Sibe
- Rojhilat bi
rengê zêr û zîv e
- Kosret li ser
mijê ye, sifarî ye
- Duh ji berfê
sîstir bû mij
- Îro xweliya
êgir e, risasî ye
- Çile ye, lê
wek demek ji biharê
- Erd nerm e, hewa
nerm e, sibeheke aþitî ye
- Dîk bang dike,
dû bi ser kulekan ket
- Li jêr
xule-xula avê, çavkanî ye
- Çivîk
dixwînin, lê gol bêdeng e
- Hîn di xewnên
þevê da ye, zîvînî ye
- Rojê lê da,
pelên þevnemî diçirisin
- Zevî þîn
bûne, keskezer û çîmanî ye
- Bayekî sivik
dilîze bi pelên dara bîyê
- Dem çû, êdî
zerþîn û þerabî ye
- Duguhure dem bi
dem, deqqe bi deqqe
- Wek rojên
payîzê ne, heryêk yêke dî ye
- Binêr nuha jî
dûmaneke tozpembe
- Lê ew jî çû,
çiya reng bi reng in û ezman binewþî ye
- Çileyê
Pêþîn, 1994
©
Kemal Burkay
Ji Çýra, Hejmar 1, Stockholm, Adar-1995
|