Kurdish Library |
Kitêbxaneya Kurdî |
Kitêbxaneya Kurdî ku di 10ê Oktobera 1997an de ji alîyê Wezîra Çandeyî ya Swêdê, Marîta Ulvskog ve hate vekirin, di sibata 1996an de bi piþtgirîya weqfa dewletê bi navê Stîftelsen Framtîdens Kulturê (Weqfa Çandeya Pêþerojê) dest bi xebata xwe ya damezrandinê kir.
Ji alî diravî ve hukumeta Swêdê û Belediya Stockholmê kitêbxaneyê fînanse dikin. Meclîsa Wîlayetê ya Stockholmê, sazîya bi navê Stockholm - Paytexê Çandeyî yê Awrûpayê 1998 Komeleya Kitêbxaneyên Giþtî yên Swêdê û Enstîtuya Swêdê di warê projeyên cihê cihê yên kitêbxaneyê de alîkarî kirin. Ji 1999an û pê de Kitêbxaneya Kurdî bi navê Weqfa Kitêbxaneya Kurdî xebata xwe dimeþîne. Kitêbxaneya Kurdî, ji alîyê dînî û sîyasî ve sazîyeka serbixwe ye. Azadîya ramanî û îfadekirina wan di xebata wê de destûra bingehîn e. Kitêbxaneya Kurdî di xebata xwe de modêla kitêbxaneya netewî ji xwe re wek nimûne hilbijartiye. Berhevkirin û parastina berhemên edebîyata Kurdî li gora destûrên xebata kitêbxanekarîyê amade dike û wan ji bo bikaranînê pêþkêþî raya giþtî dike. Herweha giringîyeke taybetî dide hevkarîya bi dezgehên kulturî yên ku li Kurdistanê û welatên din bi xebatên arþîv û kitêbxaneyan mijûl in.
KÝTÊBXANE Kitêbxane ji her kesî re vekirîye.Li gel bideydayina kitêban, di warê xizmetê de li kitêbxanê îmkanên fotokopî û scannerê jî hene. Ger pirtûkên werin xwestin li Kitêbxaneya Kurdî tunebin, ji kitêbxaneyên dinê tên peyde kirin. Kitêbxaneya Kurdî hewl dide, li hemû cîhanê berhemên ku bi kurdî û yên di derheqa kurdan de têne çapkirinê, ragihîne ber destê xwendevanan. Saetên xebatê Kitêbxane di nava hefteyê de (sêþem - în) saet ji 10.00an heta 17.00an; rojên þemîyan jî saet ji 12.00an heta 16.00an vekirîye. Hun çawa dikarin werin kitêbxaneyê Hun dikarin li Vasagatanê li otobosa nimre 65 siwar bibin û piþtî pira Skeppsholmenê li rawestgeha af Chapmanê peya bibin. Li ser milê çepê bizivirin û bi avê ve bimeþin heta hun digihîjin kitêbxaneyê. Ystasyona metroyê ya herî nêzikî Kitêbxaneyê jî Kungsträdgården e. Ji alîyê Arsenalgatanê derkevin û ji wê caddeyê ber bi jêr ve bimeþin. Di ber Grand Hotel û Natîonal Museetê re dom bikin, ji pira Skeppsholmenê derbas bibin. Piþtî pirê li alîyê çepê bizivirin û li peravê bimeþin heta hun digihîjin kitêbxaneyê. Quncikê lêkolînan Xwendekar û lêkolîner dikarin li kitêbxaneyê bixebitin. Li cîyê xebatê PC, îmkanên printer û ji bo jibergirtinê fotokopî û scanner amade ne. Xebata zarûk û xortan Zarûk dikarin li quncikê xwe bi awakî rahet û bihizûr pirtûkan bixwînin, guhdarîya muzîkê bikin û resman çêkin û birengînin. Bi hevkariya Klara Unga ku beþeke Tiyatroya Belediya Stockholmê ye, çalakiyên xwendina çîrokan tê amade kirin. Zîyaretên grûbî Sazîyên wek dibistan, baxçê zarûkan, grûbên qursan û komele, bi þertê ku berê me haydar bikin, dikarin bi grûbî kitêbxaneyê zîyaret bikin. Kitêbxaneya Kurdî di înternetê de Adresa me ya di înternetê de ev e: http://www.kurdishlibrary.org Kolleksîyonên li kitêbxaneyê Kolleksîyonên li Kitêbxaneya Kurdî, ji hemû materyalên bi kurdî û yê di derheqa kurdan de hatîye çapkirinê pêk tê. Materyalên berevkirî li gora destûrên kitêbxanekarîyê têne qeydkirin û jihevveqetandin. Avahîya bendên "databank"ê wek yên unîversîteyan e. Armanca me ew e ku em li rojên pêþ bikaribin hemû materyalên berevkirî bi rîya înternetê ragihînin xwendevanan.
Kolleksiyona pirtûkan Kolleksîyona pirtûkan ji pirtûkên bi hemû zaravayên kurdî û her wisa ji pirtûkên ku ji bal kurdan ve û yên li ser kurdan ku bi zmanên dinê, herwekî Almanî, Azerî, ‘Erebî, Ermenîkî, Danî, Farisî, Fînî, Fransizî, Flemanî, Ýnglîzî, Ýtalyanî, Îzlandî, Katalanî, Norvecî, Polonî, Rûsî, Spanyolî, Swêdî, Tirkî û Yûnanî hatine nivîsandinê pêk tê. Çi bi rêya kirrînê û çi bi rêya ku ji me re têne dîyarîkirinê be, hejmara pirtûkên kitêbxaneyê roj bi roj zêdetir dibe. Pirtûkên ku li Kurdistanê çap dibin û bi hin riyên taybetî digihîjin me, Kolleksîyona kitêbên Kitêbxaneyê hê dewlemendtir dike. Wek tê zanîn li derveyî Kurdistan bidestxistina van pirtûkan berê pir zor û zehmet bû. Kataloga kitêbxane di malpera me da cî digre. Di demeke nêz de meriv dê bikaribe bi riya databasa LIBRISê ku ya hemû kitêbxane û unîversîteyên welatên skandînavyayî ye, jî li katalogên Kitêbxaneya Kurdî bînêre. Xebatên akademîk yên di derheqa kurdan de Ji bo xebatên doktora û yên mezûnîyetê ku li unîversîteyên cihê cihê di derheqa kurdan de hatine hazirkirinê û xebatên akademîk yên di vî warî de ku wek pirtûk nehatibin çapkirinê, li kitêbxaneyê beþekî taybetî tê veqetandin. Ev xebatên hanê wek teksîr an jî wek tekstên elektronîk têne arþîv kirinê û ji bo bikaranîna xwendevanan têne amade kirin. Kovar û rojname Kolleksîyonên li dora 300 kovar û rojnameyên ku bi kurdî û bi zmanên dinê dertên, li kitêbxaneyê peyde dibin. Nîvê wan, ji kovar û rojnameyên kevn ku êdî nayêne çapkirinê pêk tê. Xebata me, ya li gora mijar (tema), kategorî û navên nivîskaran amadekirina fîhrîsta van rojname û kovaran, berdewam e. Di çapemenîyê de kurd Hemû nûçe, hevpeyivîn, rêzenivîs û þirovekirinên ku di derheqa Kurdan de bi zmanên cihê cihê derketine, li beþekî bi navê "Di çapemenîyê de kurd" têne civandin. Hemû nivîsandinên înternetê yên di derheqa kurdan de, ji nîvê 1996an vir ve têne berev kirin û wek tekstên elektronîk têne arþîv kirin. Bi zimanên cur bi cur nêzîkî 30 hezar nivîs, gotar, nûçe, û þirovekirinên li ser kurdan, wek tekstên elektronîkî li kitêbxaneyê di xizmeta kesên ku lêkolînan dikin de ye. Qeydkirin û amadekirina katalogên materyalên di vî warî de, di çarçewa îmkanan de tê meþandin. Belavok, namîlke (broþur) û afîþ Hemû belavokên rêxistinên polîtîk û sendîqayî yên kurdan, têne arþîv kirin. Qeydkirina wan ji bo sala 2000î hatiye plankirin. Namîlke û afîþ, çi yên bi kurdî, çi yên bi zmanên dinê bin, têne berevkirin. Kolleksiyona foto û risiman Kolleksîyona me ya foto û risiman, ji reproduksîyon, kartpostal, slayt, foto û negatîfan pêk tê. Fotoyên ku li raxistina bi navê "Kurdistan bi çavên fotografên swêdî" hatibûn pêþkêþ kirin, ji berêvkê ve têne dîjîtalîze kirin jî. Di dawîya 1999an de, bi qasî pêncsed wêneyên ku li van raxistinan hatibûn pêþkêþ kirin, di beþeka nû ya bi navê "Arþîva foto û rismên dîjîtal yên kurdî" de cî digrin. Rêzeraxistinên "Kurdistan - bi çavên hunermendên fotograf yên ji welatên cihê cihê" ewê bi berhemên fotograf û resamên bîyanî û kurd dom bike û ev berhemên hanê jî wê di arþîvê de cî bigrin. Kolleksiyona materyalê deng, mûsîqî û qeydên dîtinî Kasetên mûsîqî û yên vîdeoyê tên berevkirin û qeyd kirin. Li vê beþê li kêleka qeydkirinên materyalên folklorîk yên dîtinî û dengî, civînên wek konferans û kongreyan û weþanên radyoyên kurdî yên lokal jî tên arþîv kirin. Ev qeydkirinên hanê ji bo lêkolîn û xebatên di vî warî de amade ne. ÇALAKÎYÊN DIN Xebatên programî Li kitêbxanê li kêleka raxistinên risim, wêne û berhemên destkarî, tevgerên çandeyî û edebî yên wek rojên xwendinê, konferans û panelan jî tên pêk anîn. XEBATÊN HEVBEÞ Encumena þêwirdarîyê Encumena þêwirdarîyê ya Kitêbxaneya Kurdî ji Kurdologên ji welatên cihêcihê ku ji xwe ji serî ve di nav xebata me de bûn ji van kesan pêk tê: Prof. Joyce Blau (Fransa), Prof. Martin van Bruinessen (Holland), Dr. Michael Chyet (DYA), Dr. Mirella Galetti (Italya), Dr. Amîr Hassanpour (Kanada), Prof. Philip Kreyenbroek (Almanya), Prof. Izzedin Mistefa Resûl (Kurdistana Baþûr) û Prof. Þakiro Xido (Rûsya). Komela Dostên Kitêbxaneya Kurdî Ev komele, navdarên ji Swêd jî di nav de, ji bal hin kesên ku dixwestin piþtgirîya xwe bi Kitêbxaneya Kurdî re bînin zman, di 5ê Gulana 1997an de hat damezrandin. Komîta wê ya birêvebir ji van kesan pêk tê: serok Ove Rådberg (endamê Encumena Pîyasa Kar û Perwerdekarîyê ya Beledîya Stockholmê), cîgira serok Birgitta Wallin (redaktor), sekreter Eva Melldahl, endam Hêvî Sabrî, Suzanne Osten (rejîsor) û Azîz Alis. Weqfa Kitêbxaneya Kurdî Weqfa Kitêbxaneya Kurdî ku ji nûnerên rêxistinên cihê cihê pêk tê, di 25.08.1999an de bi awayekî resmî hate avakirin. rêvebirîya wê ji van kesan pêk tê: serok Kalli Klement (Komeleya Dostên Kitêbxaneya Kurdî), serokê duwemîn Aycan Bozarslan (Federasyona Komelên Kurdistanê Li Swêdê), Nedim Dagdeviren (Mudurê Kitêbxaneyê), endam Martin van Bruinessen (ji Encumena þêwirdariyê), Anna Gustafsson-Chen (Komeleya Kitêbxaneyên Giþtî yên Swêdê) û Lars Olsson (Kitêbxaneya Qraliyetê ya Swêdê). Li gel nûnerek li ser navê nivîskarên kurdên ku li Swêdê dijî, hejmara komîteya rêvebir ji heft kesan pêk tê. Hilbijartina kesekî din dê di sala 2002î de pêk bê. Xebatên bi tevkarîya tevgirêdanên dinê Kitêbxaneya Kurdî, yek ji beþdarê grûba xebata tevkarîyê ye, ya ku bi pêþkêþîya Kitêbxaneya Bajarê Stockholmê hatîye damezrandin û ji sazîyê navneteweyî yên ku li Stockholmê xizmeta kitêbxanekarîyê didin pêk tê. Sazîyên ku di vê grûbe de cîyê xwe digrin ev in: Arena Norden (Komela Çandeyîya Hevbeþ a Welatên Bakur), Enstîtuya Fînlandî, Enstîtuya Fransî, Enstîtuya Goethe, Enstîtuya Îtalî, Kitêbxaneya Kurdî, Enstîtuya Polonî û Navenda Çandeya Yûnanî. |
![]()
Adrêsa zîyaret |
Adrêsa posta |
Telefon 08-679 88 03 |
| © Kitêbxaneya Kurdî | 2006-01-10 |