Kurdish Library

Kurdish Poetry [Ehmed Huseynî]

Serpêhatiya kulîlkên bej

Yara min!
Ez û tu. Serpêhatî û du çûkên bi xunava þîniyên giranbu haþilbûyî. Hêlyna çavê te hêjayî axîna min bû. Bi xwelibakirina porê te re rûpelên serpêhatiyê diweþiyan. Sira bayê sibê û tovên bêrîkirinê bi hev þa dibûn. Tu di nav pencên xewna min de zuha dibûyî, pirsên min ji sînga te weke çavkaniyan dipijiqîn.
Serpêhatî bû di panavên kurtepista þêt de belû dibû, þûnþop rondikine þermînî yên hevaline westiyayî di mijankê zindanê de, bi tevzînokan, bi gulhirûr û gavên buharê, radixist. Þevê, kirasê xwe li te dikir û li nik pencereyên xilmaþbûyî kulîlkên bêrîkirina te diçirisîn. Li ser pîtanokên lêvên te yên wekû êþekê, ref ên qulingan diketin naveroka aramê. Pinpinîkên kenê te nêzî zordestiya demê nedibûn, lêbelê stiranên êvarê, yên bêrîvanên bergirêdayî, bi þohiyên çavlirêmanê ji keftelefta te diherikîn, taristana çîrokên te, jena bîhokan û tovên evînê di pîrozbahîya laþê te de dibiþkivîn, weke gerdenîkekê ji êgir te seranserî xewnê dixemiland...
Tu kevoka êþê bûyî... Tu behiþt û dayika girî bûyî.
Serpêhatî bû... û gunehkariya Zînê li ser eniya þevînî ya Birca Belek bi pênûsa zikreþiya Beko hatibû nivîsandin, Sîrwan bi cangiranî destên xwe yên kesk û berfireh, ji himbêzkirina elenda hevdîna te, dida alî û dilê me yê dorpêçkirî bi toza þûnwaran li ber girnijîna xwe digindirand, bi tiliyên ava hiþîn bîranîna me dihûna.
Ez bi bîna te dihatim dagirtin, keskesorek di dîmenên bajêr de diçilmisî. Min "gula berbero" bi agirê nava xwe haþ dikir, min bax û bîstanên te, ebrû û kildanên te ji bilêvkirinê bernedida, lê tu dihatî, mîna hechecîkekê, te xwe li ser þaxên xwîna min datanî, firiþteyeke birîndar, hevaline windabûyî, baskên te ji þîniyên mezin in, evîndarê te dilmest e, li ber dergeh, dergehê paytext û bajarên dijwar, ji serpêhatiya te diniqute û xêzên bengîniya te asoyeke lajwerdî diafirînin, û ez jî, qunax û nalînê, rêçan û xatirxwestinê di hiþê te de dimeyînim.
Gava ku min pesnê te
bi þîrava gulan, dida
Tu li gel min bi zimanê
birîna xwe diaxivî...
Tu j i qîzanî diketî
di livîna tirsê de radiketî
Min govenda mêraniyê lidardixist
û pîrê, pirsa min di konkê xwe de dirist,
Li navnîþana te kerr û gêj bûm
Dema ku þevê ferhenga xwe guvaþt
min tu nas kirî
Di berbanga çavê te de, gelawêj bûm...
Ku ro hildihat
serpêhatî har dibû
Ku ro diçû ava
Raperîna canê te diljar dibû...

2

Û serpêhatî li ser dîwarê hemû îstgehan belav dibû. Dîwarên herifî yên kêlîkên mêrkuj û dayikên xemgîn herdem nîþana gulvedana te ne. Zinge zinga gavên te di kolanên laþê min de, çûkên destê sibê bi bizava dara tûyê re, tînin bîra min. Hiþê min di ser dev re diçe, bi çîrokên te þaþ bûme tîna peyvên te j i xwe re dikim balgeh, helbesta jiyana xwe ji þekirrêjiya lêvên te hildibijêrim û berzûrî xwedanê nêrîna te dibim.
Serpêhatiye, di guldanka demê de bi xwîn û xwêdana me, bi vîn û renckêþana me hildiperike bêdengiya zîzbûna þevê.
Ez û tu ne, li balafirxanan hev wenda, dikin, li odeyên hêwî ên hevalan dest bi destana girî dikin, bîranînan radixînin û dengê Nasirê Rezazî ji ewrên matmayînê yên li ser serê me, diherike. Bixçika gazinan li ser milê te ye, bajarê me yê þewitî di reþka çavê te de û bi hezaran pirs li ser lêvên te þiyar dibin û ji niþkê ve, dilê min di nav destên te de dilerize.
Bila gulên vî welatî tev ji boyî te bireqisin û gulek ji rengê axîna te, ji oxira min re bibe kefen...
Evîna te bager bû
Lewra ji dara bendemana te diweþiyam...
Her roj dimirim ;
Her þev min di goristana xewna te de vediþartin...
Weke kulîlka hinarê
Di vê bihara bê hinar de
Ez li ser þaxên bêrîkirina te dibiþkivîm...
Ez û tu, û serpêhatiyê weke demsalekê, werzên bizdayî di nava me de derbas dikir. Me kûrbûna xewrevînê bi bejna þevê dipîva, û min navê te bi mijankên xwe diguvaþt taku toza mirinê ji ser çavên xwe biþom. Zaroka te bûm, serê min li ser çoga te ye, min bilorîne... min biloooo...ryi i ...neee û serpêhatiyê weke xetîreyekê di kezeba min de raçikîne...

3

Û parsûyên serpêhatiyê bi hingivandina te diqirçiyan. Te kuleka zaroktiya min vedikir, te reng û tama pincarên bîra min ji ber dikir, sitirîzerk û gunpisîk di çermê min de çeng dibûn,û mija bêreng ya ku di henasa havînê de dipêliya, dilê min dikir du felqe# kulên min li ser hingivinokan belav dibûn: Tu mêþa hinguv bûyî, te berê min û xwe dida kewarên nalîna sermedî.
Her ku dara tûyê dipeyivandin
serpêhatiya me li ser zimanê wê bû.
Her ku ewrekî giran ji bezê bînçikyayî dibû
tîrên xwe yên avînî dibarandin û
hinarkên zevîyan, biskên serpêhatiya te mist didan.
Û her ku ez û tu di gulistana serpêhatiyê de
hînî þîrava gulan dibûn
zengilên penagehan em agahdarî zuhayê dikirin.

4

Li ser doþeka nermîn ramidandî bû, bi dîwarên paþerojê re dipûnijî, bi þûjinên çavê xwe pêþeroj qul dikir, ji qulên zivir diþemitî anuhayîyê.
Serpêhatiyê mîna birûskekê di hiþê wî de veda...
Pirsên hebûn û nebûnê ji pêxêra xwe berda...
Bi kotekî þevê ramana wî û berbeyanî za...
Xwe hilgirt, hiþê xwe girt û bû neviyê ba...
Hîv di çavên wî de raketin,
Anuhayîyên bedew ji moxila serê wî derketin,
Ji gula dilê wî cejn û awaz ketin,
bû kat, bû berbat û serpêhatî neçû ava...
Ez û tu ne û Rono di nav me de sînorekî serserî ye, û keziyên te bi darbiþkêvê re êrîþî cergê min dikin. Lîlandina te dibe rivîn û bi kulîmekên gerdûn dikeve. Çîrokên te bi çeperan, bi term û þînan miþt dibin û banga axê, axa ku bi rûyê evîndaran hatiye nixumandin, ji te dest pê dike.
Serpêhatî ye... Ji gera zimanê zemîna dûr e...
Serpêhatî ye, xwîna çeleng e, herdû layên þur e...
Serpêhatî bi çiyan re dibiþirî, ji zimanê þevbuhêrkên malkambax baz dida, di oxira þehîdan de çîrokbêjiya xwe dimeyand û herdem bejna te stêrka karwanan bû. Em ji xulxulandina giyanê te der dibûn û serpêhatî di elfebe ya me de þîn dihat.
(Me di havînê de dest bi rêwîtiyê kir.
Kirasên jinan pir di þînabiyê de çirisîn,
û em ji mêj ve li hespên xwe siwarbûyî ne.
Bê guman dê payiz be, bi kêmanî, li wir, jin in xemgîn bene
ku navên me nas dikin... M. Rilke)

5

Dilekî min di pencerê de bû
Dilek li ser kolanê ye,
Roj diçû ava, hildiperikî dîwaran
Sîbera te diterikî.
Kirasekî sor..
Hevalên bi bîna tûtinê...
Helbestine sergerdan...
Þev ronahiyê ji pencên xwe ber dide
Li ba dibe,
Ji nû ve, bi bîna kulîlkên bejî
bi oksijêna serpêhatiyê, dijene.

 

© Ehmed Huseynî
Ji Rono û Sirûdên Bêrîkirinê, Stockholm, 1994, r. 9-17

 

© Kîtêbxaneya Kurdî

20-09-2000