Kurdish Library |
Om Kurdiska Biblioteket i press |
Azadiya Welat |
Ferhenga Tirkî–Kurdî ya nû derket
Soreþ Reþî
Ferhenga Tirkî–Kurdî ya ku ji aliyê Mehmet Tanrýkulu ve hatibû amadekirin, bi piþtgiriya "Pirtûkxaneya Kurdî ya li Stockholmê" û ya Swêdê bi navê "Podiom" bi teknîka nû (dijîtal) çap bû. Ji bo nasandina ferhengê, roja 21'ê sermawezê li Pirtûkxana Kurdî ya li Stockholmê civînek pêk hat. 40–50 kes beþdarî civîna nasandinê bûn û dîtinên xwe yên li ser ferhengê anîn zimên. Ferhenga 525 rûpelî ji 23 hezar peyvan pêk tê û ev ferheng bi pergala dijîtalê hatiye amedekirin. Li gorî agahiyan keda 20 salan di ferhengê de heye. Bi riya întermetê her kes dikare jê sûdê wergire. Ferhenga Tirkî–Kurdî ku bi piþtgiriya Podium û Pirtûkxaneya Kurdî, hate çapkirin, di nav nivîskar û medyaya Swêdê de jî deng veda. Rojnameya rojane ya bi navê "Svenska Dagbadet" ku li Swêdê tê weþandin, roja 16'ê sermawezê, li ser ferheng û qedexeya li ser zimanê kurdî, nivîseke bi sernavê: "Ji bo diyalogê di navbera tirk û kurdan de alîkariyeke din" bi berfirehî cih girt. Di belavoka weþanxaneyê de rojnamegerê bi nav û deng Arne Ruth, wiha dibêje: "Mafê zimanê dayikê ji mafên mirovatî yên bingehîn e. Qutkirina ji zimanê zikmakî, tê wateya qutkirina ji nasnav, çand û dîroka mirov." Nivîskar û berpirsiyarê weþanxaneya Podium, Peter Curman jî wiha gotiye: "Her kes bi mafê xwe yê ziman û çandî heye. Gelê kurd di welatê xwe de, ji mafê xwe yê nasnavê qut bûyê. Mimkûn e ku ev ferheng bibe sedama diyaloga di navbera kurd û tirkan de." Di civîna roja 21'ê sermawezê de ku li Pirtûkxaneya Kurdî pêk hat, gelek nivîskar, rewþenbîr, xwediyên çapxaneyan û nivîskar Mehmet Tanrýkulu beþdar bû. Xwediyê pirtûkxaneyê Nedim Daðdeviren bo beþdariya mêvanan dilxweþiya xwe anî zimên û mafê axaftinê da Mehmet Tanrýkulu. Tanrýkulu axaftineke kurt kir û got, ew dixwaze bêhtir li beþdaran guhdarî bike. Gelek kesan mafê axaftinê stand û bi piranî rexneyên xwe anîn zimên. Tanrýkulu kî ye? Nivîskar–helbestvan Mehmet Tanrýkulu di sala 1952'an de li Farqînê hatiye dinê. Wî, lîse û înstîtuya perwerdehiyê li Amedê kuta kir. Ji sala 1986'an þûn ve derkete derveyî welêt û li Germanistanê dijî. Wî di kovara Tîrêj de edîtorî kiriye û di sala 1995'an da li Swêdê pirtûkeke helbestan a bi navê "Destê min li destê te digere!" çap kiriye. Ji bo kesên ku bixwazin lê binêrin, navnîþana ferhengê ya înternetê ev e: www.podium.nu © Þoreþ Reþî och Azadiya Welat |
| © Kitêbxaneya Kurdî | 31-08-2001 |