Bo gewreyekî þi'ir-dost
-
- Þi'irî
ciwanit ewê, qurban, þi'irî ciwan,
- þi'irek
geþe w zerdexene ba be jiyan!
-
- Þi'irê
çeþnî estêre bicrîwênê,
- rûn
bê, naxî deryay derûn binwênê,
-
- wek
bilbilî naw hêlaney germ û gur,
- asûde
bê w beste bilê ser û mir!
-
- Þi'irê
ke wek sawa nazdar û ciwan bê,
- xorakî
goþtî dil, þîley jiyan bê!
-
- Þi'ire
ke her dengêkî zirngaey zeng bê
- her
kertêkî nexþêkî rangawreng bê!
-
- Þi'irê
giyanî tiya bê w bijî w bibizwê,
- zubanî
dil bizane w baþ pey bidwê...
-
- Qurban,
rastit ewê min û þi'irî wa
- çeþnî
'ecem elê, kuca merheba!
-
- Le
pêþ hemû þiteka çunkî kurd im,
- çolekey
naw hezaran dawî wurd im,
-
- balî
firîn, denûkî hawar kirdin,
- ziyatir
çeqom nizîk exa le gerdin!
-
- Bilbilîþ
bim madam qefesim teng e,
- zimanim
lal, nexmey þi'irim bedeng e!
-
- Cige
leweþ le hemû þit xiraptir:
- dil
xalî ye, kûrem tiya niye agir,
-
- perey
dile zamdar nebê be tîrî
- xuway
dildarî, zuhrey ciwanî zincîrî
-
- legel
rîþe w regî ne-alozabê.
- dile
Pîrî xoy lê dabê w rizabe.
-
- ew
dile, key cêgay perîy ilham e?
- goþtî
bêgiyan xoy kame, þi'irî kame?
-
- Le
paþana, qurban renge bizanî,
- me'mûrekî
biçûk, wek min, jiyanî
-
- gerdinkeçî
nan e, hukûmet, nanîþ,
- boy
jem be jem hisab eka be pêy îþ!
-
- Ta
þan û mil wek qeydî kon toz negrê
- îþ
bo mîrî, sema bo jûrdest nekrê
-
- ta
mandûbûn -na kifrim kird- ta mirdin,
- key bo
me, mûr elwe, qurban nan xuwardin?!
-
- Mêþkê
awa derdî sik endêþey bê,
- lenaw
deryay îþa gêre w keþey bê,
-
- key
çaw be dinyay ciwaniya bigêrê,
- herçîy
bînî bîxate pênc þeþ dêrê?!
-
- Emca,
qurban, hîwam heye le (Goran)
- îtir
dawa neken helbestî ciwan ciwan!
-
- Beser
þi'ira kesê zal e serbest bê,
- berella
bê, be 'areqî 'eþq mest be,
-
- bo min
weha elwê îtir xamoþ bim,
- ba le
meydan wun bim û feramoþ bim!..
©
Goran
Ji Tårar och konst - Firmesk û huner, Sollentuna, 1986
Wergerandin: Lars Bäckström, Ferhad Shakely, Bakhtiar Amin
|