Kurdish Library

Kurdish Poetry [Rojen Barnas]

Milkê evînê

Min milkekî heye li wê deverê
Serkaniya evîn û geþ-asoya xweziyan
Karîna jiyana min
Bi rik jê dizê.
Milkekî diherike û tê
Dastan e, ji xewnan vehonandî
Milkekî difûre, belê
Gewlaz e, ji axîn û keserê
Ku hê jî "Qalûbela"
Tarîx e li enî û
nûsîn e, li bextê me.
Milkekî ji navserên li Mûnzir û Agirî
Serejêrî Xaniqînê dibe.
Gava Roj dibiþire li Mahabadê
Kerresî digermijin ji kêfa
Li dolik û mesîlên di Efrînê,
Li wan berwarên Çiyayê Kurda.
Min milkekî heye ku lê
Her deq-qe
Perçeyek min
tête kuþtin
di ber da
Û jê
Her deq-qe perçeyek min
ji nû va dizê.

 

© Rojen Barnas
Ji Milkê Evînê, Weþanên Nûdem, Järfälla, 1995, r. 37
© Kîtêbxaneya Kurdî

11-08-2000