Pirsyar sebaret be awareyek
- Le jîlemoy
wuþey dildarî w taset da,
- Le gulawî
henaset da
- Wêney telxî
xom debînim.
- Le giloley
peþokawî gift û got da
- Perey dilî
helkirûzaw û nakamî xom debînim.
- Heþbestekanim
le namey dildarît da,
- Zor car dengî
naskoleyan dête ber göm
- Le xoþiyan...
- Le þepolî
endêþey qûl´a dexinkêm.
- Bo raburdûy
þermezarî xom degerêm
- Bîtasênim,
- Bîfewtênim,
- Laþey kirmolî
le çawî
- Hemû
þeydayekî rast û birîndar da
- Wekû nîþane
helwasim.
- Wam niyaz e le
to, le xom le giþt kesê
- Pirsyar bikem:
- Rast e awarey
þeqam û hewrazekan,
- ˆSêtî wuþey
pirr le barût,
- Harî dilî pirr
le agir, çawî niyan
- Bendî nasorî
baxî rût
- Geyiþtote
nêzîkî peykerî sipî?...
- Baweþ deda
- Le bilêsey
agirî sûr?
- Wam niyaz e
- Le to, le xom,
le giþt kesê
- Pirsyar bikem.
- Hawar bikem
- Min dildarîm
nawê le naw
- Bendîxaney
asinîn da.
- Le naw bêþke w
destraze da giyanim nawê,
- Janim nawê,
- Derdim nawê.
- Bo hetawê
- Demî helbest û
goranîm heldehênim
- Bimsûtênê
- Belam welamî
pirsyarim bo bihênê,
- Bimsûtênê
- Belam lebatîy
sêber,
- Belam lebatîy
sêberî
- Pirr le bon û
pirr beramet
- Tom bo
bênê!...
-
- Þakel,
13.08.1971
©
Ferhad Shakely
Ji Kurdistan le dilî minda ye, Borås, 1985, r. 25
|