Kurdish Library

Kurdish Poetry [Rojen Barnas]

Rojbaþ Roza

Rojbaþ
Beyanî be xêr
Ez û tu
Bi çivik-firê
Sê hezar kîlometre ji hevûdû dûr
Lê, bi giyanî
Ji canê hev ji hev re nêziktir in.
Dengê min nagihîje te, dizanim
Di vê berdestî sibê
Di xewka þîrîn
Pêjnê
Hilîne
Ku bibêjime:
Di xewnê de rojbaþ
Di xeyalê de beyanî be xêr.
Bi nermî çavên xwe veke
Tevzî li ser tavzîyê bi þîranî
Belav ke li canê xwe
Û bi giranî
Bi bîr bîne ku
Ev herikîna pêlên pêjnîn
Di ser bej û derya de
Bi milmilîn
Bi axîn
Derketiye.
Ev ne nonûçe ye, metirse
Ev ragihîn
Ev dazanîn e, ji dilê min ve
Dilê min
Kaniya agir
Dilê min
Kevanê evîn.
Xarîta dinyayê veke li ber xwe
Li hêla bakurîn binihêre
Tê bibînî
Bejekî
Ku mîna nikulekî kêrr
Serejêrî atlantîkê biye
Serî,
Ji derya qeþemê gewr
Û dilê wê
Ji bêriya rojê dixewire
A...
ha!
Li wir e,
Hêlîna tenyayiya dilê min.
Gul li þaxê
Kulîlk di guliyê xwe de geþtir e.
Ku ji avê derkeve
Masî
Dimire
Rast e,
Meriv meriv gotiye
Masî jî masî...
Em,
Ne masî ne, ne gul in, ne kulîlk
- Bi çavek xwas
Gava lê bê nihêrtin-
Lê em jî
Ji hêlîna xwe ya çande-civakî
Ku dûrkevin
Ji wan gelek
Ne teveltirin.
Ez,
Ne þaxa hewrê
Ne þiva mêwê me
Ku bêreh hêþîn bibim ji nû ve
Ji nû ve reh berdim di axê de.
Tu wisa
Bi çavekî xwas
Bi mantiqekî rût
Li sinê min menihêre.
Heriya min,
Di teþta çandekî mêjûyî de
Bi hezar salan
Hatiye hevîrkirin
Û ez hatime patin
Di hêtûna
Netewebûyîna
Gelekî
Kevintirîn
Û ez
Ji Zerduþt pîrtir
Ji sedsaleya xwe
Hêþîntirîn.
Biyanîtî dijwar e, Roza
Biyanîtî,
Kabûsekî har e, di ser sînga meriv de
Û tenyayî
Mîna dilopekî xwas
Li Okyanûsa Mezin
Bi serê xwe:
Bê windabûn,
Bê fetisîn
Jiyîn...
Ey tîhna di nav pêlên xwînê de!
Meqerime
Meqerise
Raneweste weþekî
Bifûre
Bikele
Meawiqînê gera xwe
Haya te
Ji te
Hebe.
Bo welatê xwe, ji welat dûr im
Bo welatê xwe cêlî û tenya
Bo welatê xwe,
Li van deveran tengezar im.
Ey olana heyvê
Ku niha
Leylana wê li Diclê
Li Firatê diîse
An mîna keçperiyek dileyize
Li ser deryaça Wanê
Û ey kevirên reþî Amedê
Ku niha
Li ber tava wê dibirise:
Hûn nizanin ku dilê min
Çawa bi we ve ye,
Bi bêriya we çawa davêje
Çawa dimerise
Ji weþê carek.
Rozayê!
Xweþkokê
Þîrînê
Hiþazayê
Li pêþ vêna min ronahî
Di þêna min de, serketina li xwezayê
Lê,
Bûka yekþevîn
Ku tevî zavê ranezayê:
Ramîse ji ber min ve
Bi çavên xwe î kesk î belek
Stêrkên me
Yek bi yek
Û derkeve pêrgîna Rojê
Bi sariya sibê
Bibêje:
- "Ey dostê min î rabirdû
Mefera pêþbîra me!
Tê kengê bibiþirî ji me re?
Kengê bi me re
Derkevî serketinê?"
Roza!
Dilmiza, evîna min
Xweþî þahî bo te
Rojbaþ
Beyanî be xêr.

 

© Rojen Barnas
Ji Heyv li Esmanê Diyarbekirê, Invandrarförlaget, Borås, 1983, r. 47-58

© Kîtêbxaneya Kurdî

11-08-2000