Kurdish Library |
Göran Börge |
Göran
Börge Ji destpêka 1962an vir de çardeh kitêbên wî -roman, kurteçîrok, li ser edebîyata îtalî- derketine. Ji wan hinek wî bi xwe wêneyên wan çêkirine. Di rojnameya Svenska Dagbladet û RESê de jî kar dike. Göran Börges di navbera salên 1984-1990î de çar caran çûye Kurdistana Tirkîyê û sê caran jî çye Kurdistana Sûrîyê (1986-1996). Encama van gerên xwe di bin navê Från Ararat till Eufrat de wek kitêbdi 1992an de çap kir. Wêneyên wi yên ji Tirkiyê û Sûriyê li Medelhavsmuseet (Muzeya Deryaya Sipî)ê li Stockholm (1992) û pi?t re jî li gelek muze û kitêbxaneyên Swêdê wek raxistinekê hate pê?kê? kirin. Ji derveyî reportajên li ewrûpayê, gelek reportaj-seyehatên Göran Börge yên ji Urdun, Yekîtîya Emîrên Ereban, Umman, Tûnis, Fas, Kenya û Tanzanyayê jî hene.
Vekirina raxistinê ji alî Olof G. Tandberg ve, di 4ê hezîrana 1998an de, roja pênc?emê, saet 19.00an de, hat vekirin û heta 14ê tebaxa 1998an dewam kir. |
Foto 1 Ruha, Kurdistana bakûr Foto
2 Foto 3 Foto 4 |
| © Kitêbxaneya Kurdî | 31-05-2003 |