Kurdish Library

Kovara kurdî yên kulturî

Kovarên kurdî yên kulturî

KurdistanJournal.GIF (1790 bytes)

Kovarên kurdî ji bo ziman û edebîyata kurdî gelek girîng in.

Yekem rojnameya kurdî Kurdistan di 22ê nîsana 1898an de ji alî Miqdad Mîdhet Bedirxan, li Misirê li bajarê Qahîreyê hate derxistin.

Wî gelek caran -bêyî ku serê xwe li berê xwar ke- ji siltanê Îstenbolê re nivîsî ku ew destûrê dixwaze da ku rojnameya xwe li Îstenbolê derxe.

Piþtî Miqdad Mîdhet Bedirxan birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weþandina wê kir. Û rojnameyê jî ciyê we?ana xwe guhest Swîsreyê û li wir 14 hejmarên (hejmar 6-19) wê derketin. Piþt re Misir careke din bû ciyê derketina hejmarên 20-23yan yê rojnameyê. Hejmara 24an li Londonê derket. Piþt re redaksiyonê barkir Folkstonê û piþtî wê jî Swîsreyê ku li wir jî herdu hejmarên dawî (no: 30-31, 14 adar 1902) yên rojnameyê derketin.

Kurdistan wek yekem rojnameya kurdî her weha ji bo kovar û rojnameyên din ên kurdî ku li pey wê tên tarîxeke rojnamegerîyê û her weha "tarîxeke penaberîyê" jî afirand. Kovar û rojnameyên kurdan çi bigre pirê caran li derveyî welat, li penaberîyê û di ?ertên dijwar yên ekonomîk de derdikevin.

Lîsteya kovar û rojnameyên bi kurdî û yên bi zimanên din ên ku li Kitêbxaneya Kurdî hene, di vî warî de dikare fikrekê bide.

Ji ber þirovekirin û tarîfa kulturê, hilbijartina kovarên edebî û kulturî gelek zehmet bû.

Di vê rûpelê de bêtir me cih da kovarên ku serbixwe diyar in û bi rêk û pêk ji me re tên þandin.

Ji alî zarave (kurmancî, soranî, dimilî/kirmanckî), ziman (kurdî, tirkî, almanî, îngilîzî, swêdî û yd.) û ciyê we?anê ve me pircûreyî ji xwe re bingeh girt.

Ev xebata me her weha ji bo sîparîþa kovarên kurdan dê hêsanîyekê jî peyde bike.

Em amade ne ku di warê agahdarîyên li ser kovarên kulturî yên kurdî de bi her awayî alîkarîyê bikin.

Kovarên kurdî yên ku di Kitêbxaneya Kurdî de hene
Kovarên kurdî yên ku li Tirkiye hatine weþandin

Azadîya Welat
Kovara sêmehî
Istanbul, Turkey

Bîrnebûn
Kovara sêmehî
Bonn, Germany

Dema Nû
Kovara hefteyî
Diyarbekir
,
Turkey

Kurdistan Heute
Kovara sêmehî
Bonn, Germany

Lêkolîn
Kovara sêmehî
Berlin, Germany

Nûbihar
Kovara sêmehî
Istanbul, Turkey

Peyama Kurd
Kovara hefteyî
Bonn,
Germany

Rahand
Kovara sêmehî
Kista, Sweden

Roja Nû
Kovara sêmehî
Stockholm, Sweden

Serbestî
Kovara sêmehî
Istanbul, Turkey

Sîrwe
Kovara sêmehî
Mehabad, Iran

Vate
Kovara sêmehî
Stockholm, Sweden

© Kitêbxaneya Kurdî

10-01-2006