Kurdish Library |
Navên kurdî |
Navên kurdî
Maddeya 16'a ya Qanûna Nifûsê ya Cimhûriyeta Tirkiyê û maddeyên 5 û 7'an yên Tamîmatnameya di derheqa paþnavan de, navên bi Kurdî li zarûkan danînê qedexe dike. Qanûn, hemwelatiyên Kurd yên Cimhûriyeta Tirkiyeyê, ji mafê hilbijartina navê xwe mehrûm dike. Bi mebesta alîkarîya dêûbavên ku dixwazin bi zmanê xwe navekî li zarûkê xwe deynin, em lîsteyeka navên kesan yên bi Kurdî raberî we dikin. Di zik hev de 1904 navên mêran (lawan) û 2141 navên jinan (keçan) li gora tîpa destpêkê rêzkirî hatine raber kirin. Navên ku hem ji bo lawan hem jî ji bo keçan dikarin werin bikaranînê, bi stêrkeka (*) li pêþiya wan hatine nîþandanê. Pirtûkên ku di amadekirina vê berhevokê de me ji wan îstîfade kiriye, di çavkanîyande hatine nîþandanê. Dêûbavên ku ji vê xizmeta me îstîfade bikin û nav li zarûkên xwe deynin, navê ku hilbijartine û roja bûyina zarûkên xwe -ger bixwazin tevî wêneyên wan- emê di nav rûpelên xwe de cîyekî taybetî ji wan re veqetînin û ji wan re perûyekê biþînin. Di warê nûkirin û pêþvebirina vê beþê de, emê bi alîkarîya we gelek kêfxweþ bibin. |
Çavkanî: |
||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
| © Kitêbxaneya Kurdî | 19-06-2002 |