
Pêþangeha fotoyan
Ji bal Anîta Klum hate vekirin.
17'yê Nisanê - 18'yê Gulanê 1998

Mehmet Uzun
Civîn û roja îmzekirinê
4'ê Gulanê 1998

Göran Börge
Pêþangeha fotoyan
Ji bal Olof G. Tandberg hate vekirin.
4'ê Hezîranê - 10'ê Tebaxê 1998

Anders Blomdahl
Pêþangeha fotoyan
22'yê Tebaxê - 13'yê îlonê 1998

Lars Hesselmark
Pêþangeha fotoyan
Ji bal Inger Olsson hate vekirin.
19'yê Îlonê - 18'yê Çirîya pêþîn 1998

Ez û nasnameya min
Roja helbestan
Çoman Hardi, Dilsoz, Mahabad Qeredaxî
5'ê Îlonê 1998

Kulîlkên Qedexekirî
Pêþangeheka kulîlkan!
Ji bal Marita Ulvskog hate vekirin
20'ê Çirîya paþîn 1998 - 5'ê Çileya paþîn 1999

© Kitêbxaneya Kurdî

02-12-2006