Mela banga sibê didî
-
- Mela
banga sibê didî
- Dibê:
ji xew rabin bese
- Ev bû
hezar sal kolene
- Ta key
di xewde bin, bese:
-
- Li ser
we tim zor û setem
- Pingav
û gol û ça û çem
- Bahoz
û serme û seqem
- Ma win
þiyar nabin, bese:
-
- Malê
me her bixwî neyar
- Tim
bêne me qamçî û dar
- Bindest
û birçî û hejar
- Parsek
jî wa nabin, bese:
-
- Bindestê
dijmin pir nexwe?
- Li ser
çiyan em bûn kele?
- Qirdê
me kor, bextê me re?
- Ma hê
jî ranabin, bese:
-
- Welat
xweþe tev xêr û bêr
- Petrol
û hasin, zîv û zêr
- Bindestê
dijmin tim li jêr
- Ta
kengî kolebin, bese:
-
- Hetta
nebin xwenda û jîr
- Bê
rêber û bê destegîr
- Bê
dewlet û rist û wezîr
- Bindestê
tirka bin, bese:
-
- Dijmin
Relek zana û xurt
- Xwînxwar
û devlok, har û sirt
- Ta key
bi xap û fort û zirt
- Li ser
me axa bin, bese:
-
- Tev
yên mene ev bax û dar
- Deþt
û çiya, lat û zinar
- Em
derketîne, bendewar
- Lê ew
di baxa bin, bese :
-
- Ev xan
û eywan û sera
- Dijmin
bixun mal û pera
- Xweþ
têde rûnin, lê çira
- Em tim
li çola bin, bese:
-
- Em tim
ji derve dûrîdest
- Birçî
û tazî, jar û mest
- Tim
têne kuþtin dest bi dest
- Bin
boks û dara bin, bese:
-
- Dijmin
ketin xanên bilind
- Girtin
ji ber me þar û gund
- Lê em
bikûrin rengê kund
- Yan
rengê zaxa bin, bese:
-
- Daxwaz
çiye ji serxebûn
- Da em
bixun mal û hebûn
- Pê
xweþ bikin derdê derûn
- Lê
xurt û zana bin, bese:
-
- Li ser
çiyan nal û girîn
- Guhdêre
qîr û deng û þîn
- Dîsa
ciger tev bûye xwîn
- Bin
berf û serma bin, bese:
©
Cîgerxwîn |