Kurdish Library

Kurdish Poetry [Ehmed Huseynî]

Sêçira

Mem û Zîn
Tiliyên we yên bê xelekên nîþaniyê
bi ser ava Botan de diweþiyan..
dîwarên Birca Belek dilên bêkelek
li gel tac û gulwaza Komarê dimeþiyan..
pelên gulbuhar û lalan
winda dibin bi cobaran
birûsk, payîz, hevdîn, rojên bitîn
bi ahengên we re dinalîn û diêþiyan
þev e Zînê '
tevlihev im
dûrî te me
ji xwe direvim
were dînê carekê binoþ
vê þêniyê
ji min bidoþ
çavên te bûn bo dîlokan
bo rojhilat û pîrhevokan
çirên te bûn.. ewrên rûreþ
ji gavên te bûn
ronahî bû
bendemana spehî bû
Mem
û axîn, ji þevreþê dikêþiyan..
Ferhad û Þêrîn
Destên we di penceran de xilmaþ dibûn
qulingên westiyayî,
asoya bê ba mayî
roka ku bi pêlëyy kesk diçû ava
diyarî we dikirin..
koçer û kerî li we dizivirîn
xaniyên ji kilsa demê
þar û bangên li paþ gemê
xwelibakirina nîþtiman
lîlan û razan
di kezeba bendemana we de radibûn
û di derya eþqa pîroz de
kef û þîniya þîn hiþîn dibûn
lê þêrînê
lê bîhokê
fermo dilê vê kevokê
çirên te bûn
diçirisîn li ser xwîna wan sorgulan
kewên te bûn
xwe dispartin kurtepista wan kavilan
rêwî hatin lê þêrînê
konvegirtin li dor birînê
bi tenha ye
gir ji xewna ye
tu dilþad î!!?
Tu bînçikandina Ferhad î.
Bi lapûþkên wê zemînê..
Sîyamend û Xecê
Sîpanê Xelatê
Di ser dev re çûye
bi pirsan, û muzîk û seyranê
qonaxa bê tevzînok di xwêdana
gavên Demilqiran de, winda bûye
pezkovî ne, li deþta dîrokê diçêrin
bêrîkirinê.. rojhilata xewnê dihêrin
þevên we, ava reþ ji denê rokê vedixwin
stêrkên ne xuyayî
mirina çiran û oxiran,
perda hawarê li ser Silîva radixin
Lê lê Xecê!
Ne gelî ye
ne gilî ye
ne xwelî ye
ne jî sî ye
xwe dadidin þax û xêzên vê evînê
Lê lê Xecê!
Lê dayîka vê birînê
Siyamend e
ji elind e
xwe dipêçe li giyanê vê zemînê.

 

© Ehmed Huseynî
Ji Bi xewna we pênûsê dilorînim, Uppsala, 1993, r. 59-61

 

© Kîtêbxaneya Kurdî

18-08-2000