Kitêbxaneya Kurdî

Daxûyanî, 31.10.2003


Ji raya giþtî re

Stockholm 31 Cotmeh 2003

 

Eve çend rojin ku rojnamevan û weþanger Arif Zêrevan di sîteya xwe ya Kerkuk Kurdistanê de bi hin nivîsan bi þiklekî qirêj li hemberî min û li hemberî Kitêbxaneya Kurdî dimeþîne.

Tevahiya ”mijarê” li ser projeya Kurdish Publishing Center (KPC) ê ya ku ji bo alîkariyê raporekê pêþkêþî Sida yê kiribû ye.

Ez li bendî bersiva rapora ku min pêþkêþî ” Dezgeha Alîkariyê ( Bidragsgivarorganisation) ” bûm, lê mixabin Arif Zêrevan bi konpirasyonên xwe û ji bo berjewendiya xwe ”mijarê” bi zanabûn berevacî dike. Êriþkariya Zêrevan hiþt ku ez rastiya meseleyê ji raya giþtî re eþkere bikim.

Di nivîsa xwe de Zêrevan îfade dike ku: Nedim Dagdeviren Kitêbxaneya kurdî wekî mertalî bo qezenca þîrketa xwe ya þexsî bi kar tîne.

Agahdariya ku ez nuha ji raya giþtî re dikim, bersiva piraniya pirsan e û herweha ji blî polemîkan, bersiva hin nivîsanin jî. Herweha ji min re dibe dubarekirina bersiva hin pirsên ku, min ji muhasebeya dezgeha alîkariyê (Sida) re dane.

 

Têkiliyên di nabêna Kitêbxaneya Kurdî û Kurdish Publishing Center (KPC)

KPC, þîrketeke kesayetiye (enskild firma) û di sala 1995ê de ji bo damezrandina Kitêbxaneya Kurdî, alîkariyê ji Weqfa Çanda Pêþerojî wergirtiye. Wek þîrket, KPC û wek kes (þexs) jî ez, Nedim Dagdeviren, damezrinerên Kitêbxaneya Kurdî nin.

Di 25ê tebaxa 1999ê de min Weqfa Kitêbxaneya Kurdî damezrand û Kurdish Publishing Centerê (KPC) malê miri xwe dewrî Weqfa Kitêbxaneya Kurdî kir.

KPC, damezrinêra Kitêbxaneya Kurdi ye. Êdî têkiliyê di nabêna KPC ê û Kitêbxaneya Kurdî jî çiye, zelal dibe.

 

Projeya – Sidayê

KPC di 25 Tebax 1999 de bi navê Mîrata çanda kurdî biparêze (Rädda det kurdiska kulturarvet) seredana (muracaat) xwe ji Sidayê  re kir. Mebesta projeyê dijitalizekirina pirtûk û nivîsên çapkirî yên li Baþûrê Kurdistanê bû.

(…) ”Wek damezrinêra Kitêbxaneya Kurdî, Kurdish Publishing Center dixwaze bi vê projeyê hin îmkanan biafirîne; da ew pirtûkên li Kurdistanê û li Swêdê çap bûne, bi awayê print-on-demand, bi rêya Internetê ji hemû cîhanê re belav bibe.

KPC, hemû materyalên arþîva ku kom dibin hîbeyî Kitêbxaneya Kurdî dike, ji bo bikaranîna berfireh.” ( ji rapora Sida, Mîrata çanda kurdî biparêze, 25.08.2003 )

Bi baweriya min pêwistiya Kitêbxaneya Kurdî ji karê weþangerî û belavkirina weþana tunebû. Lê belê KPC dikare ji bo pêkanîna vê projeyê bi metoda nû ya çapkirinê print-on-demand, hem karê çapkirin û belavkirina weþanan bike û hem jî bi wan materyalan dîgîtal re kitêbxaneyê dewlemendtir bike.

Min wisa fikirî û wê projeyê bi vî awayî pêkanî.

Bêgûman her kesek, yek bi yek dikare dîtinên xwe li ser vê projeyê bîne ziman. Lê yek tiþt pirr eþkereye ku ev projeya, ji bo edebiyata kurdî û ji bo zimanê kurdî  parêzgehekê, çavkaniyekê û bêhnvedanekê diafirîne.

Bi hêsanî dikarim bêjim ku, tu têkiliyên neyînî di nabêna KPC û Kitêbxaneya Kurdî nîne da yek ji bo berjewendiya xwe ya dinê bikarbîne. Cihê nakokiyan û dijberiyê di nêv têkiliyên wan de nîne. Yek tiþtê wan yê hevbeþ heye: Nêzîkbûn û armanca hevbeþ.

 

Rapora ji Sidayê re

Ji bo min li Baþûrê Kurdistanê pêkanîna projeyê pirr zehmet bû. Li aliyekî tehdîta þer û li aliyê din ve rêwîtiya di nêv çend dewletan nezelalbûn û astengiyan derxist pêþiya min ku min weka plan kiribû, nikarîbûm du caran biçûma Baþûr.

Ev sebeba ha ji min re bû asteng ku min beþa herî girîng ya ji raporê nikarîbû pêkbînim. Ev sebeba ku ya ne di destê min de bû nehîþt ez vê projeyê bi dawî bînim. Kêmasîya min ev bû ku diviyabû min daxwaza dirêjkirina projeyê ji SIDAyê bixwestiya. Ez vê xeletiya xwe qebûl dikim.

Min li Silêmaniyê, li Arþîva Neteweyî ya Kurdistanê scannerek kirî û bi rêya wê heta nuha 7 CD hatiye çêkirin. (Binêre lîsteya kitêban bi formata pdf)

Herweha ji bo ku li derveyî welêt dijitalize bibin, me li Baþûrê Kurdistanê pirtûkan peyde kir.

Di rapora min ya ku min dereng ji Sidayê re þandiye (19 tebax 2003), min lîsteyek ya 121 pirtûkên ku scannkirî (kopîkirî) ji wan re þand û herweha min lîsteyek bi materyal ya ku Arþîva Neteweyî ya Kurdistanê bi rêya Wezîrê Çandê kek Fattah Zaxoyî ve þandibû, pêþkêþî Sidayê kir.

Min di rapora xwe ya ji bo Sidayê de; ji bo dijitalizekirina pirtûkan, pêngavên li Baþûrê  Kurdistanê îþaret kir û behsa têkiliyên bi çapxaneyên li Baþûr kir.

(…)” Ji bo pêkanîna wî karî KPC li Baþûrê Kurdistanê bi munaqeþe, bi danûstendin û bi pirsên balkêþ li ser pirsa piþtgiriya teknîkî xebatek bi rêkûpêkî kir. Çalakiyên ji bo belavbûna edebiyata kurdî, rojname û awayê dîjîtalî gellekî pêþde ketibû. Bi saya hevkariya Aras Publishing û Mukriyanî Publishing li Hewlerê û Serdem Publishing House li Silêmaniyê, îmkana 96 pirtûkên dîjîtalîzekirî yên ku Internetê de jî belav dibin gihiþte destê me. (ji rapora Sidayê 19.08.2003)

Awayê (formulekirina) nivîsa min ya di raporê de, ya ku di derheqê her 3 çapxaneyan belkî xelet hatibe fêm kirin. Me, di nêv xwe de tu peymanek pêkneaniye û bêgûman ew çavkanî û berhem yên her 3 çapxaneyan e. Heger xelet têgihîþtinek hebe, ew ji xelet formulekirina min tê.

Mebesta ”me” 96 pirtûkên dîjîtalîzekirî ”yên gihiþtîbû destê meeve bû ku ”em kurd” dibin xwediyê bikaranîna îmkanan. Di pêþkêþkirina projeyê de min pirr eþkere diyar kiriye ku, ew lîsteya min ji Sidayê re þandiye ne encama vê xebatê ye. Min pêþveçûna xebatên dîjîtalîzekirina pirtûkan li Baþûrê Kurdistanê îþaret kiriye. Ev jî armanca projeyê xurttir dike.

Her 3 çapxaneyên ku min behsa wan kiriye, xwediyê çalakî û xebata xwe nin û hemû berhem û produksiyonên wan, yê wan e. Her 3 çapxane jî karûbarên xwe yên dîjîtalîzekirina pirtûkan li gor îmkanên xwe pêk tînin.

Ji aliyekî din, gellek îmkan û materyalên dîjîtalî hene ku ”me” bi vê projeyê pêþkêþ nekiriye.

Hemû çalakî û xebatên ji bo dîjîtalîzkirina edebiyata kurdî, hevkariyeke mezin û girîng e û hemû jî xizmeta ”parastina mîrata kultura kurdî” dikin.

 

Projeya Weqfa Çanda Pêþerojî (Stiftelsen Framtidens Kultur)

KPC alîkarî ji Weqfa Çanda Pêþerojî (Stiftelsen Framtidens Kultur) jî girt jibo projeyekî  bi armanca hevbeþ, Welateke digital, lê berfireh. Projeya Sida bi Baþûrê Kurdistanê bisînor bû, lê ev proje, ji bo dîjîtalîzekirina edebiyata kurdî ya giþtî bû.

(…) ”Kompetenseke taybetî lazim e ji bo edebiyata kurdî bi çar zarava, sê alfabe ûhwd. KPC berpirsê hilbijartinê materyal, rism/wêne û tekst yên ku bên û ji bo pêvajoya dîjîtalîzekirinê.

Li ser KPC struktureke rêk û pêk bi databas û programkirinê dixebite.

Gava materyalên dîjîtalîzekirî ji bo arþîvkirinê diçe Kitêbxaneya Kurdî, ew materyalana di internetê de bi hevkariya print-on-demand, bi rêya serwerê pêþkêþî Kurdish Book Bank dibe û ji bo firotin û belavkirinê aparatek dê bête ava kirin.

Mafên nivîskar, weþanxana ûhwd. ji aliyê KPC tê çareserkirin. Ji bo mafên weþandina internet û print-on-demand bi hevkariya nivîskar, yan jî bi xwediyên mîratên wan, dezgeh û kesên hiqûkî yên din re divê peymanên cûda cûda bête amadekirin.

Qezenca hatinan bê navbir diçe Fonda Kulturî ya Kurdî ya ku ji aliyê însîyatîfa Weqfa Kitêbxaneya Kurdî tê ava kirin.” (ji miraceata KPC bo Weqfa Çanda Pêþerojî (Stiftelsen Framtidens Kultur), 01.03.2001)

Fonda Kulturî ya Kurdî yê ku ez li jor behs dikim, bi pêþniyariya min di civîna Weqfa Kitêbxaneya Kurdî de (24.09.2003) hatiye rojevê. Birêvebirê Weqfa Kitêbxaneya Kurdî qerar dane ku ew li ser avakirina Fonda Kulturî ya Kurdî pozîtîf in û wezîfe dan ji þefê Kitêbxaneya Kurdî re (ji min re) ji bo lêkolina înterese di nav dezgehên cûda da.

(…) ”Þefê kitêxaneyê pêþkêþî fikrekî, li ser avakirina (Kurdiska Kulturfonden) bi însîyatîfa Weqfa Kitêbxaneya Kurdî kir. Qezencên ku di qontoya kitêbxane de hene divê biçe ji ew fond re yê ku pere ji çavkaniyên din yên kurdî û swêdî jî kom dike. Armanca Fonda Kulturî ya Kurdî divê belavkirinê xelat ji hunermendên kurdî ku him bi edebiyat û him jî bi huner re mijûl in û kesên ku karûbarên giring di nav kultura kurdî de kirin, bibe.

Birêvebirê kitêbxane li hember ew îdeyê wezîfe da ji þefê kitêbxanê re ku ew întereseyên dezgehên din, taybetî jî Konseya Dewletê ya Swêdê (Statens kulturråd) bikole li ser avakirina fondekî waha.” (ji protokola civîna Weqfa Kitêbxaneya Kurdî, 29.09.2001)

Projeya ku KPC alîkarî ji Weqfa Çanda Pêþerojî girt hîn jî didomîne.

 

Xebata Dîjîtalîzekirinê berdewam e

Xebata dîjîtalîzekirinê ya ku teqabulî her 2 projeyan dike, her berdewam e.

Heta nuha weka min di rapora xwe de diyar kiribû, 121 pirtûk di rêya vê projeyê hatiye dîjîtalîzekirin. Xebata pirtûkên hê dîjîtalîzenebûye jî her berdewam e. (Binêre lîsteya kitêban bi formata pdf)

Di pêvajoya xebata projeyê de hin pirtûkên din jî dîjîtalîze bûye. Lê, tu têkiliya wan pirtûkên bi Baþûrê Kurdistanê nîne. (Binêre lîsteya kitêban bi formata pdf)

Hemû pirtûkên ku dîjîtalîze bûne hem li Kitêbxaneya Kurdî û hem jî li Kurdish Publishing Center ê hene. Lê belê ew, hê ji raya giþtî re ne vekirîne. Ez dikarim ewan pitûkên amadekirî pêþkêþî dezgeh û enstituyên kurdan û swêdîyan bikim (heger ew bixwazin).

Spekulasyon û iddîaya Arif Zêrevan ya li ser pirtûkên dîjîtalîzekirî, tenê û tenê ji biryara wî ya ecele, bêbingeh û tevlihevkirina serê xelkê ye.

Emê yek bi yek nimûneyên ji pirtûkên ku dîjîtalîze bûnin, wek diyarî ji Kitêbxaneyên Kurdî li Baþûrê Kurdistanê re (Kitêbxaneya giþtî ya bajarê Silêmanî, Kitêbxaneya giþtî ya bajarê Hewlêr û Kitêbxaneya giþtî ya bajarê Duhok) pêþkêþ bikin.

Ji bo dîjîtalîzekirina pirtûkan, me 2 metod bikaraniye. Metoda yekem, ji pirtûkên orjînal dîjîtalîzekirina wêneyan; ya duyem jî tenê xwendina OCR û tekstkirin e.  Piþt re, xebata serastkirina rûpelan (layout) û karê herî  dawiyê weþana dîjîtalîyê ye.

Fikreke din ya vê projeyê eveye ku, pirtûkên nivîskar û wergêran yên ku bi kompûterê hatiye nivîsandin (bêgûman bi destûra wan) di internetê de biweþîne.

Pêngava sêyem ya projeyê, peymana ji bo bikaranîna mafê xwediyê telîfê (upphovs-rättsinnehavaren) ye da ku ewan pirtûkana bi print-on-demand çapbibin. Min hê dest bi vê pêngava sêyem nekiriye.

 

Di rapora xwe de, min ji Sidayê ji bo temamkirina projeyê, doza mesrefên nû kiriye.

Mesrefa (heqê) nivîskaran ya ji bo nêzî 300 pirtûkên dîjîtalîzekirî, ku 1000 kron / serê pirtûkê û nivîskarî.”

Karê hevdîtinên ji bo peymanan, ji bo çavkaniyan û þirîkên din gihiþtiye qonaxa xelasbûyinê. Karê þêwirmendî, hiqûqî û peymana ji bo hin pirtûkên scannakirî, hê xelas nebûye. Heta bi þirîkên/dezgehên elaqedar peyman pêk neyê, ez tu pirtûkan naxim weþanê. Bila ev, yê ku bêguman e, baþ bête zanîn.

 

Kitêbxaneya Dîjîtalî ya Kurdî û Bank a Pirtûkên Kurdî

Li gor min fikra projeya dîjîtalîzekirinê, avakirina an jî bicihanîna xewnekê ye. Ev tiþta, di nav beþê çand û edebiyata kurdî de bûyereke girîng ya siyaseta li ser kulturê ye.

Kitêbxaneya Kurdî, ewê xebat û çalakiyên xwe berfirehtir bike û her wext ewê ji teknolojiya IT ê îstîfade bike.

Weke çawa KPC hîbekarê Kitêbxaneya Kurdî bû, ewê kitêbxaneya nû ”Kurdish Digital Library” bi materyalên scannkirî di dawiya sala 2004 ê de bête damezrandin. Li wir ewê bi sedan pirtûk cihê xwe bigre. Bêgûman destûra xwediyê telîfkirinê nayê paþçavkirin. Lê belê gellek pirtûk henin ku ji 70 salan bi tementirin, ku tu pêwistiya peymaneke taybetî nake.

Ewê KPC, bi rêya Internetê dest bi firotina pirtûkên çapkirî bike. Bi teknîka print-on-demand pirtûk tê çapkirin û yekser ji ew kesê ku wê pirtûkê xwestiye re tê þandin. Navê vê çalakiyê jî ewê bibe Kurdish Book Bank.

Evana jî berdewamiya dahatiyên çalakiyan e, lê KPC ê di murecaata xwe ya ji Weqfa Çanda Pêþerojê de nivîsûbû, ku ”piþtî însiyatifwergirtina Weqfa Kitêbxaneya Kurdî, qezenca ji dahatiyan yekser diçe ji Fonda Çanda Kurdî ya ku ewê bête damezrandin”. (ji rapora projeyê ku ji Weqfa Çanda Pêþeroj re hatibû þandin. 01.03.2001).

Xebata malperek taybetî ya ji bo Kurdish Digital Library û Kurdish Book Bank  û xebata ji bo îdarekirina materyalên dîjîtalîzekirî, amadekiri ye.

 

Pêkanîna Projeyê

Pêkanîna projeyê, bi min û bi plankirina wexta min ve girêdayi ye. Ez wek berpirsê projeyê, ji bo gihandina armancê pêwist e hin xebatan organîze bikim û hin detayan serast bikim.

Li hemberî dezgeha ku alikariyê dide, di dereceya herî bilind de ez berpirsiyarim û herweha yê ku þertên wê dezgehê bicih tîne, dîsa ez im.

Ez li xwe rexne digrim, ku min rapora xwe ji Sidayê re dereng þand. Derengmabûna min ne bi zanabûn bû, lê dîsa jî ev tiþta xeletiya min ji holê ranake.

Divê ez qebûl bikim, ku min raya giþtî ya kurd, di derheqa projeyê de baþ agahdar nekiriye. Ez difikirim ku hemû agahdarî û xebatê, ezê di dawîanîna projeyê de bi berhemekê pêþkêþî raya giþtî bikim.

Piþtî reaksiyona Zêrevan, min fêmkir ku di rapora ku min ji Sidayê re þandiye, lîsteya weþanan yên weþanxaneyên kurd li Baþûrê Kurdistanê weka encama projeyê hatiye fêmkirin. Lê tu hesabeka wisa ya min û dezgeha ku alîkariyê daye nebûye û nîne. Dixwazim careka bêjim ku, ew lîsteya ne encama projeya min e.

Ez du caran çûme Baþûrê Kurdistanê. Cara yekem, di sala 2000, beriya ku proje destpê bike ez çûm wir. Min têkiliyên xwe bi dezgehên çandî û bi xebatkarên çandê re danî. Min kitêbxaneyan ziyaret kir û li ser rewþa wan rawestiyam. Kurdistan TV û Kurd-Sat bi min re wek  berpirsê Kitêbxa-neya Kurdî hevpeyvînan pêkanîn. Herweha rojname û kovaran jî bi min re hevpeyvînan kir û cihekî taybetî dan vê xebatê.

Bi her du wezaretên çandî re peyman hate nivîsandin.

Di sefera xwe ya duyem de, êdî ez ne tenê nûnerê þîrketekê, herweha dîsa ez berpirsê Kitêbxaneya Kurdî bûm. Vê carê ji dervayî karê projeyê, min ji bo Arþîva Neteweyî ya Kurdistanê Li Silêmaniyê komputerek kirî wê li wir bi cîh kir. Bi wergirtina însiyatîfekê, min civînên hevbeþ yê Kitêbxaneyan pêk anî. Ji bo min cihê þanaziyê bû ku, li Hewlêrê bi dilsoziya her du rêxistinên me yên siyasî û bi alîkariya dîrektorê kevn yê parlamentoyê civîneke hevbeþ pêk hat.

Min tu caran xwe li aliyekê wek berpirsê Kitêbxaneya Kurdî û li aliyê din jî wek berpirsê KPC ê nedîtiye. Nakokiyeke wisa bi min re çênebûye. Ji bo wê jî projeya KPC ê tenê ji bo afirandina îmkanên dîjîtalî ya ji bo Kitêbxaneya Kurdî bû.

Min di destpêkê de îzeh kir, ku min çima doza alîkariyê tenê ji bo Kitêbxaneya Kurdî kiriye û çima ne ji bo KPC ê. Çawa ku herkesek xwediyê dîtineyekê ye, ez xwediyê vê dîtinê bûm.

Gotina Dawî

Min projeya Sidayê pêkanî û min rapora xwe teslîmî wan kiriye. Muhasibek (revisor) ku ji aliyê Sidayê hatibû destnîþankirin, hemû kaxizên min nêrî û di berçav de derbaskir. Wî di pêþniyara xwe ya dawî de wisa nivîsiye :

1. Ez pêþniyarî Sidayê dikim ku, rapor û doza wê ya 500.000 kronî ya ku ji we re hatiye pêþkêþkirin bête qebûlkirin.

2. Heger Sida difikire pereyan mayî (203.546 kron) yên projeye ji KPC ê re biþîne, pêþniyar dikim ku hûn peymaneke nû binivîsînin (peymana kevn nabe dirêj bibe, ji ber kur roja wê ya dawî 30 Hezîran 2003 bû).

Bêmunaqeþe, ji bo vê projeyê di dereceya yekem de ez berpirsim.

Tiþtên din, girêdayî berpirsiyariya mirovî ye ku encama projeyê ji raya giþtî re were eþkere kirin. Vêya jî, ezê li gor plana xwe û di dawîhatina her du projeyan de pêk bînim.

Rojnamevantiya Zêrevan, bi nivîsên wî yên li ser projeya min pirr eþkereye ku ne bêteref e.

Arif Zêrevan bixwe xwediyê þîrketekê ye (Förlaget Nefel). Ji bo dîjîtalîzekirina 20 kitêbên kurdî, Arif Zêrevan bixwe ji Kulturrådetê 400 hezar kron alîkariyê wergirtiye.

Weþanger Zêrevan dikeve rewþeke ”reqabetiyê” (konkurrens) û Kurdish Publishing Center ê ji xwe re reqîp dibîne.

Ev tiþta pirr eþkere û zelal e ku Zêrevan ne bêteref e û diviya bû wî, vê rewþê li gor binyadên/qaîdeyên exlaqî û rojnamevanîyê di berçav de derbas bikira.

 

Ez dixwazim ji raya giþtî re bêjim ku, ez wek berpirsê Kitêbxaneya Kurdî û wek berpirsê projeya li jor diyarkirî, bi hemû îmkanên xwe têkoþiyamim da du dezgehên kurdî yên nû avabikim. Bi rêya her du dezgehan Kurdish Digital Library û Kurdish Book Bank, mîrata çanda kurd biparêzim da hemû cîhan jî bikaribe ji wê îstîfade bikin. Ev xebata, li beramberî  dagirkerên Kurdistanê ku zilm û zordariya xweli ser gelê kurd û çanda wê dimeþîne, xebateke bi organîzekirî û dijderketina bi teknikî (dîjîtaliyê) ye.

Ez ji kar û xebata dikim; çi ji rapora xwe û çi ji projeya xwe tu þermezariyê nakim. Ez bi wê xebatê serbilindim. Bêgûman kêmasiyê xwe jî paþçav nakim û wan, bi awayeke li xwe rexnegirtinê çareser dikim.

Em kurd, ji dêvila ku bi helwestên neyînî hevûdu biêþînin, divê bi her awayî em li beramberî hev bi helwestên erînî bikaribin bi hev re kar bikin û pêþeroja gelê xwe bifikirin.

 Digel rêz û silav

Nedim Dagdeviren


Kitêbxaneya Kurdî

Kurdiska Biblioteket