Gelî
-
- ...top û
tivinga gulle barandin, þûr û satorên ku pê dipesinin û singoyên wanî ku ferqa
zikekî bihemle, zarûkek berþîr û kalekî heþtê salî nasnakin, nesekinîn... mêr
û jinan, keç û xortan, pîr û kalan wek hev para xwe stendin ji mirinê ... û agir
berî avahîyan, berî dexla dan, daku -weka ku hatîye gotin- giya jî þîn nebe li
dewsa ew tê re çûne...
-
- guh neda qîr û
gazîyan
- xwe hil avêt
agir
- dabiland
sîûsê gundan
- wek dêwekî bi
heftê serî
-
- ... þivanan hew
pezê xwe çêrandin li evan mêrgên binavûdeng, dapîr hew çîrok gotin ji nevîyên
xwe re, keç hew bi nazdarî bi destên xortan girtin, hew dengê def û zirnê
mizgînîyan ragihandin, ne kûçkê meyê kullek êdî dikare birreyê, ne jî pisîka me
divê bireve... ji wê rojê pê va kanîya me, girt xwe berî binê erdê da, ne kesî
êdî wê dît, ne jî saloxê wê bihîst...
-
- agirê pîroz û
jiyanbexþ
- van zaliman
- çi anîn serê
te jî
- yê me jî
-
- dema agir li pey
xwe nihêrt
- fedî kir ji
agirbûna xwe
- rabû rûyê xwe
reþ kir
- yên wan jî bi
xwe re
©
Mehmet Tanrýkulu
Ji Destê min li destê te digere, Huddinge, 1995, r. 42-43
|