Mesaj ji dostên milîtan re
- Ji bo dinyakê nû birano,
- Ji bo dinyakê nû
- Ev þer
- Ev xwîn
- Ev zulim
- Ji bo dinyakê nû birano
- Ji bo dinyakê nû
- Ev aram
- Ev rik
- Ev qolinc
2.
- cendekên zarokên birçî û
qehpikên biçûk
- demokrasiya qesabxanan di bin
dîwaran de dilerize
- di kûçeyên parsekan de
îhtilal
- kirasên belengaz li xwe dike
- ji ber ku fînans kapîtal bi
kûmê xwe yê kolonyel
- û bi rihê xwe yê dirêj û
spî
- meclîsên neteweyan qehîm
girêdane
- bi çarxên har yên dolaran
- rahên çiyan diqeliþine
- întixareke kevnar di qefesa
can de
- bi înadê li þoreþên
durû yên generalên cuntayî
- û ji bo xatirê ordiyên
dagîrker
- hey lê, çavê te bixwum
demokrasiya
- ku bi serqiloç
- û destqeyidkirî ye
- û esnafên noker
- û hemû sextekar û bênamus
- çivîk venaþînin ser
benên telgrafan
- zîndanên tirsê li ser
dilê xama rûniþtiye
- reþandiye strana tarî ya
birçîbûnê
- li ser misilmanên belengaz
yên her pênc wextên selayê
4.
- Aha, welatê min bûye
cendera zilmê
- der û dor mezbehe
- navend gîyotîn
- êvaran devsa nan
- qehir vediguhezin ser
sifreyan
- û bi þev jî
- însanên welatê min bi
bermaliyên re,
- bi êþ û kulên xwe
radizên
- li eþayirên payebilind û
xwedîþahî menihêrin
- stran û dîlanên wan derew
- pevçûnên wan derew
- li milê dinê çiyan
- piþt û stûxwar
- mal kavil û wêran
- û li vî milî
- dizî
- û talan
6.
- Îxanet bi destên xwe yên
revok û bi dilê xwe yê mêrkuj
- di hewþên mizgeftan de
sedaran daçikîne
- zarokên ciwanmerd ên
serxwebûnê
- li ber devê xwekuþtina
mawzeran
- Xalit Begê Cibrî, Seyîd
Riza di întîxara mawzeran de
-
- þikeftên Dersîmê straneke
heyveronî ne
- Mirê mîran nema dikare
biqîre
- ew bêdeng e, serdar û
fermandar du rû ne
- û Mîllî Cephe bi
pêxasiyeke pozbilind
- hinekî Marks hinekî Hitler
- begên Kurdan ku hatine
xeniqandin
- di gorên xwe de tên
gulebaran kirin
- û Mistefa Kemalekî di
elîfbêya burjuwazî de
- di van çiyan de nîr
- li stûyê stranên me yên
hennekirî hatin xistin
- bi navê bratiya gelan
- di van çiyan de zikên
jinên biducanî hatin qeliþandýn
- di van çiyan de îstiklal-i
tam hat fetisandin
- lê lûle hê sar nebûbûn
- rizgarîxwazên Mîllî
dimeþiyan
- pê li serên bi xwîn yên
zarokan dikirin
- û dimeþiyan rizgarîxwazên
millî
- ji bo qetlîamên millî
- ...
- ..
- .
- nanê me tunebû
- guleyên me tunebû
- axa me
- ku bi hezaran can
- û hêvîyekê li zerê
diçand
- tunebû
- miriyên me wekî çiyan li
ser hev vegevizîn
- û namusa me di bin lingan de
ma
- ...
- lanetbûyî
- zar zeç
- jin û dewarên me
- birçî
- ...
- Ew bi çaketên xwe yên
çerm
- û bi potinên xwe yên reþ
- ordiyên talanker nebûn
- ew neferên Kuvay-ý Millîye
bû
- ku me bi hev re nanê reþ
- seriyekî pîvaz parve dikir
- û cendekên me, bê þîn û
bê civat
- li nik hev dihatin veþartin
- cendirme, pilingên bixwîn
yên zor û zilmê
- Zilan bi xwîn rê nade
- ji hal û hewalê fahm nake
- wey loo, lo, lo wey lo
- li pey me alayiya sîwarê
- li ser me makînali
7.
- Dosto, mebesa me bi yeko yeko
gotina van tiþtan ew e,
- ku tu bizanibî ka tu ketiye
nav þerekî çiqas dijwar.
- tîfûs û qanser
- û siyatîk
- dîfterî
- qelsbûna dil, ulser hwd.
- û bi hemû xirabî û
nexweþî
- di ser de jî birçîbûn
- di ser de zordestî
- û di ser de jî zindan
- xum xumeke bêdeng û
keysarê tebîetê
-
- þitil qels in
- di çiyan de êþa xemgîn a
heviyê
- di nav singa axê de tov
rûçikiyê û bi xwîn e
- û stranên me di nav xwînê
de ne
- "roja zivistanê ye gul
nabiþkovin
- bilbil naxwînin li ser
þaxan
- dil dixwaze dest nagihiyê
- wey li min
- ez birîndar im
- ji hundir
- yarê ji hundir biqelþîne
dilê min"
- aha namûs
- ji kedera xwe li întîxarê
diponije
- û qehra vê beroþa vala
- ji xwe fêdî dike
- axa ku yekî bi yek nade
- cot cobar
- gayê pîr
- zar zêç
- birçî û tî
- ne çûyîn
- ne hatin
- û di çiyan de
- mehkûmên tahzî.
Orhan KOTAN
|