Kurdish Library |
Parti Karkeri Kurdistan (PKK) |
Parti Karkeri Kurdistan
Program
DESTPÊKXelqê Kurd bý xezaran sal beri Z. I. (Zayina Isa) lý ser axa ku iro bi navê Kurdýstan hatiye navandýn, cývatek bý ser û ber pêk aniye û bý xelqên dýn yên ciran va himê bajarvaniya (medeniyeta) Mezopotamyayê daniye. Ev bajarvaniya ku, alikariyên bê hempa lý bajarvaniya cihana me ya iroyi kýriye. Bapirên Kurda ên wê demê, GUTIYAN, LORAN, ÛRARTÛYAN, KARDOXAN, MÝTANIYAN û MEDAN bý xelqên dýn ra peywendiyên cûr bê cûr danine. Ev gelên ciran carna êriþ dane ser Kurda û carna ji Kurdan êriþ dane ser wan. Di demên dirokiyên dýrêj da, lý Kurdýstana iro ji, xelqên Kurd bý der saya peywendýyên cývaki û abori dewlet û imparatoriyetên serbýxwe damezrandýne. Beri Z. I. dý sala 612 da imparatorê Kurd ê bý nav û deng KEYAQSAR serbajarê Asuriya, NINOVA ya ku nêzi Musul'a iroji vegýrt. Jý wê rojê bý heta iro, Kurda dý nav bûyerên cývaki û siyasi ên rojhýlata navin da rolek gýrýng leyist. Nemaze ev rola gýring dý dema ku Ereban êriþ dane ser rojhýlatê ku niþan da. Jý aliyê Ereban va xwestýna vegýrtýna Kurdistanê P. Z. I. (Pýþti Zayina Isa) dý 637 da destpêkýr. Dý vê tarixê da leþkerên Ereb êriþ da ser Musul û dorhela wê. Ev êriþ dayin bû sebebê ku Kurd û Ereb jý aliyên 1eþkeri, siyasi û çandi va hatýn pêþberi hev. Leþkerên Ereb bý armanca vegýrtýna Kurdistanê, Ýranê û Ezerbeycanê bêetlahi êriþ kýrýn. Lê dý van êriþê xwe da tým û tým li hember xwe Kurda dýditýn. Xelqê Kurd lý hember van pêlên vegýrtýnê bý mêrxasi þer kýr. Ev þerên han, bûn sebebê wêrankýrýna sazûmana abori, siyasi û çandýni ya Kurd. Lewra leþkerên Ereb bý dýsiplin û çekên baþtýr hatýbûn çekdarkýrýn û dý derhaq þeran da tecrubeyên wan ên ê hêjmar hebûn. Jý ber vê yekê ji, leþkerên Erep perçeyek Kurdistanê kýrýn býn sidariya xwe (sala 639). Lê xelqê me, jý zorkeri û dilitýyê ra serî danani û car carna serxwerabûnên zexm û xurt pêkanin. Lê pýþt ra ev serxwerabûnên han, hêdi hêdi sýst bûn û pýraniya xelqê, Islamiyetê pejýrand(qebûl kýr). Pýþti pejýrandýna Islamiyetê ji Kurdan bý awayê dewletên miri(feodal) xwe honandýne. Kurda lý çaxa navin da wek ciranên xwe dewletên xanedani damezrandýne. Dý navbera setsala 10-11‘an lý herêmên Kurdýstanê ÞEDADÝYAN, HESENWAHIYAN û MERWANÝYAN dewletên serbýxwe pêk anine. Merwaniyan jý Diyarbekýr bý heta çiyayên Zaxrosê lý hemi nivroyê Kurdistanê hýkým kýrýne. Dý çaxa navin da, feodalên Ewrûpi, jý bo berberiya navbera xwe û gundiyan kêm býkýn û bala wan býkþinýn hýn cýyên dýn û jý bo abori û çandýniya xelqên rojhýlata navin talan û wêran býkýn leþkerên xaçparêz pêkanîn. Lý hember van leþkerên xaçparêz dewleta Eyyubiyên Kurd derkete qata tarixê. Ev dewlet cara pêþýne ku têkoþinek hevkar(ortak) dý nav Kurd û Ereban da pêk aniye. Jý mirzayên Kurd Selahedin ne bý tenê dý nav Kurd û Ereban da lý dý hemi cihanê da serleþkerek bê hempa tête naskýrýn. Jý sedsala 13 da výr va leþkerên vegýrtvan(iþgalci) ên Mongola, Hýndistanê, Iran û Kurdistanê xýrab û wêran kýrýn. Afýrandýnên (eserler) gýranbýha bajar û aboriya xelqê Kurd yê ku bý keda sedsala pêk hatýbû dý býn lýngên leþkerên Mongolan da pelçýqi. Vegýrtýn û sidariya Mongola, aboriya Kurdýstanê hýlweþand û hunermendiya mýrov pûç kýr. Jý ber vê yekê jý gýrêdana peywendiyê ciwaki ên pêþ dýketýn qels û jar kýr. Kurdýstan jý aliyê jeopolitik û dewlemendiya xwe da cýhek gelek gýring e. Jý ber vê yekê ji berya Mongol û pýþti wan daxwaza vegýrtýna Kurdýstanê jý aliyê hêzên dýz û talanker va dom kýrýye. Jý aliki da Mongola rêya xýrabkýrýna abori û civakiya Kurdistanê vekir, jý aliki da ji pýþti Mongola dewleta Osmani lý hember pêþketýna xelqê Kurd bendeki xurt honand. Jý býli viya ji lý Iranê Safewiya dewletek damezýrand. Pýþti damezrandýnê wê dewletê êriþ da ser Kurdýstanê û býrek axa Kurdýstane vegýrt. Lý ser vê yekê di navbera Safewi û Usmaniyan da jý bo vegýrtýna Kurdistanê têkoþînek dýjwar destpêkýr. Jý ber vê sebebê ye ku feodalên Kurd jý bo yekýtiyek merkezi þertên objektif, abori û cývaki bý dest nexýstýn û dý nav xwe da ji dest bý þer û pevçûnan kýrýn. Ev berberiya nava mirên Kurda bû sebebê dubýrýyê wan. Hýn jê xwe dan ali Safewiya, hýn jê ji xwe spartýn Osmaniya. Tevi vi awayi ji, heta demê nêzik mirên Kurd xwediyên keyatiyek(otonomi) nav xwe bûn, ango xwediyên sazûmanên siyasi, cývaki û çandi bûn û bý þýklê derebegayiti dý nav imparatoriyeta Osmani û dewleta Safewiya da dýjiyan.
DI DEMA OSMANÝYAN DA KURD Dý dewra miritiya çaxa navin da berên heywanê, çandini û çolangiti(dokumacýlýk) cýhek gýrýng stend. Lê gýringtýrin ev bû ku rêyên bezýrganiyê dý Kurdistanê da derbas dibûn û jý rojhýlat ber bý rojava û jý bakûr berbý baþûr dýçûn. Jý ber ev rêyên bazýrganiyê, Kurdýstanê diqeta gelên dýn dýkýþand û gýrýngbûna wê zêde dýkýr. Hem Iraniyan hem ji Osmaniyan gýrýngiya vi welati fam kýrýbûn. Jý ber vê hýndê ji êriþên xwe jý Kurdistanê qut nekýrýn. Lý ser Kurdistanê ev her du dewlet þerên dýjwar kýrýn. Dý van þeran da her du dewlet ji, jý bo ku mirên Kurdan býkýþinýn nýk xwe fêlbazi û leyýstýkên mezýn býkar tanin. Dý navbera mirên Kurdan da dýjmýnati û berberi xurt kirýn û wan beri hev dan. Vê siyasetê fêlbazi da Osmaniyan serketýnên gýranbýha bý dest xýstýn. Dý wê demê da jý bo Osmaniyan yê gýringtýr ev bû ku, rêyên ko jý bo seferên Efrika peywist ýn vekýri býhêlýn û lý gor imkaniyetan jý abori û hêzên leþkeri ên Kurdistanê istifade býkýn Jý bo pêkanina van armanca Osmaniyan va ku bý Kurd û Iraniyan ra þer dýkýrýn siyasetek kone(kurnaz) bi kar tanin. Serketýna vê siyasetê dý dema Yavuz Sultan Selim da fêkiyên xwe da. Yavuz, dý cenga Çaldýranê û pýþti vê cengê bý wasýta Idrisi Bedlisi yê Kurd gelek mirên Kurda lý hember Iranê rakýr û wan bý xwe va gýrêda. Idrisi Bedlisi, jý padýþahê Osmaniya diyariyên gýranbýha û fermanên hêja dýstend û dýçû nýk mirên Kurdan û jý býli vana ji berberiya nava mezheba tûj dýkýr û van bý dewleta Usmani va gýrê dýda. Dý sedsala 17 da Kurdýstan dý navbera Osmani û Iranê da hat parvekýrýn. Lê perçê mezýn dý býn nirê Osmaniyan da ma. Pýþti vê parvekýrýnê rewþa Kurdistanê jý aliyê Osmaniya va bý vi awayi hat diyarkýrýn: Heremên ku jý merkeza Osmaniya dûr, lê nêzê Iranê dýkarýbûn lý ser navê xwe pere çap býkýn û xwutbe býxwinýn û keyatiya navxwe saz býkýn. Evên han jý pênc miritiyan pêk dýhatin. Lý hember standýna van mafan, ev miritiyên han ji hýnek bac û wextê þer ji leþker dýdan padiþah. Herweki ku me lý jor behskýr, ev rewþa Kurdistanê, jý Osmaniyan ra jý bo vegýrtýna welatên nûh, hêzên insan û menfýetên abori bý dest dýxýst. Lê ev rewþa keyatiyê, ya ku jý Kurdistanê ra hatýbû nas kýrýn gelek dom nekýr. Dý dawiya sedsala 17an da dý rojavayê Ewrûpayê da saziya kapitalizmê xurt bû û kapitalizma bezýrgani pêþ ket. Lý ser vê yekê, bezýrganiya deryayê gýringýyek mezýn sýtend û bû sebebê guherandýna rêyên beji. Ev rewþa ha, dý warê bezýrganiyê da gýringiya Kurdistanê kêm kýr. Disa em dýkarýn bêjýn ku bý pêþketina kapitalizmê ra ordiyên Ewrûpiyan xurt û zexm bûn û Usmani lý hember wan cara yekem bû ku býnketýnên himi stendýn. Jý bili viya ji dý nav tuxûbên Osmaniyan da tevgerên azadixwazên neteweyi destpêkýrýn. Ev pêþketýn û tevgerên azadixwaz lý mirên Kurdan ji tesir kýrýn û jý bo damezrandýna dewletek Kurd xwe lývandýn. Jý ber van tevgeran dewleta Osmani, jý nû va têkýli lý nav Kurdistanê kýr, rewþa berê hýlani û siyasetek mêtýngehvan(sömürgeci) gerand. Ango Kurdýstanê kýr welatek mêtýngeh (sömürge). Pýþti vê siyasetê dý Kurdistanê da jý bo azadiyê têkoþinek dûr û dýrêj destpêkýr. Em dýbinýn ku dý sedsala 18an da têkoþina lý ser parvekýrýn û mêtýngehkýrýna Kurdistanê dý nav Usmani û Ýraniyan da hat meþandýn. Jý dawiya sedsala 18an bý heta dawiya 19an lý Ewrupayê sidariya mêtýngehvani (sömürgecilik) derket qata tarixê. Dý vê demê da imparatoryeta Osmani bû niv mêtýngehiya Ewrupiyan. Ev têkoþina ku lý ser Kurdistanê dý navbera Osmani û Iraniyan da dom dýkýr, êdi lý rex wan hýn mêtýngehvanên Ewrupayi ji ketýn nav vê têkoþinê. Sedsala l9an da dý nav dewletên mêtýngehvan car carna siyaseta êriþker a Iran û Osmaniya dýpelandýn û lý gor menfýetên xwe dýmeþandýn. Car carna ji ew bý xwe eriþ dýdan ser miritiyên Kurdan ya ji, jý bo wan býkýþinýn rex xwe bý hev dýdan kuþtýn. Dý wê demê da þerên azadixwaziyê ji gur bûbûn û hýn welat jý Osmaniya qetyan û dewletên serbýxwe damezrandýn. Jý býli van bûyerên gýring dewleta Osmani jý tevger û rabûnên navxwe û ên Kurdýstanê týrsýya û lý hember van rabûnan dest bý zýlm û zorkeriyê kýr. Ev zýlm û zorkeriya Osmaniya, tesira xwe lý ser xelkê Kurd ji niþan da. Lý ser vê yekê, tev dý demek kurt da xwe wergerandin tevgerên serxwebûnê. Dý vê demê da rabûnên azadixwazi ên býjarte ev bûn: Dý sala 1805 da lý Sýlemaniyê, Abdurrahman Paþa Baban, dý sala 1835a da lý Rewaduzê Mýhemed Paþa (Mirê Kor), dý navbera 1842-46 da lý Cýzirê, Bedýrxaniyên bý nav û deng û 1855 a da lý Hekariyê Yezdan Þer rabû. Pýþti hýn rabûnên pýçûk, xelkê Kurd dý býn peþêngiya Þêx Ubeydullahê Nehri da lý hember Osmaniya û Iranê serxwerabûnek xurt pêk ani. Tevgerên çekdar ên kevn û nemaze ên sedsala 19 da lý hember zordesti û kevneperestiya Osmaniyan bû. Xelkê Kurd jý bo þkênandýna nirê vegýrtvanan tým û tým çek hýlgýrtiye. Ev tevgerên han xelkê Kurdistanê ber bý pêþketýn û yekbûnê býrýye. Dý wexta van tevgeran da mêtýngehvanê Ewrûpê tým û tým alikariya zordestiya Usmaniya kýrýne. Jý ber vê yekê ye ku ev tevgerên çekdar ên xelkê Kurd dý navxwe da kakýlek pêþverû hýldýgre. Ev dema em jê behs dýkýn, demek welê ye ku, bý dersaya þoreþa bûrjuvazi, sermeyadariya Ewrupa pêþ ketiye û dewleta Osmani bûye bazarek vekýri ê vê sermeyadariyê. Lê ev rewþa han dý dewleta Osmani da bý hýndýkayi bê ji sermeyadariyê pêk ani. Pýþti, parta Ittihat û Terakki bý derbeyek leþkeri iqtýdarê gýrte destê xwe, jý bo gelên dýn mýletperweriyek nijadi-þovêni bý kar ani. Jý tesira van tevgeran, hundýr û derve dý nav bûrjuvaziyên Týrk ên pýçûk û ên bazýrgan da û dý nav gelên býndest da herýkandýnên siyasi gur bûn. Nemaze pýþti eþkerekýrýna meþrutiyet a duemin(1908) dý býn pêþêngiya ronakên bûrjuvaziyên Kurd da gelek rêxýstýnên cývaki, çandi û siyasi hatýn damezýrandýn û têkoþina heqên demokratiya mýlli ya Kurd ket qonaxek pêþvêrû. Heta nýha pêþengiya tevgerên berxwedan ên Kurd dý dest miran da bû, lê êdi bi hýndýkayi bê ji jý dest wan derdýket û dýket destê ronakên bûrjuvazi. Hêj dý ser ýqtýdara parta Ýttihat û Terakki da gelek derbas nebûbû ku, wan, tevger û ýnýrandýnên karkeran bý zordari pelçýqand. Ev karbýdestên nijadperest dest avêtýn rexýstýnên Kurd ên cývaki, kulturi û siyasi ji. Ronakên pêþeng yên tevgerên Kurd jý hev belav kýrýn û wan ajotýn cýhên dûr. Jý býli van sebeban ji, jý ber xurtbûna peywendiyê berkêþan yên miriti (feodal) bi rûbaweriya mýlli hêj gelek jar bû û nýkaribû yekýtiya gel pêk bine. Em dýkarýn wýha ji býbejýn: Jý bo xelkê Kurd, hêj þertên objektifi nekemýlibûn û wek gelên dýn ên býndestê Osmani, jiyana xwe bý tekoþinek bo azadi û serxwebûnê nexemýlandýbûn ku, xwe lý rex "nýminendeyê dinê islamê" xelifeyê Osmani da dý cenga cihanê a yekem da dit. Ýttihat-Terakki hêj dý destpêka cengê da dý rojhýlata navin da dest bý xebat û li vanên Týrkkýrýnê kýr. Jý ber vê sebebê li dor milyonek Ermeni hat kýr kýrýn û bý qasê vê hêjmare ji, jý welat hat derxýstýn, [ji bo derxýstýna] (týrkkýrýna) xelkê Kurd ji qanûnek derxýst û qasê 750 hezar Kurd ajot roavayê. Pýraniyê van mýrovan lý rê, jý serma nexweþin û býrçibûnê mýrýn. Jý býli viya, bý hezaran xelkê Kurd jý bo menfieta emperyalistan dý qada þer da hatýn kuþtýn. Dewleta Osmani a feodal dý cenga cihan ya yekem da hýlveþiya. Gelek gelên býndest nirê Osmaniyan þýkandýn û dewletên serbýxwe damezýrandýn. Dewletên emperyalist ji dý nav xwe da jý bo parvekýrýna imparatoriyetê û menfeetê xwe yên geli dest bý têkoþinê kýrýn
JI ALÝYÊ EMPERYALÝST Û KOLONYALÝSTAN VA PARVEKÝRÝNA KURDISTANÊ DI VÊ DEMÊ DA TEVGERÊN NETEWEYÎ YÊN KURD Jý bo jý nûva parvekýrýna cihanê, dý nav emperyalistan da cenga cihanê ya yekem dest pêkýr. Armanca vê cengê ya rasti; Xwe dý rojhýlata navin da xweþ diyar kýr. Dý vê cengê da, imparatoriyeta Osmani lý rex emperyalizma Alman cih gýrt. Pýþti býnketýna vê dewletê, dewletên emperyalist û vegýrtvan dý 30ê Çýrýya Pêþin sala 1918an da peymana Mondrosê imze kýrýn û býryara vegýrtýna Anatoli û býrek Kurdistanê gýrtýn. Kurdýstana Iraqê jý ali Ingilizan va û Kurdýstana nivro ji jý aliyên Fransýzan va hat vegýrtýn. Lý hember vê vegýrtýnê xelkê Kurd bý mêrani rawestiya. Xelkê Kurdistanê jý bo mafên netewi û demoqratiki komal û rêxýstýnan damezýrandýn û dest bý þerê çekdar kýr. Lý Kurdýstana Iraqê dý býn pêþengiya Þêx Mehmudê Berzenci da lý hember Ingiliza, lý Kurdýstana nivro ji lý Entep û Urfayê lý hember fransýza xelkê Kurd bý mêrxasi þer kýr. Mýstefa Kemal sala 1919an da derbasi Anatoliyê bû û bý nýminendeyên hukûmeta Istanbolê ra lý Amasyayê protokolek sazand. Dý vê protoqolê da jý Kurda ra mafê keyati (xwegeri) hat pejýrandýn û ev býryar lý Kurdýstanê hat bela kýrýn. Komcývinên Erzerom û Sêwazê bý daxwaz alikariya xelkê Kurdistanê pêk hat. Bý Mýstefa Kemal û hevalên wi ra bý þertên ku mafên netewi yên xelkê kurd bête naskýrýn, gelê Kurd lý hember dýjmýnê vegýrtvan têkoþinek tevkar qebûl kýr û lý ser vi esasi peymanek hat çêkýrýn. Le, Mýstefa Kemal, bý vê peymanê bes nekýr û jý bo bý temami alikari û pýþtvaniya xelkê Kurd býstine dý Kurdistanê da propogandayek xurt lý dar xýst û got: "Emperyalist dýxwazýn beþek Kurdistanê bý ser Ermenistanê da berdýn. Ýngiliz û Fransýza Kurdýstanê vegýrtýne û dýxwazýn Ýslamiyetê qels býkýn, Kurd û Týrk beri hevdýn. Lê em býrayên hev ýn û em dý mafên Kurd ên netewi û demoqratiki nas býkýn û dý welat da yekitiyê pêk binýn" Mýstefa Kemal jý aliyek va vê propogandayê dýmeþand, lê jý aliyek dýn va ji, ji bo pêknehatýna hêzên Kurd ên leþkeri û siyasi siyasetek fêlbaz dýmeþand. Jý ber vê yekê, ronakên xebatkar yên xelqên Kurd dýgýrt û davête zýndana. Lê ronakên Kurd ji ranedýwestiyan û jý bo serxwebûnê Kurdistanê rêxýstýnên berxwedan dadýmezirandýn. Jý van rêxýstýnan yek jê ev bû ku þorýþa Qoçgýri meþand. Dý navbera karbidestên Osmani û heêzên hevalbend (Ingiltere, Emerika, Ýtalya, Fransa û ê.d.) da, l0 Tebax sala 1920'an da li SEWR'ê peymanek hat imzakýrýn. Ev peyman hebûn û mafên çarenivisa (qedera) xwe bý xwe tayin kýrýna milletê Kurd qebûl û eþkere dýkýr. Ev peyman jý bo Kurda xwedi ehemiyetek tarixi bû. Lê dý vê peymanê da siyaseta emperyalistaya lêkveke û lêbýmýje xweya dýkýr. Lewra hemi Kurdýstan ne dý nav vê peymanê da bû. J1 aliyê emperyalistan va qebûl kýrýna mafê çarenývisa xwe bý xwe tayin kýrýn ne jý bo serxwebûna gela, lê jý bo pûç kýrýna þerê serxwebûna gela û perçýqandýna karker û gundiya ye. Jý xwe dý despêkê da emperyalista jý aliki va býrek Kurdistanê vegýrtýn û jý aliyê dýn va ji bý xurtbûna tevgera Mýstefa Kemal, saz û qýrarê ku dý peymanê SEWR'ê da jý bo mafê Kurda dabûn, jý bir kýrýn û bý Kemalistan ra gýrêbendýn nû saz kýrýn. Emperyalistan tu caran jý ber menfýetê xwe nedixwestýn dý Anatolyê da xelqên xwedi serbýxwe yek rastin býhêlýn. Lewra wan iqtidarê bý xwe va gýrêdayi dýxwestýn. Jý ber vê yekê ji bý Kemalistan ra lý hev hatýn û peymana LOZAN'ê a ku milletê Kurd û ên dýn dý býn destên Kemalistan da hiþt, imza kýrýn. Jý ber van sebeba bû ku xelqê Kurdýstanê jý aliki va dý býn pêþengiya ronakên bûrjûva û feodalên Kurd jý bo azadiya xwe bý xelqê Týrk ra lý hember siyaseta Kemalistan ya bêbext û durû dest bý tevgerên siyasi û çekdar kýr. Þerê rýzgari ya Týrk, dý býn pêþengiya ronakên bûrjûwazi û bûrjûwaziyên bazýrgan da bû. Lê alikariya feodalan ji qezenç kýrýbû. Þer dý despêke da lý hember emperyalizmê bû, lê dawiya xwe gihand emperyalizmê û dostaniya xwe saz kir. Bý kurti em dýkarýn býbjin ku ev þerê rizgarixwaz þerek li gor daxwazên bûrjûwazi bû. Jý ber ku dý nav þer da bý feodalan ra gýrêbend (ittifak) çêbûbû û birûbaweriya din bý xurti hatýbû býkaranin, tevger jý dýj-feodaliteyê dûr û býcihanina mafên demokratiki bê par bû. Dý nav vi þerî da slogana býratiya Kurd û Týrk gelek bý hostati hatiye býkaranin lê tu car ev býrati çênebiye. Komara Týrkiyê pýþti ku hat damezrandýn, dý nav xwe da bý du berberiyên himi nexweþ bû. Ê yekemin: Berberiya sýnýfi, ya ku bý çêkýrýna abori û cývaki ya welat va gýrêdayi ye. Qadroyên niminendeyên sýnýfa serdest, jý bo pêþketýn û jiyan býlýnd kýrýna xelqê xebat nekirýn û tu caran xwe nêzi xebatek wuha nedan. Ev gundi û karkerên ku hemi barê têkoþina rýzgari hýlgýrtýbûn, welê bawer bûn ku pýþti þer, dê jý nimetên welat bê par neminin. Lê ev sýnýfên himi jý mafên demoqratiki û jý menfietê çini(sýnýf) hatýn bê par kýrýn. Armanca karbýdesta ev bû ku, komên xelqê dý belengaziyê da býhêlýn û bý destê dewletê çinek bûrjuvazi býafýrinýn. Ev dewleta ku hatýbû damezýrandýn, jý bo pelçýqandýna çinên belengaz, dý destê çina serdest û xwinmýj da peywengek (aletek) zorbaziyê bû, ordi ji, hêzê lêxýsvanê vê çina xwinmýj bû. Ev çinên kevneperest û ev hêzên zorker, dý demek kurt da di rojhilata navin da dê býbýn pelegýrki (maþa) emperyalizmê. Ê duemin: Pýþti parvekýrýna Kurdistanê bûrjuvaziyê Týrk yê mêtýngehvan bý temami Kurdýstana Bakur vegirt û ilhak kýr. Dest dani ser dewlemendiyên ser ax û býn ax û welat kýr mêtýngehiyek qýlasiki û siyasetek nijadperest û þoven gerand. Jý býli týrka hýndýkayiyên (azýnlýk) dýn û nemaze gelê Kurd inkar kýr û jý bo týrkkýrýnê xebat niþan da. Jý vê tevgerê berberiya neteweyi za. Kemalistan ji wek Ýttihat-Terakkiya mýlletperweriya wan ji qerekterên wan yê çini dýza û lý ser himê týrkkýrýna xelqên din þýkýl dýstend. Jý ber vê yekê jý mafê xelqê Kurd ên neteweyi û demokratiki xesp û inkar kýrýn û zorkeri, kuþtýn û helandýn bû himê siyasetê wan. Kemalistan, dý nav çinên serdest ên Kurdistanê da bý hýnekan ra dostani û gýrêbendi pêk anin û lý býhayên maddi û manewi ên xelqê Kurdistanê bê insafi mýjiyan. Xelqê Kurdistanê lý hember zordestiyê, talankýrýnê, pýþtda hýþtýnê, ango týrkkýrýnê bê westýn têkoþin da. Lê Kemalistan vê têkoþinê pelçýqand. Bý hezaran Kurd kuþt û ajot rojavayê, welat sot û wêran kýr. Ev tevgera nijadperest û mêtýngehvan lý derveyî irada xelkê Anatoliyê (Kurd, Týrk, Ereb, Laz û e.d.) hat býkar anin. Lê xelkê Kurdistanê lý hember vê tevgerê bý xurti sekini. Jý damezirandýna komarê výr va ýqtýdarên nijadperest û mêtýngehvan tým û tým siyasetek xwindar û helandýnxwazi meþandýn (inkara zýman, çand, piþe/sanat, bêje û diroka Kurd û xespkýrýna býhayên abori û cývaki ên Kurdýstanê). Tevê vi awayi ji lý hember zorkeriya Týrk, tevgerên xelkê Kurdistanê ên ideolojik siyasi û leþkeri nehate rawestandýn û dê neyê rawestandýn.
LI HEMBER METINGEHVANIYA TIRK YA NÝJADPEREST Û NIJADPEREST TEVGERÊN NETEWEYÝ ÊN KURDISTANÊ (1925-1938) Jý sala 1925 a bý heta qýrkýrýna Dersimê sala 1938, xelkê Kurdistanê lý hember siyaseta mêtýngehi û týrkkýrýnê bý mêtýngevaniya Týrk ya nijadperest ra têkoþinek neteweyi ya çekdar da. Himê van tevgerên neteweyi, bý pýrani lý ser xebat û honandýnê pýþti sala 1908an hatiye ava kýrýn. Lê dý esasê xwe da dayýka van tevgera Rexýstýna Azadi ye, Rexýstýna Azadi dý býn pêþengiya Xalýt Begê Cýbri û hevalên wi da jý bo standýna mafên neteweyi û demoqratiki ên xelkê Kurd dý sala 1922an da veþarti hatiye damezýrândýn. Gelek feodal û eþrafên bajêr ji endamên vê partiyê bû û lý gelek bajarên Kurdistanê xwe honand. Pêþengên tevgera neteweyi a sala 1925 û ên pýþt wi jý nav endamên vê partiyê derketýn. Lý ser darvekýrýna hýn endamên partiyê û xurtbûna teror û zorkeriya neteweyi lý ser gelê Kurd, ronakên bûrjûvaziyên Kurd û serekeþirên ku dý býn tesira wan da bûn dý býn pêþengiya Þex Sait da çek hýlgýrtýn. Xelkê Kurd jý bo nirê pelçýqandýnê, helandinê û zýncira mêtýngehiyê biþkênine bý mêrxasi þer kýr. Disa lý ser van sebep û armanca xelkê Kurd dý býn serekatiya Îhsan Nuri Paþa da lý Agýrýyê (1928-1930) û dý býn pêþengiya Seyýt Rýza da lý Dersýmê sala (193'7-1938) çek hýlgýrtýn. Jý býli van tevgerên Kurd gelek tevgerên çekdar ên qels û pýçûk ji çêbûn. Xelkê Kurdistanê jý bo jiyanek aza û serbýxwe dest bý van tevgeran dýkýr. Lê ev tevgerên han; jý aliyên bûrjûvaziyên Týrk ê mýlitarist û mêtýngehvan va bý xwin û bý agýr dýhat fetýsandýn. Pýþti her tevgerek, bý sedhezaran jýn û mêrên Kurd, piçûk û mezýn dýhatýn kuþtýn, gund dýhatýn sotýn û wêrankýrýn û bý hezaran malbad dýhatýn ajotýn. Lê xelqê me ê dý þerê azadixwaziyê da xwedan qýrar, rojek hesabê van þehidan jý mêtýngehvaniya Týrk a hov dê býpirse. Îqtidara mêtýngehvan û nýviskarên bûrjuvazi ên yekali, tevgerên Kurd çewt dýdan ronikýrýn û lý cihanê bela dýkýrýn. Lý gor van, ev tevgerên han, jý aliyên mirên Kurdan va jý bo paþdaanina padiþah pêk dýhatýn û lý hember komara Týrkýyê bû. Lê dý esasê xwe da ne welê bû, serxwebûnên xelkê Kurd jý bo sýtendýna mafên neteweyi û demokratiki bû û serxwerabûnên bý heq bûn. Belê, ronakên bûrjûvazi ên Kurd dý nav tevgeran da mir û eþrafan qezenç kýrýbûn. Lý gor þertên wê rojê dý nav tevgerê da hebûna miran ispata kevneperestiya tevgerê nake. Lý gor wê çaxê daxwaz û armance tevgerê, pêþvêrûyiti an ji kevneperestiya tevgerê diyar dýke. Dý demê tevgerên Kurdistanê ên neteweyi da daxwaz û armanc jý bo keyati an ji jý bo serxwebûnê ye. Ev daxwazên han bý kêmayi dý nav programek bûrjûvaziyê demokrat da cih dýgýre. Tevgerên çekdar dý býn serektiya ronakên bûrjûvaziyê Kurd ên ku nýminendeyên bûrjuvaziyê nûhati da pêk hat. Ev lý hember tevgerên mêtýngehkýrýna Kurdistanê û xwinmêji ya abori û çandi bû. Ev tevgerên han jý bo xwedi derketýna mafên mýrovi û heyina xelki bû. Ev têkoþin lý dýj hovitiya mêtýngehvaniyê bû û jý bo pêkanina yekitiya neteweyi bû. Jý ber vê ye ku ev tevgerên gelê Kurd xwedi kakýlek pêþvêrû û þorýþvan e. Lê jý ber ku ev tevgerên han, dý býn pêþengiya ronakên bûrjûvazî û begên feodal da bûn, yekitiyek neteweyiyê fýreh û tekûz pêk nehat. Disa, jý ber ku pêþengi dý býn destê çina serdet da bû, berberiya nava vê çinê û çin û tebeqeyên kedkar ên Kurdistanê tým û tim xwe niþan da. Jý ber ku dý nav tevgeran da jý bo bý cih anina daxwazê çina kedkar têkoþinek gur û geþ nehat meþandýn, ev çinên han ji jý dýl û can neketýn nav tevgeran. Jý býli viya ji, sebebê pûçbûna van tevgeran yek jê tunebûna partiyek siyasi bû. Xelkê Kurdistanê jý bo býdestxýstýna mafên neteweyi û demokratiki têkoþinek bê etlahi meþand. Pýþti parvekýrýna Kurdistanê ji lý Kurdýstana Týrkýyê û lý parçeyên dýn ev têkoþin dom kýr. Sala 1930i da lý Kurdýstana Iraqê Þêx Mehmûdê Berzenci lý hember Ýngilizan þer lý dar xýst. Pýþti ku Þex Mehmûd jý aliyê Ýngilizan ve hate gýrtýn, dý sala 1931an da di býn pêþengiya Barzaniyan þerê çekdar dest pêkýr û bêetlahi heta sala 1945a dom kýr. Dý sala 1922an da lý Kurdýstana Ýranê dý býn serektiya Sýmko da tevgerek çekdar dest pêkýr. Disa dý býn pêþengiya Qazi Mýhemed da Kurda lý Mýhabade komarek damezýrand. Lê ev komar jý aliyê emperyalistan û mêtýngehvanê Ýran va hat pelçýqandýn û belav kýrýn. Disa li Kurdýstana Iraqê dý býn pêþengi ya P.D.K. (Parti Demokratik Kurdýstan) an da dý sala 1961ê da serxwerabûnek xurt pêkhat. Lê pýþtre serekatiya vê tevgerê ket destê Barzani. Sala 1970-74 an da aþitiyek pêk hat. Lê zêde dom nekýr. Û sala 1975an da ev tevger ji hev hat belav kýrýn. Belavkirina vê tevgerê dý diroka Kurdistanê da xwedi cihek gýring e. Ev tevger, jý ber ku karbýdestên P.D.K. ne xwedi ditýnek þorýþgeriyek dûr û jý ber ku bûrjûvaziyê pýçuk bûn pêþengi ket destê Barzani: Pýþti peymana 11ê Adarê aþiti çar sala dom kýr. Dý vi çar sali da sereketiya tevgerê, dý nav xwe da bý temami lý hember xelkê Kurdistanê dýj-demokratik û despot (zorkeriya malbati) bû. Lý derva ji, gýrêdayi Îran, Siyonizm û emperyalizmê bû. Sala 1974 an da BAAS'ê Iraqê bý sere xwe peymanê hýlweþandýn û lý gor daxwaza xwe qanûnek keyatiyê derxýstýn. Lý ser vê yekê þer jý nû va dest pêkir. Lê meha Adarê sala 1975 an da dý navbera Ýran û Iraq da lý Cezayirê peymanek hat imza kýrýn. Pýþti vê peymanê karbýdestên tevgera gelê Kurd dý demek kurt da vê tevgera diroki hýlweþand. Jý xwe ev tevger pýþti ku jý býn peþengiya P.D.K. derket û ket destê Barzani hêdi hêdi jý tevgera rýzgariya neteweyi a çaxa me derket û bû nokerê emperyalizm, siyonizm û kevneperestiya Ýranê. Pýþti ku emperyalizm alikariya xwe býri tevger ji hýlweþiya û belav bû. DI BIN PÊÞENGÝYA PARTÝ KARKERÝ KURDISTAN DA JI BO SORIÞA XELKÊ YA NETEWEYÝYA DEMOKRATÝKÝ, TÊKOÞÝNA KU TÊ MEÞANDÝN, DEWAMA TÊKOÞÝNA XELKÊ ME A KU DI QONAXA DÝROKÝ DA HATÝYE DAYÝN Û EV TÊKOÞÝNA NIHA QONAXEK BEREPÊÞÝ WAN TÊKOÞÝNAYE. Lý Týrkýyê þerê rýzgariya neteweyi lý ser têkoþina dýj-emperyalistiyê bý xurti ne sekýni. Pýþti þer, ji bo pêk hatýna komarê emperyalistan gelek tawizên siyasi û abori sitendýn. Dý nav þerê rýzgariyê da bûrjûvaziyên Týrk, jý emperyalistan tu car peywendiyên xwe qut nekýrýn. Pýþti damezýrandýna dewletê ji bý emperyalizmê gýrêbenda pêk anin û bý vi awayi xurt bûn. Bûrjûvaziyên Týrk dý nav xwe da lý ser çin û tebeqeyên kedkar zýlm û zorkari bý kar ani û her cur mafê demokratiki tune kýr. Û lý Kurdistanê ji kuþtýn û býrinan, da dom kýrýn. Bûrjûvazi bý van tevgerên dýj mýrovi lý ser dewletê sidariya xwe xurt kýr û dewletê kýr býn destê xwe. Bûrjûvaziyên Týrk ne bý sere xwe lê bý emperyalizmê ra gýrêdayi pêþket. Ev bû sebebê bûyina bûrjûvaziki tevkarvan û yekdestvan(iþbirlikçi tekelci). Pýþti cenga cihanê a dudemin sermayedari dý qada endûstri û çandini da gelek pêþ ket. Ev pêþvêçûn dý Kurdistanê da ji, nemaze dý çandini û bazýrganiyê da xwe niþan da. Hýnek begên Kurdistanê ên feodal ber bý bûrjûvaziyê, xwe guherandýn. Bûrjûvaziyê Kurd, dý bin baskên bûrjûvaziyên Týrk ên gýrêdayi emperyalizmê da mezýn bû, jý ber vê yekê ji serxwebûna xwe nýkarýbû býparasta. Belê jý xwe welê ji bû. Dý vê demê da bûrjûvaziyê bazýrgan yê Kurdistanê bý bûrjûvaziyê mêtýngehvan ra yekiti pêk ani û ket rengê bûrjuvazîyê komprador û bû tevkarê mýjina xelkê Kurdistanê. Bûrjûvazîyê Kurdistanê býr ê komprador, pýþti ku bý bûrjûvaziyê metingehvan ra peywendi saz kýr, êdi rûyê xwe yê pêþvêru û neteweyi bý temami wýnda kýr. Dý têkoþina xelkê Kurdistanê ya neteweyi û çini da lý rex emperyalist û mêtýngehvana cih gýrt. Me lý jor bý kurti behsa pêþketýna abo ri û cývakiya Kurdistanê kýr. Ev pêþketýn bû sebebê derketýna çinên nûjen(modern) û hýlweþandýna sidariya feodalan lý ser gundiya. Bý hindýkayi dý vê çaxê da pýr bûna koma ronaka, bû alikari jý bo belavbûna ramanên pêþverû dý nav cývatê Kurdistanê da. Qanûna himi ya sala 1961, bý hýndýkayi bê jî, hýn mafên demokratiki ani. Dý nav vê rewþe da tevgera sosyalistên Týrkýyê pêþket û xurt bû û lý ser ronak û xelkên Kurdistanê tesir kir û bû alikariya belavbûna ditýna sosyalizmê dý nav ronak û kedkarên Kurdýstanê da. Dý vê demê da sosyalist, kedkar û gundiyên Kurdistanê lý hember pelçýqandýna mêtýngehvaniti, cûda bûna nijadi, xwinmêji û li hember miriti û emperyalizmê bý mêrxasi þer kýrýn. Bûrjûvaziyên mêtýngehvan, jý ber ku, jý þiyar bûn, jý honandýn û jý pêþketýna tevgera rýzgariya neteweyi ya xelkê Kurdistanê dýtýrsiya, car carna pêlêkýrýnên nijadi û mêtýngehvanti zêde dýkýr. Dý vê demê da pirtûk û kovarên ku bý kurdi derdýketýn qedexe kýr û þorýþgeran avête zýndanan. Bý ser bajar û gundên Kurdistanê da komandoyên xwe rêkýr, da ku ev mafên xwe yên neteweyi û çini nexwazýn. Dawiya ev pelçýqandýn, teror û lêdanan û zorkeriya, leþkerê komando lý bajar û gundê Kurdistanê û lý Týrkýyê zordestiya lý ser çin û tebeqeyên kedkar tekiliya 12 Adare a faþistên-mêtýngehvan ani û ev zýlm û zorkeri hýn zêdetýr bû. Xelkê me, jý pelçýqandýnên mêtýngehvan û emperyalistan, jý tevgerên þoreþýya cihanê û jý têkoþinên bori gelek dersan derêxýst û jý bo serketýnê bý peywýstýya xebatek rexýstýni bawer ani. Jý ber vê çendê, ronakên welatperwer ên ku digotýn em bý Marksizm-Leninizmê bawer in, saziya partiyek nû peywýst ditýn. Lewra P.D.K. (Parti Demokratik Kurdýstan) ya kevn êdi jý bo meþandina têkoþinê taqeta xwe wýnda kýrýbû. Lý ser vê yekê Parti Demokratik Kurdýstan Lý Týrkýyê (PDK-T) damezýrandýn. PDK-T jý PDK pêþvêrûyýtýr bû. Serekên vê partiyê (PDK-T) tevi ku bý Marksizm-Leninizmê baweriya xwe dýyar dýkýrýn ji, lê dý esasê xwe da xwedi karekterek bûrjwaziyên pýçûk bûn. Jý xwe jiyana vê partiyê gelek dom nekýr. Pýþti 12 Adarê karbýdestên partiyê hýnek jê derbasê Kurdýstana Iraqe bûn, pýþtre lý wê derê hýn jý wan, jý aliyên Barzaniyan va hatýn kuþtýn. Lý ser vê yekê xebata partiyê rawestiya. Dý sala 1972an da karbýdestên hundýr komcivinek pêk anin û partiyê resmen belav kýrýn. Heta sala 1973an lý Kurdýstana Tirkýyê bý tenê PDK hebû. Dý sala 1973an da sosyalistên Kurdistanê jý bo pêþengi kýrýna þorýþa xelkê ya netewiya demokratik, partiya çina karker damezýrandýn. Disa bý navê PDK-T partiya me ya iro danin. Qonaxa çêbûn û pêþketýna vê partiyê têkoþinek dýjwar ditiye. Di sala 1975an da Komita Merkezi býryarek gýrt. Lý gor vê býryarê, têkoþina þorýger gýhýþtiye qonaxek býlýnd û êdi programa parti bersiva vê têkoþinê nýkare býde. Dývê li gor þertên rojê program bête guhartýn. Jý býli viya ji, pêþniyariya nav guherandýnê ji hat qebûl kýrýn. Lý ser vê armancê dý býn þertên gelek dýjwar da hemi honanên (örgüt) partiyê cýviyan û programê dý býn çav da derbaz kýrýn. Komita Merkezi ji bý qebûlkýrýna dawin programa me ya iro pêk hat. Navê partiya me ji hat guhartýn û bý navê PARTÝ KARKERÝ KURDISTAN (PKK) hat navandýn. Partiya me saziya civaki û aboriya Kurdýstanê, dý nav þertên objektifi ên Rojhýlata Navin û cihanê da û dý býn ronahiya Marksizm-Leninizmê da rast hesýband. Lý gor bir û baweriya partiya me bûrjuva û feodalên Kurdistanê, bý bûrjûwaziyê tevgervanê emperyalizmê ra gýrêbendên xurt pêk anine. Jý ber vê yekê ye ku ev bûrjûwa û feodal êdi nýkarýn têkoþina xelkê Kurdistanê ya neteweyi û çini býmeþinýn û dý vê tekoþinê da lý rex hêzên xwinmêz dê cihên xwe býgrýn. Jý ber vê çendê, Partiya me dý programa siyasi madde çaran da hêzên þorýþê û cihên van hêzan, wýha formule kýrýye:"Býngehê xelkê ku lý Kur dýstanê dýji, jý komên gundi, jý proleteryayê qada çandini û sanayiyê pêk te. Partiya me jý ber vê sebebê, dý qonaxa SORIÞA XELKÝ YA NETEWEYÝYA DEMOKRATÝK da jý bo cih anina armanc û hedefên xwe yên himi, dý býn pêþengiya Parti Karkeri Kurdýstan da dê xwe býspêre hemi hêzên dýj-emperyalist, dýj-mêtýngehvani û dýj-feodal, lê lý ser himê gýrêbenda karker û gundi". Partiya me bawer e ku bý þorýþa xelki ya Neteweyiya Demokratik dê býgýhije armanca xwe. Jý bo gýhajtýna vê armancê programa xwe madde 3.an da wýha dýbêje:"Partiya me her cur têkoþina aþitixwaz û demokratiki qebûl dýke. Lê bawer e ku jý bo serketýna þoriþa me ya xelki ya netewetiya demokratiki, dý qonaxa dawin da þerê xelkê ya çekdar netice tayin dýke. Jý ber vê hýndê Parti, jý karker û gundiyan dê ordiyek xelkê saz býke û lý hember hêzên metýngehvan ÞERÊ XELKÝ DÛR Û DIRÊJ dêbýhone û býgerine." Partiya me dý nav þerê germ da cýhên ku jý hêzên metýngehvan hatýne paqýj kýrýn programa Partiyê bê kêmayi dê bý kar bine û bi vi awayi pengav pengav rêya ku ber bý ÝQTÝDARA XELKÝ YA DEMOKRATÝK da dýçe dê veke. Partiya me dý nav têkoþina dûr û dýrêj da jý bo damezýrandýna ENIYA NETEWEYIYA DEMOKRATÝK a ku jý çin û tebeqeyên kedkar û jý hêzên nýþtýmanperwer pêk tên dê xebatek himi niþan býde û pêþengiya vê xebatê býke.
DEMA NIHA, DEMA JI KAPITALÝZMÊ DERBASÝ SOSYALÝZMÊ BÛYIN Û DEMA ÞERÊN RIZGARÝYA NETEWEYÝ YE Jý sermayedariyê(kapitalizm) derbasi sosyalizmê bûyin bý þorýþa Þýrýyapêþin a mezýn dest pêkýr. Ýro, ideolojiya sosyalizmê ya gewre dý 1/3 cihanê da serdestiya xwe pêk aniye. Jý aliyê dýn va, lý welatên sermayedar tevgerên çina karker pêþva çûye û çeperên gýranbýha qezenç kýrýye û tevgerên mýletê gýrêdayi û mêtýngeh ên netewi û çini derbe lý ser derbe lý emperyalizmê û lý mêtýngehvaniyê dýxe. Nemaze þorýþa 17 Çýryapêþýn û pýþti cenga cihanê ya dudemin pêk hatýna sistema sosyalisti ya cihanê û þorýþa xelkên mêrxas ên Asya, Efriqa û Latin Emeriqa bûne kaniya ronahi jý bo têkoþina þorýþi ya roja me. Serketýna van þorýþa xelasiya çina karker yâ dý welatên sermayedar da û xelasiya neteweyên býndest nêzik kirýye. Lewra lý hember emperyalizmê sistema sosyalistiya cihanê di welatên sermayedar da tevgerên çina karker û þerên rýzgariyên neteweyi bý heva gýrêdayi ne û qonaxa þorýþi ya cihanê pêk tinýn. Emperyalizm roj bý roj mêtýngehên xwe wýnda dike. Ji ber vê çendê nýha hemi gýrani ya xwe daye ser Latin Emeriqa, Efriqa û Rojhýlata Navin. Kelehên emperyalizmê ên Rojhýlata Navin Týrkýyê, Israil, Ýran, Suudi Erebistan û ên dýn ne bý tenê serbýrên (cellat) Fýlistin, Dofar û xelkê Kurdýstanê ye. Lê ew dýjmýnê tevgerên karkerên vê herêmê û sýstema sosyalistiyê ye. Iraq ji nýha jý aliyek va bý zýlm û zorkeriyek xurt dýxwaze xelkê Kurdistanê býpelçýqine û wýnda býke, jý aliyê dýn va ji bý emperyalizmê ra gýrêdanên xwe zexm dýke û lý pêþber tevgerên þorýþi ên Rojhýlata Navin tewrek ne baþ dýstine. Emperyalizm û hêzên kevneperest bý hemi xurtiya xwe dýxwazýn têkoþinên xelkê býn dest býpelçýqine û wan bê deng býhêlýn, lê ev tevger roj bý roj xurt dýbýn û pêþ dýkevýn. Dý vê rêyê da têkoþina ku xelkên Fýlistin û Dofar lý hember siyonizmê, Iran û kevneperestiya Erep û emperyalizmê dýde, perçeyek jý tevgera proleteryayê herêm û xelkê Kurdistanê ye. Dý nav qonaxa þorýþiya cihanê da, dý Rojhýlata Navin da, tekoþina rýzgariya xelkê Kurd û xelkên býndest ên dýn û têkoþinên proleterya yê Týrk, Erep, Ýran û ên dýn jý bo stendýna ýqtýdarê, yek perçe ye. Ev kesên ku lý Kurdýstan, Dofar û Belucistanê di heps û zýndanan da zýlm û zorkeri dýbinýn û ên ku lý Enqerê,Tehran û Bexdayê tên darvekýrýn hemi goriyên (kurban) emperyalizm, mêtýngehvani û faþizmê ye. Lê xelkê kurd û xelkên býndest ên Rojhýlata Navin dý vê tekoþina xwe ya bý heq da mýheqeq dê bý ser kevýn û hesabê van kuþtiyên xwe jý emperyalizm, siyonizm û mêtýngehvaniyê ra býbe gor ne gelek dûr ýn. Cihan pýþti Vietnamê dý Rojhýlata Navin da ji býndestkýrýna emperyalizm û hevalbendýn wi dê býbine. Partiya me pýþtgýriya têkoþina xelkên Týrk, Iran, Erep û xelkên Fýlistini lý hember emperyalizm, siyonizm û mêtýngehvaniya Ýrane dê býke. Þerkeftin û serfirazi e proleteryayê cihanê û bi xelkên býndest va ê xelkê Kurdýstanê ye. BIJÝ YEKÝTÝYA HÊZÊN ÞORIÞGER DI ROJHILATA NAVÝN DA LI HEMBER EMPERYALÝZM, MÊTINGEHVANÝ, SÝYONÝZM Û FAÞÝZMÊ. HEVGIRTINA (dayanýþma) LI HEMBER DIJMINÊ HEVGEL (ortak) PEYWISTIYEK BINGEHÝN E. Têkoþina xelkê Tirkiyê ya ku jý bo iqtidara xelki a demokratik, lý hember emperyalizm, faþizm û hêzên serdest yên dýn û tekoþina xelkê Kurdistanê ya ku jý bo rizgariyê tê meþandýn, dýjmýnê van her du xelkan yê hevgel (ortak) emperyalizm, bûrjûwaziyê Týrk yê tevgera mêtýngehvan û bûrjûvaziyên Kurd yên komprador û feodalên kevneperest in. Jý bo býndest kýrýna van dýjmýnên hevgel hevgýrtýna xelkê Kurd û Týrk peywýstiyek himi ye. Partiya me, dý têkoþina lý hember bûrjûwaziyê Týrk yê mêtýngehvan û pýþtgýriyê wi emperyalizmê ra, bý çina karkerên karkýr ra ji bo býkaranina hevgýrtýnek þoreþi dê siyasetek xurt býmeþine û jý bo býkaranina vê siyasetê dê bêetlahi býxebýte. Partiya me ev dostani û hevgýrtýna lý hember mêtýngehvanan, peywýstiyek navneteweyi ya neteweyên mêtýngeh û proleteryayê cihanê dýhesýbine . Em welê bawer ýn ku, daxwaz û menfeetê xelkê Týrkiyê tu caran nabe sebebê zor stendýna mafên xelkê Kurdistanê yên neteweyi û demokratiki û ne dýji býkaranina van mafên xwazayiyê ye. Jý ber vê çendê ye ku, xelkê Kurdistanê ji bo bý destxýstýna zýman, çand û imtiyazên ku jý hemi gelan ra hatýne naskýrýn têkoþinek xurt dýmeþine. Ev têkoþin, jý tekoþina xelkê Týrkýyeyê û hemi neteweyên tên pelçýqandýn ne cuda ye. Ango bý destxýstýna mafên xelkê Kurdistanê yên neteweyi û demokratiki, dýhatýna ýqtidarek demokratik a rastin lý Týrkýyeyê nêz býxe, jý ber vê hýnde têkoþina partiya me, ne bý tenê jý bo xelkê Kurdistanê ye, lê jý bo xelkê Týrk yê ku dýxwaze hýn baþtýr býjin ýqtidarek xelki a demokratiki damezýrine û jý bo hemi xelkên lý hember emperyalizm û mêtýn gehvaniyê rabûne. Xelasiya xelkê Kurdistanê jý zýlm û zorkeriya mêtýngehvaniyê, dê xelasiya xelkên Týrk û neteweyên býndest û proleteryayê nêz býke. Mýsogera(garanti) mafên çarenivisa xwe bý xwe tayin kýrýn ya xelkê Kurdistanê parti ya wi ya siyasi ye. Lê ev partiya ku bý Marksizm û Leninizmê hatiye dagýrtýn. Têkoþina ku proleteryayê Týrk ji bo ýqtýdarê, lý hember emperyalizm û hêzên serdeþt dýde, partiya me dê alikari û piþtgýriya vê têkoþinê býke. BIJÝ MAFÊ ÇARENÝVÝSA XWE BI XWE TAYÝN KIRIN BIJÝ MAFÊ WEKHEVÝ YÊN GELAN - MAFÊ AZA Û BEXTÝYARBÛNÊ BIJÝ BIRATÝ Û HEVGIRTINA SORIÞÝ YA XELKÊ KURDISTAN Û TIRKIYÊ
MADDE-1: Parti Karkeri Kurdýstan, partiya siyasi ya çina karkerê Kurdistanê, bý Marksizm-Leninizmê hatiye dagýrtýn û lý Kurdýstana Týrkýyê damezýriye. MADDE-2: Arrnanca Parti Karkeri Kurdýstan ya dawin ev e; her cur serdestiya çini, kedxwari û zorkeriyê rake û cývatek bê çin pêk bine. Parti Karkeri Kurdýstan, yekitiya Kurdýstanê armancek xwe yê himi qebûl dýke. Jý ber vê yekê, parti dý qonaxa pêþýn da mêtýngehvaniya Týrk û nokerên wan bûrjûwaziyên komprodor û feodalên kevneperest yên Kuwd û emperyalizma ku alikariya van hezan dýke, serdestiya wi ya lý ser welatê me dê hýlweþine û mafê çarenývisa xwe bý xwe tayin kýrýna gelê Kurd dê bý cih bine. MADDE -3: Partiya me her cur têkoþina aþitixwaz û demokratiki qebûl dýke. Lê bawer e ku jý bo serketýna þoreþa me ya xelkê ya netewetiya demokratiki dý qonaxa dawin da þerê xelki yê çekdar netice tayin dýke. Jý ber vê hýndê parti, jý karker û gundiyan dê ordiyek xelki saz býke û lý hember hêzên mêtýngehvan ÞERÊ XELKÝ yê dûr û dýrêj dê býhone û býgerine. MADDE -4: Býngehê xelkê ku lý Kurdistanê dýji, jý komên gundiyan û jý proleteryayên warê çandýni û sanayiyê pêk tê. Jý ber vê qasê, partiya me dý qonaxa þorýþa xelki ya netewetiya demokratik da jý bo cih anina armanc û hedefê xwe, dý býn pêþengiya Parti Karkeri Kurdýstan da lý ser himê gýrêbendiya ittifak) karker û gundi dê xwe býspêre hêzên dýj-emperyalist dýj-mêtýngehvan û dýj-feodalan. MADDE -5: Dý dema nýha da emperyalizm dýjmýnê yekem e jý bo sistema sosyalist ya çinane tevgera çina karker û ya navneteweyi û jý bo rýzgariya neteweyi serxwebûna xelkên býndest. Partiya me lý hember emperyalizm, bûrjûwaziyê týrk yê tevgerê mêtýngehvan xulamokê wan bûrjûwaziyê komprador û feodalên kevneperest yên Kurd têkoþinek xurt dýmeþine. Partiya me dý vê têkoþinê da siyasetek dij-emperyalist, dýj-feodal û dýj-mêtýngehvan dýgerine. MADDE -6: Welatê me jý gelek salan výr va hatiye mêtýngeh kýrýn, hebûnên ser ax û býn ax hatýne talan kýrýn. Xelkê me ji hemi mafên neteweyi û demokratiki hatiye bêparkýrýn. Parti Karkeri Kurdýstan, pýþti bý serxýstýna þoreþa xelki ya neteweyi ya demokratik dê ÝKTÝDARA XELKÊ YA DEMOK RATÝK damezýrine û zenginiyên ser ax û býn ax yên Kurdýstanê sermayeyên biyani û mal û mýlkê bý vi sermayeyê va gýrêdayi dê dest býde serê û býke malê neteweyi carek dýn jý bo sermayeyê biyani dê destûr nede. Týþtên ku býbin malê neteweyi ev ýn:Petrol (nýft, maden, darýstan, golên avan, avahiyê sanayiya mezýn, bezýrganiya derve, banka, sigorta, rêhesýn, koma telefon û têlgrafan, radyo û TV, cotgehên dewletê yên beranine, malên wexf û xezine, cih û avahiyên tûristiki û ê.d. Ev týþtên han; Dê bý destê ýqtýdarê xelkê bê býkar anin. MADDE 7: Jý bo pêþxýstýna welatê me, dê hebûnên Kurdistanê býngeh bê qebûlkirýn û sanayi û nemaze sanayiya gýran dê bê pêkanin û pêþxýstýn. MADDE 8: Jý bo býlýnd kýrýna jiyana xelkê jý berandýna maddeyên peywýst ra dê rûmet bê niþandan û dê alikariya sanayiya pýçûk û piþeyên dest xwe yên pýçûk dê bête kýrýn û pýçûk dê bê parastýn. MADDE 9: Parti Karkeri Kurdýstan, þoreþa axê lý gýr menfeeta gundiya dê býkar bine û slogana "AX Ê XEBATKARA YE" dê bý cýh binýn. Zewiyên ku jý axayên mezýn bên stendin dê lý gundiyan bê belav kýrýn û mafê xweditiya zevi yan dê bê mýsoger (garantij kýrýn. Gundi jý destên navçit (aracý) û faizxuran dê betin xelas kýrýn û jý bo pýrkýrýn û firotýna beranina jý gundiyan ra her texlit alikari dê bê kýrýn. MADDE 10: Dý býn þertên bêdadi (adaletsýzi) û zorkeri da her cur peyman ên ku dý eleyhiya gundiyên bê ax an ji xwedi hýndýk ax da hatýne çêkýrýn dê bên rakýrýn (feshkýrýn). Deynên gundiyan yên bankayê yên faizxuran û peymanên kýrêya axê deynên bý faiz dê bê iptal kýrýn û hemi senedên deyndariyê dê bên sotýn. Serwetên navçit û faizxuran dê jý wan bê stendýn û faizxuri û navçiti dê bê qedexe kýrýn. MADDE 11: Mal û axên gundiyên halxweþ (orta halli) dê jý wan neyêt stendýn û jý bo parastýna mafê malê wan dê qanûn bên çêkýrýn. Jý býli van týþtan ji, jý bo qenc kýrýna (islah) erdê wan ÝQTÝDARA XELKI dê alikari býke. MADDE 12: Jý bo pýkýrýna býrra (verim) axê dê istasyonên traqtor û makinên çandiniyê her cur peyweng (alet) û makine û krêdiyên bê faiz, toxum û zýbýl (gübre) dê bê amade kýrýn. MADDE 13: Dý welatê me da cotgehên(çiftlik) dewleta mêtýngehvan ên ku dê bên neteweyi kýrýn û hýn erdên miri (xezine), bý destê ÝQTÝDARA XELKÝ kooperatifên çandiniyê dê bên damezýrandýn û jý bo ku gundi bý daxwza xwe býkevýn van kooperatifan dê xebatek bê meþandýn. Jý bo ketýna nav van kooperatifên çandiniyê dê lý gundiyan hiý neyêt zor kýrýn. MADDE 14: Axayên ku lý hember þorýþa xelkê me ya neteweyi û axê dernekevýn jý wan ra qasê ihtiyaciya wan ax dê bê dayin û mýlkýyeta wê axê bê parastýn. MADDE 15: Ew kesên ku dý têkoþina þorýþa xelki ya neteweyi a demokratik da li rex mêtýngehvanan û kevneperestiya navxwe da cih býgre û bý xelkê me ra xayýnti býke, dê hemi ax û malê wi bê stendýn û bê pere lý gundiyan bête belav kýrýn. MADDE 16: Komiteyên ku ji aliyên karker û gundiyan va bên hýlbýjartýn, dý býn gerandýn û pelandýna partiya me da dê belav kýrýna axê û bý kar anina programa þorýþa axê bý cih binýn. MADDE 17: Eþirên koçer, lý ser axe dê bê pere bên bi cih kýrýn. Jý bo nûjen kýrýn û pêþxýstýna heywan xwedikýrýnê û jý bo pýrkýrýna beranina heywani dê hemi imkaniyet bên býkaranin û çêregeh, mêrg û zozan jý bo istifada xelkê dê bên pêþkêþkýrýn. MADDE 18: Heta nýha bý siyasetek mêtýngehvan darýstanên welatê me hatýne wêran kýrýn. Pýþti iqtidara xelki, ji bo spehiti û aboriya welat daristanên me dê bên parastýn. MADDE 19: Parti Karkeri Kurdýstan, maf û daxwazên karkerên sanayi û çandýniyê ên cývaki, abori û siyasi lý gor þertên dema nýha û dý býn ronahiya ideolojiya çina karker da dê bý cih bine û býbe pêþengê têkoþina wan. MADDE 20: Parti Karkeri Kurdýstan, jý bo, ji xelkê me ra jiyanek baþ tedarýk býke, dý demek kýn da mesela xani, av, rê û elektrika dê hel býke û jý bo býlýnd kýrýna jiyana xelkê dê bêetlahi býxebýte. MADDE 21: Xýzmetên hindari, jiyani û ramani ên Kurdistanê dê bên bý cih anin. Dý Kurdistanê da jý bo zarukên Kurd û neteweyên hýndýk, xwendýn û malzemeyên xwendýnê dê bê pere bên temin kýrýn. Xwendýna himi dê mecbûri be. MADDE 22: Hemi kesên ku lý Kurdistanê dýjýn, mafên wan ên kaliti (emekli) û sigortayê dê bê mýsoger kýrýn. MADDE 23: Wekheviya mafên jýn û meran ên abori, siyasi û civaki dê bên mýsoger kýrýn. Jý bo jýn bý temami býkevýn nav tekoþinek hevrayi (ortak) jý aliyê çandi û hunermendiyê va dê bên pêþxýstýn û jý adetên paþvêru dê bên xelas kýrýn. MADDE 24: Lý Kurdistanê jý býli xayinan welat jý hemi welatiyan ra mafên býjartýn û hýlbýjartýnê dê bê naskýrýn û azadiya axaftýnê, ramanê, kom bûne, xwe pêniþandanê, bý cihbûnê û gerê dê bê pêk anin û nûçeþandýn û netêkýli kýrýna rûnýþtgehan (konut) dê bê parastýn. MADDE 25: Lý Kurdistanê zýmanê resmi dê bý Kurdi be. MADDE 26: Çand û hindari (eðitim) ya xelki ya þorýþa demokratik dê bê pêþxýstýn û sewiya çand û zaninê xelkê me dê bête býlýnd kýrýn. Di hemi qonaxên hindariyê da zarokên Kurdýstanê bý zýmanê dayika xwe û çanda neteweyi dê bên gýhandýn. Neteweyên hýndýk ên ku lý Kurdýstanê dýjin zýman û çanda wan dê bê pêþxýstýn. MADDE 27: Dý dema ýqtýdara xelki ya demokratik da karbýdestên herêmi dê ji aliyên xelkê va bên býjartýn û hemi býrên gerine û memur dê dý býn pelandýnê partiyê da býn. MADDE 28: Parti Karkeri Kurdýstan, cýhêbûna neteweyi, nijadi, ol, zman û mezheb dê nede ber çavên xwe û wekheviyek mýrovi (insani) dê mýsoger býke û dê rûmeta azadiya vijdan û ibadet býgre. MADDE 29: Parti Karkeri Kurdýstan, dê jý wekheviya maf ra dýlrast býmine û netewê û neteweyên hýndik ên ku lý Kurdistanê dýjin, dý nav wan da wekhevî û alikariya hevudu dê dý pratikê da býkar bine. MADDE 30: Parti Karkeri Kurdýstan, dý Kurdistanê da jý bo pêþketýna zanyar û teknikê dê têkoþinek xurt býmeþine û jý bo mýrovên zanyar, her cûr hêsani dê niþan býde. MADDE 31: Têkoþina ku sistema sosyalist ya cihanê, tevgerên neteweyi ên rýzgariyê û tevgera çina karker yâ navneteweyi, jý bo serxwebûn, demokrasi û aþitiya cihanê, lý hember emperyalizm, her cur mêtýngehvani û cýhêbûna nýjadi dýde. Parti Karkeri Kurdýstan, jý bo vê têkoþinê pýþtgýriya xwe diyar dýke. MADDE 32: Parti Karkeri Kurdýstan, hemi xelkê kû dewletên ku beravaniya mafê çarenivisa xwe bý xwe tayin kýrýna neteweyên dýkýn û aþiti, wekhevi, bê terefi û jý mafê serweri(egemenlig) ra hurmetkar û gýrêdayi mafê mýrovayeti û dadê ne, bý wan ra siyasetek dostani û tevgýrtýni dýmeþine. MADDE 33: Parti Karkeri Kurdýstan, ew wargeh (üs) û leþkerên emperyalizm û mêtýngehvanan ên ku jý bo welatên sosyalist û xelkên þerê rýzgariyê dýdýn tehdit û xeter e, dê jý welatê me derêxe û carek dýn jý bo wargeh saz kýrýna wan dê destûr nede. Partiya me sidariya tu gýrêbendek leþkeri dê qebûl neke. MADDE 34: Tekoþina ku xelkên cihanê, lý hember emperyalizm, mêtýngehvaniyê, cihêbûna nýjadi û faþizmê dýdýn û têkoþina ku xelkên Rojhýlata Navin lý hember emperyalizm, her cûr mêtýngehvani, siyonizm û kevneperestiya nav xwe dýdýn, Parti Karkeri Kurdistan, pýþtgýriya xwe diyar dýke û jý bo wan sýlavên þorýþger dýþine MADDE 35: Lý Kurdýstana Iraqê û welatê me yê lêkvebûyi, lý perçeyê wi yên din tekoþina ku hêzên pêþvêrû û þorýþger ên xelkê Kurdistanê lý hember emperyalizmê û mêtýngehvaniya-nijadi bý mêrxasi dýmeþinýn. Parti Karkeri Kurdýstan bý germi alikari û pýþtgýrtiya xwe diyar dýke.
|
| © Kitêbxaneya Kurdî | 18-07-2000 |