Kurdish Library

Kurdish Poetry [Eskerê Boyik]

Roja bûyîna te

Min kulîlkên çîya anîn
Te ra pêþkêþ -
Te got: wê vandera
Bikne qirêj
Û te nîþanî min da
Pêþkêþa xelqê yê biha.
Min ser texte stira
Kilamê me yê çîya,
Te guhê min da go: þerm e
Estirada!
Û mîna dîna te lîst,
Fokstrot, tango, tvîst.
Te go, gerekê ez te hînkim,
Tê kivþê zef paþda mayî,
Min go, xwezil tu
Haqas pêþda neçûyayî…
Ez, ku mehek pêþda
Hazir dibûm seva
Roja bûyîna te…
Por û poþman, nîvcî da
Derketim ji mala we…
Roja bûyîna te
Bû gelîkî bê bin
Û kete orta me…

 

© Eskerê Boyîk
Ji Kulîlkê Çiya, Neþirxana Riya Azadî, 1990, Köln, r. 138

© Kîtêbxaneya Kurdî

11-08-2000