Kurdish Library |
Çalakîyên programî 1999 |
Çalakîyên programî 1999
Di Sibata 1999an de ji lûleyên qata jorîn av bi ser Kitêbxaneyê de hat. Ji ber vê yekê hem ji alî fîzîkî û hem jî ji alî kar de ji bo Kitêbxaneyê xebateke zêde derket. Me kitêbxane bar kir ciyekî din û nêzî sê mehan em li ciyê xwe yê nû man, bivê nevê vê yekê tesîr li çalakîyên Kitêbxaneyê kir. Pêþangehên fotoyan yên ku di bin navê Svenska fotografer i Kurdistan - Kurdistan bi çavên fotografên swêdî de ku di 1998an de destpêkiribû, dîsa bi alîkariya Meclisa Wilayetê ya Stockholm Paytexta Kulturî ya Ewrûpayê ve di 1999an de jî her berdewam kir. Nivîskarê kurd Selîm Berekat, piþtî demeke sirgûnîyê ya dirêj, cara pêþî di bihara 1999an de hat Stockholmê û ji Beledîya Stockholmê bûrsa ji bo nivîskarên miþextî (sirgûn) wergirt. Ji bo vê yekê li Kitêbxaneyê li gel nivîskar û çapemenîya swêdî kokteylek ji bo Selîm Berekat hat çêkirin. Pêþangehên fotoyên Daweteke kurdî li ber Nemrûdê li gel fotograf Konny Dauner û rojnamevan Karin Levander hate amade kirin. Di warê alîkarîyên mirovî yên ku bi hevkarîya rêxistinên kurd û swêdîyan li Kurdistanê pêkhatiye, pêþangehek hat amade kirin. Türkçe-Kürtçe Sözlük (Ferhenga Kurdî-Tirkî) ya ku Mehmet Tanrýkulu amade kiribû, bi hevkarîya Kitêbxaneya Kurdî û Weþanxaneya Podiumê hat derxistin. Li gel nivîskarê Ferhengê, serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Keya Izol, serokê Federasyona Komeleyên Karkerên Tirk Osman Özkanat, serokê berê yê Yekîtîya Nivîskarên Swêdê Peter Curman û ji Danîmarkayê ji Unîversîteya Roskildeyê Dr. Tove Skutnabb-Kangas li kitêbxaneyê civîneke çapemeniyê hate amadekirin.Pêþangeha fotograf û endamê birêvebirî ya Komela Fotografên Swêdî yê berê Lars Ekenborn di 12ê çileya pêþîn de bi kokteylekê hat vekirin. Þevên Edebîyata Kurdî ku di dawîya salê de dest pê kir û ewê seranserê sala 2000î jî berdewam bike, bi helbestvanê kurd Refîq Sabir ve dest pê kir. Di vê þevê de li gel xwendina helbestan, bi kurdî û swêdî, kitêba Refîq Sabîr ya bi swêdî; Istidens epok (Destana dema qeþayî/bestavî) hat danasîn. |
Konny Danuer & Karin Levander Pêþangeha fotoyan "Daweteke kurdî li ber Nemrûdê" 28 Nîsan 1999 Piþtgirîya
swêdî û kurdî Selîm Berekat Mehmet Tanrýkulu Þevên edebiyata kurdî Lars Ekenborn |
| © Kitêbxaneya Kurdî | 29-08-2002 |