Pelê payîzê
-
- govendek
destpêdike li bilindahîyê
- xwe li ba dike
pelekî ji rengê hemû zer û soran
- li ber bayê sar
î payîze
-
- tenê lerz e ew
- li vê berêvara
dereng
-
- li jêr dinêre
- li axê
- li jor
- li asîmanê ji
ewrên rengerisas tikandî dinêre
- ne dest ji darê
dibe
- ne dikare li
hember gazîya axê xwe ragire
-
- werr
- dudil dimîne
demekê
- paþê
- xwe ber dide
- bi giranî datê
xwarê
-
- li jor dinêre
careka din
- li asîmanê
bilind
- li pelên mayî
-
- bî keser
radimûse axê
- û
- piþta xwe dide
bayê hênik
- hiltîne serê
xwe
- diçe
-
- di dil de
xembarîya refên çivîkên koçer
©
Mehmet Tanrýkulu
Ji Destê min li destê te digere, Huddinge, 1995, r. 39-40
|