Kurdish Library

Kulîlkên qedexekirî

Kulilkên qedexekirî

Affisch_Forbjudna02.JPG (24174 bytes)

Li ser welatê Tirkîyê

Welat Tirkîye ye…

Welatek ku li wir tu heq ji xelkên din û zimanên din re tuneye.

"Çi bextewer e ew kesê ku ji xwe re bibêje ez tirk im" gotiye Ataturk, yanê bavê tirkan. "Tirkek bergendî dunyayê ye!" ev jî dîsa gotineke wî ye ku li ser dîwarên dezgeh û sazîyên resmî û dibistanan yan jî bi kevirên sipî yên mezin li serê çiyayên kurdan hatiye nivîsîn.

Ramana li ser yekpareyîya millet, dewlet û welat welê bi cih bûye ku di kîjan warî de dibe bila bibe, tu kes -- ger ne bi awayê çêr û nifiran be -- cesaret nake gotina Kurd û Kurdistanê bîne ser zimanê xwe. Cezayê wê hazir e: Li gor qanûna têkoþîna li dij terorîzmê, ji salekê heta sê salan hepis, ger meriv bi qesta grûbeke etnîkî bi kar bîne, yan jî li gor qanûnên 171, 172, 173an ji heft salan heta panzdeh salan cezayê hepsê, ger qesta hewldana serhildaneke organîzekirî îma bike.

 

Çîrokek…

Di salên 1800 û 1900î de giyanasên (botanîker) ewrûpî ku li herêma kurdan giya û kulîlkên nû keþf dikirin, haya wan ji yekîtîya millet û welat ku nayê parçekirin a dewleta Tirkîyê tunebû. Wan gelek giya li pal û qûntarên çiyayên Kurdistanê dîtin û navên wek curdica, curdicum, curdistanica, curdistanus û hwd li wan giyayan kirin.

Di çileya pêþîna 1992an de bi navê Bilim Dilinde Kürtler ve Kürdistan (Di Zimanê Zanistîyê de Kurd û Kurdistan) kitêbeke Edib Polat derket, tê de behsa giya û kulîlkên bi navê kurd û kurdî hatine navandin dike.

Dadgeha Ewlekarîya Dewletê ya Ankarayê di 20ê çirîya paþîna 1995an de, li gor qanûna têko?îna li dij terorê 8:1§ û qanûna cezayê (72§) salek cezayê hepsê û 100 milyon lîre cezayê dravî danê, goya wî di vê kitêba xwe de li dij yekîtîya millet û welat ku nayê parçekirin a dewleta tirkîyê propaganda kiriye.

Polat di kitêba xwe de rexne li helwêsta dezgehên zanistî yên dewletê digre û bi van kulîlkan wek belge nîþan dide ku ev siyaseta hovane ne ku tenê înkara kurdan, her weha înkara kulîlkan jî dike.

 

Li ser kulîkên qedexekirî…

Kitêbxaneya Kurdî nuha van kulîlkên qedexekirî li kêleka kitêbên qedexekirî di warekî azad de wan radixîne û rapêþ dike.

Nuha jî xebata kurdan a ji bo mafên siyasî, çandeyî û însanî, bi riya van kulîlkên qedexekirî dibe xwedî semboleke botanîkî ya bi toneke lîrîk: Kulîlk!


Raxistin ji aliyê Wezîra Çandeyî Marita Ulvskog ve roja înîyê, di 20ê çiriya paþîna a 1998an de saet di 14.00 de vebû heta 14ê sibata 1999an berdewam kir.

Phlomisa kurdica
Boiss, 1978

Phlomisa kurdica
Boiss, 1978

Phlomisa kurdica
Boiss, 1978

Phlomisa kurdica
Boiss, 1978

Phlomisa kurdica
Boiss, 1978

Phlomisa kurdica
Boiss, 1978

© Kitêbxaneya Kurdî

31-05-2003