Ciwanî benaw
-
- Qij
kalî, lêw alî, pirþingî niga kal,
- ey
kiçe ciwanekey sergona nextêk al!
-
- Ey
kiçe mengekey be dengî çipe dû,
- gendemûy
demûçaw, meçek helnegirtû…
-
- Ey
endam wurdîley, nermoley êsik sûk,
- ey
bergîsakarit dilgîrtir le hîy bûk!
-
- Rast e
min rêbwar im, serpêyî erwanim,
- belam
wa ciwanîy to karî kird le giyanim,
-
- elêy,
nek her esta, 'umrêkî dirêj e
- be'w
dest û pencanet birînim sarêj e!..
-
- Ey
kiçe kaleke! ciwanî tir ba zor bin,
- le
baxçey liehara gulbaxî ber xor bin,
-
- ba
rengyan perdaxt bê w cêgeyan ser çil bê,
- be
watey xelkî tir ba nawyan þagul bê,
-
- giyanî
min bo telê wenewþe peroþ e,
- ke le
jêr seberî tûtirka xamoþ e!
-
- Le
hemû asmana estêrey berbeyan!
- exate
dilî min hestêkî sipî w ciwan!
-
- Le
textêk heldestê hezar û yek nexme:
- eweyan
þîrîntir dêt göm zor nizm e!
-
- Kanîyekî
rûnî ber tirîfey mangeþew:
- le
binya bilerzê mirwarîy zîx û çew,
-
- ciwantir
e le lay min le deryay bêsinûr
- þepolî
bate ber tîjgî roj þilp û hûr!
-
- Qij
kalî, lêw alî, pirþingî nîga kal,
- ey
kiçe ciwanekey sergona nextêk al!
-
- Derbest
nîm rêbwar im, derbest nîm rewtenîm,
- ezanî
þipirze w derbestî êcgar çîm?
-
- Hîy
ewey nîgarek le yadim kêþrawe,
- þoxekî
nayab e, belam ax, bênaw e!..
©
Goran
Ji Tårar och konst - Firmesk û huner, Sollentuna, 1986,
r. 41-43
Wergerandin: Lars Bäckström, Ferhad Shakely, Bakhtiar Amin
|